Sala 2019'an dê bibe sala jinan

  • rojane
  • 10:29 29 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL - Jinan li Tirkiye di sala 2018'an de li dijî zagon û polîtikayên li dijî mafê wan kolan vala nehiştin û têkoşîna xwe berdewam kirin. Nûnera KCDP'ê ya Stenbolê Fîdan Ataselîm, diyar kir ku sala 2018'an bû sala têkoşînê û sala 2019’an jî dê bibe sala jinên bi rêxistin. 

Jinan di sala 2018'an de li dijî kuştin, binpêkirin û tundiya li dijî jinan têkoşîna xwe berdewam kir û kolan vala nehiştin. Jin bi biryarin ku di sala 2019'an de jî bêtir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan. Jin bibiryarin ku bi rêxistin û biryarek xurttir derbasî 2019'an bibin. Di sala 2018'an de tundiya li dijî jinê derket 2 qatan. Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) têkildarî cînayet û tundiya li dijî jinan rapor amade kir. Li gorî raporê di 11 mehên sala 2018’an de 394 jin hatin kuştin. Di sala 2017'an de  290 jin û 22 zarok hatin kuştin. Piraniya wan di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de hatin kuştin. Tundî û îstîsmara li dijî jinan 2 qat zêde bû. 
 
Li gorî daneyên bîanetê di 9 mehên ewil ên sala 2018'an de mêran herî kêm 183 jin kuştin. Li dijî 54 jinan êrîşa zayendî pêk anîn. Li dijî 162 jinan tacîza zayendî pêk anîn. 279 zarok istîsmar kirin. Li dijî 316 jinan tundî pêk anîn. Ev kuştin, tundî û îstîsmara li dijî jin û zarokan li gorî sala 2017'an duqat zêde bû. 
 
BERTEKÊN HERÎ ZÊDE LI DIJÎ KOMÎSYONA BERDANÊ BÛ
 
Di sala 2018'an de qanûna herî zêde jin eleqeder kirin û jinan herî zêde bertek nîşan dan, "Komîsyona Lêkolînê ya Ji bo Diyarkirina Tedbîrên ku Saziya Malbatê Bêtir Xurt bikin û Bûyerên Berdanê yê Yekîtiya Malbatê Neyînî bi Bandor dike lêkolîn bike" bû. Tevî hemû bertekên jinan dîsa ev komîsyon hat avakirin. Bi vê komîsyonê rê li pêş zarok bi îstîsmarkarên xwe re bizewice vekir. Dîsa erk da ku muftî mahrê bibire. Komisyon dîsa bi armanca rê li pêş îstîsmarê bigire, “Xesandina Kîmyewî" û “Îdam” kirin mijara niqaşê. Dîsa gelek guhertinên li dijî mafê jinan ava kirin. Wezareta Dadê "Xesandina Kîmyewî" pêşkêşî meclîsê kir û xistin meriyetê.  Li gorî vê pêşnûmayê sûcdarên êrîşkarên zayendî dê rastî cezayê 20- 40 salan bên. Ger ku li dijî zarokên kêmî 12 salî sûc bê kirin dê îstîsmarkar rastî 30 - 40 salan cezayê girtîgehê bê. 
 
MAFÊ NEFEQEYÊ BÛ ROJAV
 
“Komîsyona Pêşîlêgirtina Hevberdanê" ya ku di sala 2016'an de hat avakirin û bi pêkanînên xistin meriyetê, bi israr li dijî rêxistinbûna jinan derket. Li dijî rêxistinbûna jinan biryara "Sererastkirina Nefeqeyê" xist meriyetê. Mafê nefeqeyê ji holê rakir. Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, di 21'ê Hezîranê de got “Ger ku jin piştî 2 salan bi hevre bizewicin û ji hev biqetin, divê heta mirinê bi awayekî hiqûqî bi hevve ne girêdayî bin." Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan  jî di çarçoveya plana 100 rojan de diyar kir ku ew dê pergala dayîna nefeqeyan bikin awayekî adîlane. 
 
Piştre Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi israr meseleya Efûyê anî rojeva Meclîsê. Li gorî vê daxwazê dê 162 herar girtiyên edlî ji efûye sûdê bigirin. Bi vê yekê kesên sucdarên tacîz û tecawizê jî bê dê bên berdan. Rêxistinên Jinan bi israr li dijî vê daxwazê dengê xwe bilind kirin. Jinan diyar kirin ku bi vê efûyê dê sucdarên tacîz, tecawiz û qatilê jinan bê efûkirin. Hemû rêxistinên jinan yek fikirin ku dê sucdarê ku mafê jinê binpê kiriye serbest bên berdan. 
 
AKP'Ê BERNAMEYA 'KAR Û DAYIK' XIST BERNAMEYA XWE
 
AKP'ê di plana kar a 100 rojan de Komîsyona Wekheviya Firsenda Mêr û Jinê (KEFEK) xist nava bernameya 100 rojan. Yek ji van raskirinan ku jinan eleqeder dike plansaziya "Dayik û Kar" xist bernameyê. Bi vê guhertinê mudaxaleyî jiyana kar a jinan jî kir. Dîsa malbatên ku hev berdane bi riya îcraya zarok deslîm bikin xist nava plana xwe. Li gorî Rapora Wekheviya Zayendiya Civakî di wekheviya jin û mêr de Tirkiye di nava 149 welatan de di rêza 130'emîn de cih digire. Di krîza aborî de tundi bi awayekî din derket pêşberî jinê. Di qada kar de ewil jin ji kar hat avêtin. Tundiya li dijî jinê zêde bû. 
 
152 saziyên jinan diyar kirin ku mafê jinan bi peymanên neteweyî û navneteweyî hatiye mîsogerkirin, di tebaxê de banga "Em ji maf û têkoşîna xwe paşve gavan navêjin" kirin. Jinan diyar kirin ku bi sedan salan e jin ji bo mafê xwe yê wekhevî, azadî, rûmeta mirovahniyê û şertên jiyanê têdikoşin û wiha ji bo destkeftiyên xwe biparêzin dê li dijî hemû cureyên êrîşan têkoşîna xwe bêtir xurt bikin.  Jinan li Stenbolê û gelek bajarên din civîn lidar xistin. Jin dê di sala 2019'an de ji bo Tirkiyeya mezin û serdema nû dîsa kom bibin û biryarên nû yên der barê rêxistinbûna jinan de bigirin. 
 
JI JINÊN CÎHANÊ KAMPANYA ‘MEE TOO’ 
 
Jinan bi armanca li dijî êrîşên tacîz û tecawizê dengê xwe bilind bikin li DYA kampanya ‘Me Too’ (Ez jî) dan destpêkirin. Ji her derê cîhanê jin tev li vê kampanyayê bûn. Jinan diyar kirin ku li dijî van kirinan ji bo dengê xwe derxin divê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre têbikoşin. Gelek rêxistinên jinan piştgirî dan vê kampanyayê. Li Tirkiye jî jinên di sektorên cuda de dixebitin tundî û êrîşa li dijî xwe teşîr kirin. Gelek çalakî pêk anîn. 
 
JIN DI 25'Ê MIJDARÊ DE RASTÎ TUNDIYA POLÎSAN HATIN
 
Bi hezaran jin ji armanca balê bikişînin ser tundiya li dijî jinan di 25'ê mijdarê de xwestin ji Taksîmê heta tunelê bimeşin. Lê polîsan li îstîklalê pêşiya jinan kir û êrîşî jinan kir. Destûr nedan jin bimeşin. Lê tevî hemû êrîş û astengiyên polîsan jin dîsa li dora pankarta “Bahaneyên ji bo tundiya Mêr  zêne, tu nêta me ya em dest ji yanê berdin û bêdeng bimînin tune ye" kom bûn û meşiyan. Daxuyanî dan û Kolanên Îstîklalê bi rengê mor û pankartên ku daxwazên wan tîne ziman xemilandin. Di vê astengiyê de tundiya mêr û dewletê carek din derket holê. Lê jinan dîsa kolan terk nekirin. 
 
 
ÇALAKIYA LEYLA GUVEN
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku tevî hat hilbijartin û bû wekîl jî nehat berdan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger kir. Guven 52 rojin li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ye û li ber xwe dide. Pêla berxwedanê li hemû girtîgehan belav bû û berdewam dike. 
 
NADÎA MURAD XELATA NOBELÊ GIRT
 
Jina êzîdî Nadia Murad ku wekî dîl ket destê DAIŞ'ê xelata Nobelê stend. Murad, diyar kir ku vê xelatê bi jinên êzîdî, kurd û Iraqê yên kêmar re parve dike. Dîsa bi jinên cîhanê yên rastî tundiya zayendi hatine re parve dike.
 
Nûnera Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, (KCDP) ya Stenbolê Fidan Ataselim, sala 2018'an nirxand û planen xwe yên 2019'an anî ziman. 
 
‘SALA 2018'AN BÛ SALA JINAN'
 
Ataselîm, diyar kir ku sala 2018'an bû sala berxwedana jinan û wiha got: "Li hemû cîhanê jin bi navê #Metoo serî hildan. Jinan bi têkoşîna xwe zagonen li dijî mafê xwe asteng kirin û guhertin. Jinan li hemû cîhanê dengê xwe bilind kirin. Jinên ku êdî bêdeng namînin her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiye mixabin li gel vê yekê ji her sal bêtir cînayeta jinan zêde bû. Tundî, tacîz û binpêkirina mafê jinê duqat zêde bû. Jinên xwendekarên zanînghê li dora femînîzmê xwe bi rêxistin kirin. Jinan qad terk nekirin. Tevî hemû êrîşan jinan qad vala nehiştin. Di 25'ê mijdarê de li gel hemû astengiyê jin meşiyan û daxwazên xwe anîn ziman. Niha em dê hêza 11 milyon hêza kar a jinên malê ku ji kar nayê hesab derxin holê. Em dê sala 2019'an bikin sala berxwedan û rêxistina jinan. Em dê rê li pêş cînayetê jinan bigirin." 
 
MA / Necla Demir 
 
 
 

Sernavên din

31/12/2018
12:52 Koma 4’emîn greva birçîbûnê ya 10 rojan dewr girt
12:39 Piştî ji Moskova vala vegeriya heviyên xwe bi Washingtonê ve girê da
12:06 Karneya çapemeyiyê ya 2018’an a Tirkiyeyê
10:58 Pirtûkên kurdî mohra xwe li salê dan: 230 pirtûk hatine çapkirin
10:38 Li Girtîgeha Bandirma îdîaya derb kirin
10:22 Senatorê DYA’ya Graham: Em şer dinava Kurd û Tirkan de naxwazin
09:46 Israra dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt!
09:39 Li Antakyayê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:31 Li Girtîgeha Gîresûnê koma 4'emîn grev dewir girt
09:10 Bavê girtiyê çalakger: Em bibin dengê berxwedêran
09:09 Li Îmraliyê keyfiyeta hikûqê: Ne 14'ê îlonê 19'ê Cotmehê
09:08 Parêzerê malbata Sakçi: Ji bo ser cînayet bigirin, biryara ‘nepenî' dan
09:07 Komira Walîtiya Edene belav kir welatiyan jahrînî dike
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2018'AN
30/12/2018
21:30 Dozger parast ku Akbaba rojek piştî danişînê jiyana xwe ji dest daye
Belgeya mirina Akbaba jî serdozger derewand
21:10 Li 23 girtîgehan 91 girtiyên siyasî di greva bêdawî û bêdorveger de ne
17:16 Temellî: Divê me mil bidin vê berxwedanê
16:27 Karkerên Balafirgeha 3’yemîn tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin
15:43 Li Dîlokê rageşiya Sûriyeyiyan: 3 kes hatin binçavkirin
15:38 Li Edenê kesên piştgirî dan Guven hatin binçavkirin
14:18 Li Wanê kedkarên tenduristiyê yên hat kuştin bi bîr anîn
13:51 Polîsan ji jina 70 salîre gotin: Agahî bide me, nexwe dê ji bo ne baş be
12:02 SES'ê xizmetkarê tenduristiyê Yural ê li Cizîrê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
11:28 Li Fîlîpînê lehî rabû: 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:03 HDP bi sindoqan namzetên xwe diyar dike
11:01 Reqayî ji bo Kobanê bûn mertal
10:27 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Pir kes hatin binçavkirin
10:17 Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê
10:00 Piştî mir dadgehê biryara berdana wî da
09:14 Wekî yên din kiryarên wî jî nehatin dîtin
09:13 Jina gef lê tê xwarin: Ma gere ez bimirim?
09:10 Di sala nû de kovareke nû: Komun
09:09 Ocalan: AYM'ê hiqûqa li Îmraliyê tê sepandin tescîl kir
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji tecrîdê re 'êdî bes e'
09:06 Demîr: Divê Stenbolê bê xelaskirin û ji nû ve bê avakirin
09:04 Di salekê de 11 caran avêtin ser mala wî
09:01 Dest vala vedigerin malê
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2018'AN
29/12/2018
18:17 Temîzyuzê HDP'î hat berdan
16:47 Jinên li Amedê Navenda Jinê ya Rosa vekir, çalakiya Leyla Guven slav kirin
16:31 Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê di erîşê de jiyana xwe ji dest da
15:54 Di hefteya dawiya salê de bal kişandin ser girtiyên nexweş
14:54 Girtiya nexweş Başdaş: Ez ê li vir bimirim
14:35 'Qatil qet nehatin cezakirin'
14:05 Hevdîtina dawî ya 2018’an: Em hêvî dikin ku windahiyên xwe bibînin
14:03 Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e
13:54 Ji malbatek Sûriyeyî 4 zarok di xanî de şewitîn
12:47 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sûrê de girt
12:29 Girtîyekê li Manîsa dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir
12:08 Girtiyên nexweş di danişîna dozê de jiyana xwe ji dest da
11:50 MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e
11:19 Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu jî dest bi greva birçîbûnê kir
10:29 Sala 2019'an dê bibe sala jinan
10:09 Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
09:58 Di 7 salên bêedalet derbas bûn de, êşên xwe bi kevirê goran derbas kirin
09:25 Qeyûm 14 erseyên şaredariyê difiroşe
09:24 Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
09:23 Rojê tenê tasek ava bi şekir û lîmonê didin girtiyê di hucreyê de
09:23 Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
09:22 'Gel dê panzêrên li ber şaredariyê rake'
09:21 Topûz: Çapemenî veguheriye amûra propagandaya îktîdarê
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN
28/12/2018
21:02 Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da
20:10 Fîgen Yuksekdag dest bi greva birçîbûnê kir
16:41 Dayikên Aştiyê: Tecrîdê rakin bila şer bi dawî bibe
16:31 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:08 Bîranîna Tahîr Elçî birin Roboskî: Heta kujer bên darizandin em ê têbikoşin
15:53 DTO ji bo girtiyên di grevê de muayene bikin bi dozger re hevdîtin kirin
15:51 Girtiyê li Panosê: Her şev bi ser qawîşên me de digirin
15:15 Rêyên 292 gund û gomên Colemêrgê ji ber berfa zêde hatin girtin
15:14 Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
15:07 ‘Em ê pêşiya Komkujiya Roboskî bernedin’
14:34 Buldan: Qatil diyar in
14:21 Kordînasyona piştevaniya grevên birçîbûnê hat avakirin
Turkdogan: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê rakirin
13:49 Namzetê HDP'ê Bîlgen: Em ê li Qersê rêça şêwrê bidomînin
13:48 Malbatên Roboskî: Ji bo edaletê em ji nû ve dest bi her tiştî bikin
12:50 YPG’ê banga Minbicê li hikumeta Sûriyeyê kir
12:12 Dozger xwest Parlamenter Aydenîz bê girtin
11:55 Di salvegera 7'emîn de li Roboskiyê êş û hêrs serdest e
11:30 Di salvgera komkujiyê de der barê Encu de doz hat vekirin
10:45 'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
10:13 KCD: Li xwe mikur hatin jî lê kes nehatiye darizandin
09:44 Unsal: Sedsal nikare kurdan tune bihesibîne û kurd jî vê qebûl nakin
09:26 Bi hinceta wê di rojnameya hatiye girtin nivîskariyê bike hat girtin
09:24 Li Sûrê stûnên dîrokî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn
09:24 Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike
09:22 Projeya bi milyonan hat çêkirin berba bû!
09:21 Nêçîrvan ew birîndar kir, ew jî wê derman dikin
09:20 'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
09:20 Li hemamê ji ber bi kurdî axivî telak bi lûfkirinê ew derb kir
09:09 Rektorê El-Kamil fi’t-Tarihê tehrîf kir hîn jî bêdeng e
Farqînî: Bi vê dixwazin di dîrokê de ji kurdan tu şop nemîne
09:08 Ji kundiran hunera awarte
09:07 Heskîf reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN
27/12/2018
17:33 Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
16:17 Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin
16:07 Li Dersimê rêya 222 gundan hat girtin
16:03 Rêxistinên Civakî yên Wanê: Beriya dereng bimîne gavan bavêjin
15:25 DEDEF: Bila Serokê me yê Giştî Alî Haydar Ben bê berdan
15:13 ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye