‘Wê herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin'

img

STENBOL - Ji bo hilbijartina herêmî bikaranîna dengên girtiyan hatin sînorkirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Hatîce Onaran, têkildarî mijarê wiha got: "Tê gotin wê bi vî awayî herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin." 

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran, bal kişand ser pêkanînên tecrîd û îzolasyonê yên li girtîgehan, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan.  Onaran, destnîşan kir ku pêkanîna tecrîdê bi awayekî sîstematîk didome û wiha bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di 2018'an de li girtîgehan pêk hatin: "Sirgûn, sewq, ferzkirina tekmîlê, zêdebûna lêgerîna li hucreyan, di hemû lêgerînan de derb û îşkencekirin, cezayên dîsîplînê, ferzkirin alêgerîna tazî, dji bo kincan kêmkirina rengan, sînordarkirina weşanên nivîskî û dîtbarî, nepêkanîna revîr û sewqên ji bo enxweşxaneyan, ferzkirina muayeneya bi kelmeçe, bi taybetî jî di dema muayenekirina jinên girtî de ji odeyê dernexitina leşker û gardiyanan, di dema sewqkirinê de biderengîxistina dayîna amûrên girtiyan, desteserkirina gelek amûrên taybet..." 
 
‘PÊKANÎNÊN KÊFÎ TÊN REWAKIRIN' 
 
Onaran, destnîşan kir ku di sala 2018'an de pêkanînên berê ne di dewarê de bûn pêk hatine û got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Tekirdagê hat xwestin bi wesayîta rîngê ya yekkesî ku dişibe qafesê sewqên nexweşxaneyê pêk bên. Li girtîgehên Tekirdag, Osmaniye û Kayseriyê ser hewadariyan bi têlan hat girtin ku girtî pêwendiyê bi hev re daneynin û bi vî awayî wan bê hewa bihêlin. Her wiha di nav serlêdanên hatin kirin de; midûr û gardiyan pêkanînên xwe yên kêfî rewa dikin. Herî dawî ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an, der barê bikaranîna dengan ê girtiyan de sînorek hat dayîn. Cara ewil e em bi van şertan re rû bi rû dimînin. Tê gotin wê bi vî awayî herî kêm mafê bikaranîa dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin." 
 
NAME Û FAKSÊN BI DERENGÎ TÊN XISTIN 
 
Onaran, diyar kir ku name û faksên ji girtîgehan tên şandin bi derengî tên xistin û got: "Di Tîrmeha borî de, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê me ji girtiyê bi navê Ahmedî Hamî ku nikare ji nav ciyan rabe xwest nameyekê bişîne. Ji Rojavayê ye û bi tirkî nizane. Di 17'ê Tebaxê de bi kurdî nameyek nivîsandiye; lê belê piştî 4 mehan şûnde yanî di 24'ê Kanûna 2018'an de name gihaşt destê me. Her wiha S.O.'yê di 28'ê Cotmeha 2018'an de ji Bakirkoyê faks ji me re şandin, piştî 2 meh şûnde hatin. Halbûkî naveroka name û faksên tên şandin diyar in. Girtî behsa rewşa xwe dikin. Ji ber name û faks dereng tên em jî dereng hay ji rewşa girtiyan çêdibin. Carinan heta name tê wateya tiştên tê de nivîsandî namîne. Belkî heta wê çaxê gelek tiştên nû qewimîne." 
 
'QÎRÎNEK, BERXWEDANEK' 
 
Her wiha Onaran bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatin destpêkirin jî. Onaran, bilêv kir ku ji ber ew rêxistineke ku mafê sereke yê jiyanê diparêzin, çalakiyên greva birçîbûnê naparêzin, lê belê ji bo asta tecrîdê bê dîtin ne mimkun e mirov xwe li hemberî vê qîrîn û berxwedanê li nedîtinê deyne. Onaran, destnîşan kir ku ew ê tu carî girtiyên bedena xwe dane ber birçîbûnê bi tenê nehêlin. 
 
Onaran, destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Ger dawî li tecrîdkirina Ocalan bê wê ev yek bi xwe re gelek binpêkirinên mafan jî ji holê rabike." 
 
'DIVÊ DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN CIHÊKAR BÊ' 
 
Onaran, destnîşan kir ku divê ji dêvla cezakirin sûc û sûcdar, bi dîtinên mirovî bûyer û diyardeyên wekî sûc tên hesibandin di çarçoveya demokrasî û mafên mirovan de esas bên girtin. Onaran, bilêv kir ku divê bi nêrîneke civakiyî nêzî sûc bê kirin û ji bilî îstisnayên wekî taciz, tecawiz û cinayetên jinan de dawî li polîtîkayên cihêkariyê bê berdan. Onaran, diyar kir ku bi taybetî jî divê rewşa girtiyên enxweş esas bê girtin û bên berdan. Herî dawî Onaran bang li herkesî kir ku di sala 2019'an de di warê çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan de tev bigerin. 
 
