AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy ê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Heke hûn li pirsgirêka Kurd di bin şertên demokratîk û însanî de çareser nekin û tecrîdê ranekin dê darbe dewam bike.”
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevegera Jinên Azad (TJA) li Amedê panela bi mijara “Pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê û ji duh heta îro grevên birçîbûnê” li Otela Demîr a li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Heverberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan, Parlamenterên HDP’ê Saliha Aydenîz, Remziye Tosun, Musa Farisogullari û Semra Guzel, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn.
Parlamentera HDP’a Êlihê Ayşe Acar Başaran moderatoriya panelê kir û Seroka Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy jî di panelê de wek axaftvan beşdar bûn.
‘PIR ŞIKIR EM HEMÛ TERORÎSTIN’
Di panelê de ewil Şebnem Korur Fîncanci axivî û wiha got: “Çalakiyên greva birçîbûnê dîrokî ne. Dewlet her tim me di bin teyakuzê de dihêle. Ez ji sala 1984’an ve şahidiya grevên birçîbûnê dikim. Li Zîndana Amedê li dijî zextan grevên birçîbûnê rê li ber berxwedanê vekir. Em dem bi deman li Tirkiyeyê bi navekî tên gunahbarkirin. Pir şikir em hemû ‘terorîstin.’ Me di demên berê de li ser grevên birçîbûnê gelek nîqaş kir ku em dikarin tedbîrek çawa li pêşiya vê bigirin. Di vê pêvajoyê dertê holê ku em ê bi ser bikevin û mafdarin. Ji bo azadî pêk were bi hezaran mirov bedena xwe didin ber birçîbûnê. Ji bo tecrîd bê rakirin û azadî pêk were em di grevên birçîbûna 2012’an de cara ewil em bûn şahid. Em nizanin gel oka vîtamnîna B1 didin girtiyan an nadin.”
‘JIYANA MIROVAN BI SER HER TIŞTÎ RE YE’
Dr. Halîs Yerlîkaya jî destnîşan kir ku çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin bi grevên birçîbûnê peyamê bidin civakê û got: “Jiyana mirovan bi ser her tiştî re ye. Em alîgirên jiyana mirovan e. Çalakger bi vîna xwe ya azad ketine çalakiyê. Kes nikare bi darê zorê mudaxeleyî vê çalakiyê bike.”
‘PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NEKIN EW Ê TÊK BIÇIN’
Parlamenter Hişyar Ozsoy jî di panelê de axivî û wiha got: “Li vê Tirkiyeya mezin çawa nikarin kosterekî tamîr bikin. Koster ne xerabe ye niyeta wan xerabe ye. Heke bixwazin gelek koster hene. AKP’yî ji hevdîtina li gel Birêz Ocalan ditirsin. Bi tecrîdê re mekanîka darbeye ket dewrê. Beriya darbeyê bi kûrkirina tecrîdê re me li Sûr, Cizîr, Nisêbînê û gelek deverên dîn pîvanê dijwariya şer dît. Ev hemû îşaretên kûrbûna şer û aloziyan bûn. Yên li van bajaran komkujî pêkanîn îro hemû ji darbeyê tên darizandin. Mekanîka darbeyê hêj didome. Ev rewş hêj derbas nebûye. Heke hûn li pirsgirêka Kurd di bin şertên demokratîk û însanî de çareser nekin û tecrîdê ranekin dê darbe dewam bike. Wê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe. Heke ew pirsgirêka Kurd çareser nekin ew ê bi xwe bidahûrin û têk biçin. Divê tecrîd bê parçekirin.”
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.