ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2018'AN

* Velî Encu serlêdana Komkujiya Roboskî ya ji aliyê DMME’yê ve hat redkirin nirxand û got: “Girîngî nedan dosyeyê. Divê hiqûqnas ji bo kiryaran derxin pêşberî edaletê bixebitin.” 

* Li Erdîşê Hakan Aydemîr ê 29 salî yên di warê derûnî de nerihetiyên wî hene, ji ber bi şidetê bi ser peywirdarekî bankeyê de çû û jê re got "Ev der Kurdistan e" hat binçavkirin. Aydemîr got: "Polîsên ji emniyetê her digotin 'ev der kuderê ye?' û her min jî digot 'Kurdistan e' ez îşkence dikirim." 
 
* Li Îdirê, bi hinceta nexweşînan di nav salê de 4 caran  Bazara Heywanan hatibû girtin. Sewalvan ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ev yek bi zanebûnî tê kirin. 
 
* Li Wanê di meha dawî de siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 jê hatin girtin. 
 
* 2 meleyên ji ber nimêja sivîl a înê û nimêja ji bo cenazeyên PKK'yiyan dihatin darizandin beraat kiribûn. Lê belê ji ber Dadgeha Îstinafê biryara beraatê xera kir, her du mele dîsa hatin darizandin û 5 sal ceza li wan hat birîn. 
 
* Parêzvanên mafên mirovan der barê kuştina Kadîr Sakçi de ku ji ber kurdbûna xwe hat kuştin destnîşan kirin ku, ev cînayet ji ber zimanê siyaseta îktîdarê pêk hatiye û got: "Divê îktîdar demildest dev ji zimanê nefretê berde." 
 
* Li Tirkiyeyê ji 50 hezar û 292 keyayan tenê 674 jê jin in. Yek ji van keyayan jî keyaya ewil a navçeya Pulumiriyeyê Perîhan Pekîn e. Wê Pekîn ji bo hilbjartina herêmî ya 31'ê Adarê dîsa bibe namzet. Pekîn, diyar kir ku keyayên jin ji bo hilbijartinên nû wêrekiyê li gelek namzetên jin peyda dikin û divê jin di hemû merhaleyên rêveberiyên herêmî de cih bigirin. 
 
* 9 Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin ê Aydinê ku ajokarî dikirin ji ber ku ji kar hatin dûrxistin bi armanca dîsa li karê xwe vegerin 170 rojin di grevê de ne û li ber xwe didin. Karker dê di nava çalakiyê de û bi betalî têkevin sala 2019'an. 
 
* Li Girtîgeha Îmraliyê, Veysî Aktaş der barê name û faksên xwe yên ji aliyê desteya dîsîplînê ve wekî xetere hatin dîtin û nehatin şandine de serî li AYM'ê dabû. Lê belê AYM'ê serlêdana Aktaş red kir. Di biryara redkirinê de AYM'ê qebûl kir ku bi vî awayî mudaxileyî "azadiya ragihandinê" hatiye kirin, lê belê di biryarê de parast ku di vî warî dibe ku hin îstisnayên saziyên cemaweriyê hebin û bi vî awayî bêhiqûqîtiya li Îmraliyê teyît kir. 
 
* Wê Şanoya Bajêr a Amedê, di sala nû de dest bi dayîna dersên şanoyê bike. Her wiha wê ji bo zarokan jî dersên dramayê bide. 
 
