Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin

  • rojane
  • 16:17 27 Kanûn 2018
  • |
img
MINBÎC - Di 1'emîn Konferansa Meclisa Jinan a Minbicê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û got: "Îro minbic di bin gefên dagîrkeriya Tirkiyê de ye. Tirkiyê dixwaze li herêmê tevliheviyan bike. Lê emê tucarî pişta xwe nedin hêzên derve de, em pişta xwe bidin hêza gelê xwe."
 
 Li bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk e" 1'emîn  Konferansa Meclisa Jinan a Minbicê hat lidarxistin. Konferans li Salona Civînan a Meclisa Zagonsaz a Minbicê pêk hat. Şandeyên ji Meclisa Jinên Sûriyeyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi sedan jinên Minbicê û gundewarên wê tev li konferansê bûn.
 
'KEDA MECLÎSA JINAN MEZINE'
 
Li ser navê Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meha Elelî axivî û lidarxistina konferansê li hemû jinan pîroz kir. Meha, diyar kir ku ev konferans di encama keda jinên têkoşer û birêxistinkirî de hat lidarxistin. Meha bal kişand ser rola Meclisa Jinên Minbicê ya di pêşxistina perwerdekirina jinan de û wiha got: "Piştî zilm û zora bi salan a di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de, îro keda meclisê di warê birêxistinkirina jinan pir mezine."
 
'DI PÊVAJOYEK WIHA DE LIDARXISTINA KONFERANSÊ GIRÎNG E'
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî, di konferansê de axivî û diyar kir ku lidarxistina konferansê di vê pêvajoyek wisan hestewar de pêngavek girîng e. Ehmed, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Îro Minbic û hemû herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di bin gefên dagirkeriya Tirkiyê de ne. Tirkiyê dixweze li herêmê tevliheviyan bike. Tirkiyê hewl dide projeya neteweya demokratîk ku gelên herêmê bi vîna xwe ya azad ava kirin, têk bibe û berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne."
 
Ehmed derbarê  mijara vekişandina hêzên Amerîkayê ya ji Sûriyeyeyê de ev tişt bilêv kirin: "Ked û fedekariya gelên herêmê hişt ku hêzên cîhanê alîgiriya me bikin. Lewma vekişîna hêzên Amerîkayê ne tiştek balkêş bû. Ji ber ku zû yan dereng dê her vekişin. Emê tucarî pişta xwe nedin hêzên derve de, emê tim pişta xwe bidin hêza gelê xwe."
 
'VÎNA JINAN DÊ HEMÛ ÊRÎŞAN TÊK BIBE'
 
Ehmed ji hêzên cîhanê jî xwest ku li dijî gefên Tirkiyeyê helwestek diyar nîşan bidin û wiha pê de çû: “Ger Tirkiye herêmê dagir bike dê xerabî û wêraniyê bi xwe re bîne. Mînaka vê yekê jî Efrîn e. Tirkiyeyê li Efrînê kuştin, koçberî û talankerî pêk anî.”  Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jin pêşeng in, bi hêz û vîna jinan dê hemû êrîşên li dijî gel têk biçin. Ev konferans dide nîşandan ku jinan di warê xwebirêxistinkirinê de gavên girîng avêtine.”
 
Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat jî axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir. Berekat diyar kir ku jin dê teror û dagirkeriya Tirkiyê li hemû deverên Sûriyê têk bibin.
 
Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê sekretera partiyê Hêvrîn Xelef jî8 axivî û diyar kir hemû jinên Sûriyê û ji hemû pêkhateyan dê li dijî gefên dagirkeran tê bikoşin. Xelef hêvî kir ku konferans bi biryarên ku yekîtiya jinan bi hêz bike, tacîdar bibe.
 
'EM LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER SÛRIYEYÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'
 
Bi navê Kongreya Star Hediya Şemo jî, axaftina kir û wiha bilêv kir: "Jinan li Bakurê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Dengê şoreşa jinan li tevahiya cîhanê belav bûye. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê têkoşînê bilind bikin."
 
