STENBOL - Li Girtîgeha Îmraliyê, Veysî Aktaş der barê name û faksên xwe yên ji aliyê desteya dîsîplînê ve wekî xetere hatin dîtin û nehatin şandine de serî li AYM'ê dabû. Lê belê AYM'ê serlêdana Aktaş red kir. Di biryara redkirinê de AYM'ê qebûl kir ku bi vî awayî mudaxileyî "azadiya ragihandinê" hatiye kirin, lê belê di biryarê de parast ku di vî warî dibe ku hin îstisnayên saziyên cemaweriyê hebin û bi vî awayî bêhiqûqîtiya li Îmraliyê teyît kir.
Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ku di demên dawî de biryarên dide dibe cihê nîqaşan, vê carê jî mohra xwe li bin biryareke wê bibe cihê nîqaşên mezin da. AYM bi vê biryara xwe teyît kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ye, hiqûqeke taybet tê pêkanîn. Biryar der barê serlêdana Veysî Aktaşê di Girtîgeha Îmraliyê de ye.
Aktaş, di 21-26'ê Gulana 2015'an de 10 namze û faks nivîsandin. Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê name û faksên Aktaş raçav kirin û ji bo hemûyan got bi "xetere" ne û ji muxatabên wan re neşandin. Desteyê ji bo name û faksan got, ev yek bi armanca pêwendîdanîna bi rêxistinê re hatiye kirin.
DER BARÊ ŞANDINA 3 NAMEYAN DE BIRYAR HAT DAYÎN
Li ser vê Aktaş, li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê îtiraz kir. Dadgeriyê name û faksên ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê ve wekî "xetere" hatibûn dîtin lêkolîn kir û biryar da ku 3 nameyên Aktaş ji muxatabên wan re bên şandin. Lê belê der barê 2 faks û 5 nameyên din de biryara Desteya Dîsîplînê di cî de dît.
Lê belê Aktaş biryara hat dayînq ebûl nekir û serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bûrsayê da. Lê ji ber Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bûrsayê îtiraz red kir, Aktaş vê carê di 10'ê Tebaxa 2015'an de serî li AYM'ê da.
Aktaş di serlêdana xwe de got: "Biryara ji aliyê Desteya Dîsîplînê ve hatiye dayîn biryareke kêfî ye, hincetên wê têr nakin, derfetên ragihandinê bi awayekî zêde ji dest hatine girtin û rê li ber pêşvexistina heyîna maddî û manevî hatiye girtin."
AYM'ê serlêdana Aktaş di çarçoveya maddeya 22'yan, "azadiya ragihandinê" de esas girt.
BINPÊKIRIN QEBÛL KIR
AYM'ê di Cotmeha 2018'an de biryar da û got: "Desteya Dîsîplînê, name û faksên şandevan wekî xetere dîtine û der barê wan de biryara neşandinê daye. Lê belê aşkere ye ku bi vê yekê mudaxileyî azadiya ragihandinê ya şandevan hatiye kirin."
'LÊ HIN ÎSTISNA DIBIN'
AYM'ya ku binpêkirina di warê azadiya ragihandinê de hatiye kirin qebûl kir, lê belê dîsa jî di biryara xwe de parast ku lê dibe ku îstisnayên hin saziyên cemaweriyê hebin û serlêdan red kir.