* Nûçegîhanê MA'yê Yasin Kobulan ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin dê li 30'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. (09.45)
 
* Saziyên Jinan ên Stenbolê, dê karkerên Flormarê yên jin ku 240 rojin di çalakiya grevê de ne ziyaret bike. (12.00)
 
* Danişîna doza Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
 
* Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal, dê ji ber ku salek e îdîanameya der barê xebatkarên TV10'ê ya bi KHK'ê hat girtin de nehatiye amadekirin  li pêş Girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
*  2'emîn danişîna doza 14 xizmetkarên Tenduristiyê yên di qedexeya li Navçeya Cizirê ku alîkarî dan birîndaran û doz li wan hat vekirin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)

Sernavên din

27/12/2018
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî
10:08 9 karkerên Şaredariya Aydinê 170 rojin li ber xwe didin
09:20 Roboskiyan bang li hiqûqnasan kir: Kiryaran derxin holê
09:20 Wê Şanoya Bajêr a Amedê atolyeya dramayê vebike
09:19 AYM'ê ji bo bêhiqûqîtiya li Îmraliyê got 'îstisna' ye
09:18 Keyaya jin a Pulumuriyeyê: Divê jin di hemû merhaleyên rêveberiya herêmî de cih bigirin
09:18 Parêzvanên mafên mirovan: Divê îktîdar dev ji zimanê nefretê berde
09:16 Kirinên wan di qanûnê de ne sûc e, lê dîsa ceza hat birîn
09:16 Li Wanê di mehekê de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin
09:15 Ji ber bazara heywanan salê 4 caran tê girtin, rewşa sewalvanan xirab e
09:14 Ji ber got 'Ev der Kurdistan e' hat îşkencekirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2018'AN
25/12/2018
19:49 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Bûlût hat girtin
16:56 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn: Azadiya gelê kurd daxwaza wî bû
16:45 Greva birçîbûnê ya li Wanê di roja 10’emîn de ye
16:30 Ozsoy: Tecrîd ranebe dê darbe dewam bike
16:25 Temellî: Werin em bi hevre vê tecrîdê bişkînin
15:54 Li Sûr, Midyat û Hezexê Cejna Noelê hat pîrozkirin
15:11 DÎSK: Bi vî heqê herî kêm debar nabe
14:15 Piştî dan Prof. Fincanci: Dengê wîcdan nayê cezakirin
14:01 46 kes li Afganistanê hatin kuştin
13:49 Danişîna doza panzêrê ku 2 bira kuşt 2 deqîqeyan dom kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
13:08 Platforma Jinan a Edeneyê neşopandina dosya tacîzê îtiraz kirin
12:03 Parêzeran cara 775’an xwestin biçin Îmraliyê
12:03 Xidro: Em ê pergala xwe nedin destê tu kesî
11:45 Li Îdirê maşîna eskerî qulipî: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn
11:22 Bihayê asgarî diyar bû
10:56 Berazan xwe berda gund û êrîşî gavanê biçûk kirin
10:55 Baroya Rihayê: Faîlê êrîşên li dijî kurdan ne tenê êrîşkar e
10:19 Parêzer Kuzu: Gulser Yildirim bi hêcetek ku di lîteratûr de nîne tê girtin
10:16 Li Îdirê 3 kes hatin girtin
10:07 Îşkenceya li qereqolê bi raporê îspat bû
10:00 AYM’ê daxwaza tedbîra li Îmraliyê red kir
09:22 Kekê Sakçi yê hat kuştin daxuyaniya walîtiyê red kir
09:22 Danişîna Leyla Guven sibê ye
09:21 'Ji bo me a girîng bidestxistina şaredariyan e'
09:20 Jost Jongerden: Dibe ku Rûsya qada Tirkiyeyê mînîmîze bike
09:19 Kemal Ozelmali: Hindik maye bimirim
09:19 Li Sûrê hemama dîrokî veguherandin restoranteke luks!
09:17 Karkerên TARÎŞ'ê: Em bi berxwedanê dest bi sala nû bikin
09:16 Hevşaredarê Bazîdê Ozbay ê girtî: Vîna Bazîdê li holê ye
09:16 7 sal in li çavên xwe digere
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2018'AN
08:45 Li Licê qedexeya derketina derve bi dawî kirin
24/12/2018
17:04 Wekîlên HDP’ê: Kadîr Sakçi ji ber Kurdbûna xwe hatiye kuştin
16:32 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên jin qawîş şewitandin
16:30 Rojnameger Sayilgan nehat berdan: Çapemeniya azad dê serî netewîne