Piştî axaftinan nameyên pîrozbahiyê ku ji aliyê KomîteyaTenduristiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Çand û Huner û Komîteya Perwerdeyê ve hatibûn şandin, hatin xwendin. Pişt re jî sînevîzyona der barê xebatên Meclisa Jinan a Mibicê de hat pêşandan.
 
Konferans piştî hilbijartina endamên meclîsê dê bi dawî bibe.

Sernavên din

31/12/2018
12:52 Koma 4’emîn greva birçîbûnê ya 10 rojan dewr girt
12:39 Piştî ji Moskova vala vegeriya heviyên xwe bi Washingtonê ve girê da
12:06 Karneya çapemeyiyê ya 2018’an a Tirkiyeyê
10:58 Pirtûkên kurdî mohra xwe li salê dan: 230 pirtûk hatine çapkirin
10:38 Li Girtîgeha Bandirma îdîaya derb kirin
10:22 Senatorê DYA’ya Graham: Em şer dinava Kurd û Tirkan de naxwazin
09:46 Israra dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt!
09:39 Li Antakyayê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:31 Li Girtîgeha Gîresûnê koma 4'emîn grev dewir girt
09:10 Bavê girtiyê çalakger: Em bibin dengê berxwedêran
09:09 Li Îmraliyê keyfiyeta hikûqê: Ne 14'ê îlonê 19'ê Cotmehê
09:08 Parêzerê malbata Sakçi: Ji bo ser cînayet bigirin, biryara ‘nepenî' dan
09:07 Komira Walîtiya Edene belav kir welatiyan jahrînî dike
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2018'AN
30/12/2018
21:30 Dozger parast ku Akbaba rojek piştî danişînê jiyana xwe ji dest daye
Belgeya mirina Akbaba jî serdozger derewand
21:10 Li 23 girtîgehan 91 girtiyên siyasî di greva bêdawî û bêdorveger de ne
17:16 Temellî: Divê me mil bidin vê berxwedanê
16:27 Karkerên Balafirgeha 3’yemîn tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin
15:43 Li Dîlokê rageşiya Sûriyeyiyan: 3 kes hatin binçavkirin
15:38 Li Edenê kesên piştgirî dan Guven hatin binçavkirin
14:18 Li Wanê kedkarên tenduristiyê yên hat kuştin bi bîr anîn
13:51 Polîsan ji jina 70 salîre gotin: Agahî bide me, nexwe dê ji bo ne baş be
12:02 SES'ê xizmetkarê tenduristiyê Yural ê li Cizîrê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
11:28 Li Fîlîpînê lehî rabû: 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:03 HDP bi sindoqan namzetên xwe diyar dike
11:01 Reqayî ji bo Kobanê bûn mertal
10:27 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Pir kes hatin binçavkirin
10:17 Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê
10:00 Piştî mir dadgehê biryara berdana wî da
09:14 Wekî yên din kiryarên wî jî nehatin dîtin
09:13 Jina gef lê tê xwarin: Ma gere ez bimirim?
09:10 Di sala nû de kovareke nû: Komun
09:09 Ocalan: AYM'ê hiqûqa li Îmraliyê tê sepandin tescîl kir
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji tecrîdê re 'êdî bes e'
09:06 Demîr: Divê Stenbolê bê xelaskirin û ji nû ve bê avakirin
09:04 Di salekê de 11 caran avêtin ser mala wî
09:01 Dest vala vedigerin malê
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2018'AN
29/12/2018
18:17 Temîzyuzê HDP'î hat berdan
16:47 Jinên li Amedê Navenda Jinê ya Rosa vekir, çalakiya Leyla Guven slav kirin
16:31 Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê di erîşê de jiyana xwe ji dest da
15:54 Di hefteya dawiya salê de bal kişandin ser girtiyên nexweş
14:54 Girtiya nexweş Başdaş: Ez ê li vir bimirim
14:35 'Qatil qet nehatin cezakirin'
14:05 Hevdîtina dawî ya 2018’an: Em hêvî dikin ku windahiyên xwe bibînin
14:03 Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e
13:54 Ji malbatek Sûriyeyî 4 zarok di xanî de şewitîn
