ÎDIR - Li navçeya Başan a Îdirê maşîna eskerî qulipî. Di bûyerê de eskerekî jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn.
Li navçeya Başan a Îdirê maşîna eskerî ya Kobra ya girêdayî Qereqola Karakokulu qulipî. Di qezayê de eskerekî jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn. Ekserên birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneyên Îdir û Başanê.