ENQERE - Bihayê herî hindik (asgarî) yê karkeran diyar bû. Meaşê asgarî yê sala 2019'an 2 hezar û 20 TL ye.
Komîsyona Tespîta Bihayê Asgarî bi serokatiya Wezîra Xizmeta Malbat, Xizmet û Civakî Zehra Zumrut Selçuk kom bû. Gelek karsaz û nûnerên karkeran û sendîkayan beşdarî civînê bûn. Di civînê de meaşê karkeran ê sala 2019'an diyar bû. Di civînê de hat gotin dê bihayê asgarî 2 hezar û 20 TL bidin karkeran.