12:47 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sûrê de girt
12:29 Girtîyekê li Manîsa dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir
12:08 Girtiyên nexweş di danişîna dozê de jiyana xwe ji dest da
11:50 MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e
11:19 Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu jî dest bi greva birçîbûnê kir
10:29 Sala 2019'an dê bibe sala jinan
10:09 Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
09:58 Di 7 salên bêedalet derbas bûn de, êşên xwe bi kevirê goran derbas kirin
09:25 Qeyûm 14 erseyên şaredariyê difiroşe
09:24 Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
09:23 Rojê tenê tasek ava bi şekir û lîmonê didin girtiyê di hucreyê de
09:23 Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
09:22 'Gel dê panzêrên li ber şaredariyê rake'
09:21 Topûz: Çapemenî veguheriye amûra propagandaya îktîdarê
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN
28/12/2018
21:02 Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da
20:10 Fîgen Yuksekdag dest bi greva birçîbûnê kir
16:41 Dayikên Aştiyê: Tecrîdê rakin bila şer bi dawî bibe
16:31 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:08 Bîranîna Tahîr Elçî birin Roboskî: Heta kujer bên darizandin em ê têbikoşin
15:53 DTO ji bo girtiyên di grevê de muayene bikin bi dozger re hevdîtin kirin
15:51 Girtiyê li Panosê: Her şev bi ser qawîşên me de digirin
15:15 Rêyên 292 gund û gomên Colemêrgê ji ber berfa zêde hatin girtin
15:14 Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
15:07 ‘Em ê pêşiya Komkujiya Roboskî bernedin’
14:34 Buldan: Qatil diyar in
14:21 Kordînasyona piştevaniya grevên birçîbûnê hat avakirin
Turkdogan: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê rakirin
13:49 Namzetê HDP'ê Bîlgen: Em ê li Qersê rêça şêwrê bidomînin
13:48 Malbatên Roboskî: Ji bo edaletê em ji nû ve dest bi her tiştî bikin
12:50 YPG’ê banga Minbicê li hikumeta Sûriyeyê kir
12:12 Dozger xwest Parlamenter Aydenîz bê girtin
11:55 Di salvegera 7'emîn de li Roboskiyê êş û hêrs serdest e
11:30 Di salvgera komkujiyê de der barê Encu de doz hat vekirin
10:45 'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
10:13 KCD: Li xwe mikur hatin jî lê kes nehatiye darizandin
09:44 Unsal: Sedsal nikare kurdan tune bihesibîne û kurd jî vê qebûl nakin
09:26 Bi hinceta wê di rojnameya hatiye girtin nivîskariyê bike hat girtin
09:24 Li Sûrê stûnên dîrokî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn
09:24 Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike
09:22 Projeya bi milyonan hat çêkirin berba bû!
09:21 Nêçîrvan ew birîndar kir, ew jî wê derman dikin
09:20 'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
09:20 Li hemamê ji ber bi kurdî axivî telak bi lûfkirinê ew derb kir
09:09 Rektorê El-Kamil fi’t-Tarihê tehrîf kir hîn jî bêdeng e
Farqînî: Bi vê dixwazin di dîrokê de ji kurdan tu şop nemîne
09:08 Ji kundiran hunera awarte
09:07 Heskîf reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN
27/12/2018
17:33 Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
16:17 Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin
16:07 Li Dersimê rêya 222 gundan hat girtin
16:03 Rêxistinên Civakî yên Wanê: Beriya dereng bimîne gavan bavêjin
15:25 DEDEF: Bila Serokê me yê Giştî Alî Haydar Ben bê berdan
15:13 ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye