GİRÊ SPÎ – Seroka Konseya Desteya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Jinan Cîhan Xidro li dijî tehdîdên li ser Rojava got: “Pergala me bi destên xwe ava kir, em zû bi zû nadin destan.”
Seroka Konseya Desteya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Jinan Cîhan Xidro geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. Cîhan Xidro ya bi xwe Tirkmen e têketina Tirkiyeyê ya Cerablûs, Ezaz, Bab û axa Sûriyeyê ya din wek ‘dagirkirinê” pênase kir.
‘AXA ME DAGIR DIKIN’
Xidro da zanîn ku bi heman rengî axa Efrîn û Idlibê jî hatiye dagkirkirin û got: “Tirkiye van kirinên xwe hemû bi çarçoveya hevpayamana navnetewî de dike. Niha jî heman plangerî ji bo rohilatê Firatê dixwazin pêk bînin. 7 sale jixwe em di bin êrîşan de ne. Ev rewşek nû nîne. Lê niha Tirkiye dixwaze bi fizîkî xwe li vir bicih bike. Dixwazin bi temamî dagir bikin.”
GELÊN HERÊMÊ DIKARIN PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ ÇARESER BIKIN
Xidro bal kişand ser berberiya navbera DYA û Rûsyayê û got: “Ev hêz dixwazin li ser Sûriyeyê bi leşkerî bersiv bidin. Ev du welat jî dixwazin pirsgirêkên xwe li ser gelên Sûriyeyê çareser bikin. Gel ji van hesaban êş dikişîne. Lê ev yek ne di xema kesî de ye. Mirovên me bedelê vê yekê didin. Divê dawî li vê bê anîn. Ji 2011’an ev rewş wisa didome. Heke wisa dewam bike dê hin bêtir aloztir bibe. Krîz û pirsgirêkên Sûriyeyê enê gelên herêmê dikarin çareser bikin. Bêyî gelan tu pirsgirêk çareser nabin.”
‘EM DI NAVA SEFERBERIYÊ DE NE’
Xidro da zanîn ku hemû proje û planên şer ên li ser Sûriyeyê bikevin meriyetê dê Sûriye vegere sala 2011’an û gelan jî di nava lîstikên xwe de tune bikin. Xidro anî ziman ku ew li dijî her cûre planan amadekariyê xwe dikin û gelên Bakurê Sûriyeyê bi rûhê seferberiyê li qadan e û got: “Pergala me bi destên xwe ava kir, em zû bi zû nadin destan.”
MA / Nazim Daştan