MA / Melike Ceyhan 

Sernavên din

04/01/2019
11:47 Bavê Ahmet Şik jiyana xwe ji dest da
11:35 Qeyûmê Mêrdînê keya kom kirin û ji AKP’ê re deng xwest
11:06 Dayika Leyla Guven jiyana xwe ji dest da
10:57 ‘Dixwazin hafizeya herêmê tune bikin’
10:06 Pekoz ê HDP’î: Ji bo winda kirina Tifaqa Cûmhûr hevkarî şerte
09:57 Li Îdirê li dijî qereqolê êrîş: Eskerek mir, 2 esker birîndar bûn
09:50 3 jinên siyasetmedar ên kurd bi ‘guman’ hatine kuştin!
09:49 Kemalbay: Meaş zêde bû an kêm bû?
09:30 Dozger ji Rojnameger Dal re 15 sal ceza xwest
09:29 Nûnerên saziyên li Wanê: Divê hikûmet guh bide çalakiya greva birçîbûnê
09:29 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ev meşale natefe!
09:28 Her zivistan nikarin çem derbas bikin
09:27 Bijîşk Gul: Divê heyetên serbixwe bên çêkirin
09:27 Dayikên Aştiyê: Girtiyên di greva birçîbûnê de aştiyê dixwazin
09:26 ‘Çav berdan axa miriyan jî'
09:25 Dadgeh bû parêzerê polîsê 4 kes kuştin: Xeşîm û westiyayî bûye
09:24 Bijîşk: Di sermayê de xurekên avî zêde bixwin û vexwin'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2019'AN
03/01/2019
16:50 Serdozgeriya Bursayê dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kir
16:43 Li Edeneyê 2 siyasetmedar hatin binçavkirin
15:41 HDP li Amed û Stenbolê li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixe
14:55 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da rojnameger Yilmaz
14:06 Ji parlamentera berê Yigîtalp re 26 sal ceza hat xwestin
13:37 Zilamê hevjîna xwe ya berdayî bi kuştinê tehdît kir hat binçvkirin
13:30 Baroya Amedê: Divê malbat û parêzerên Ocalan dikaribin biçin hevdîtinê
13:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 778’an serlêdan kirin
13:08 Macron: Divê hêzên Kurdin li Sûriyeyê bên parastin
11:48 Newaya Jin bi manşeta 'Edalet hîna di taritiyê deye' der ket
11:42 Dest ji Mînbîcê berdin ka li Îdlibê mêze bikin!
11:14 'Hevdîtina li gel Ocalan dê rojên xweş bîne Tirkiyeyê’
10:35 DEDAŞ bêdeng e û gundî jî şalteran bi daran radikin
09:58 'Gelên Sûriyeyê dê xwe biparêzin’
09:36 Girtiyên li Kayseriyê: Mirovan ber bi mirinê ve dişînin
09:35 Wê HDP ji bo qeydên li Sêrtê nehatine çêkirin serî li YSK'ê bide
09:35 Bi nanê tenûrê debara xwe dike
09:34 Girtî ji êvarê heta serê sibê rastî îşkenceyê hat
09:33 ‘Wê herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin'
09:33 Nobeta li dijî JES'an didome: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
09:32 Li endamê KCD'ê Aydogdû bi heman îdiayê cara duyemîn doz vekirin
09:30 ‘Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije'
09:29 Li gel hemû derfetên dewletê qeyûm bi ser neket
09:26 Akat: Di avakirina demokrasiyê de tekane rê çareserkirina pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2019'AN
02/01/2019
16:11 YSK’ê navê partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin aşkere kir
15:17 2 rojan dê gelê Mêrdînê tî bihêlin
15:15 Qedexekirina herêmên li Colemêrgê dirêj bû
15:11 100 sal cezayê girtîgehê li zilamê tecawizê zaroka 16 salî kir birîn
14:54 Dayika girtî: Ew 24 meh jî hevdîtinê qedexe bikin ez ê bêdeng nemînim
14:53 Rêxistinên Tenduristiyê: Destûr bidin ku heyetên hekîmên serbixwe biçin girtîgehan
14:06 Dema binçavkirinên li Serê Kaniyê dirêj kirin
14:04 Baroya Enqere: Namzetiya Bînalî Yildirim li dijî Makezagonê ye
13:29 Li Tirkiye 171 rojnamegeran li girtîgehan sala 2019'an pêşwazî kirin
13:08 Ji bo pankarta bi avahiyan ve kiribûn bangî HDP’iyan kirin ku îfade bidin
12:30 Yuksekdag: Tecrîd ne pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye
12:22 Wezaretê tezmîneta dabû gardiyenan ji girtiyan xwest
11:35 Pirsa ‘hûn çima ketin greva birçîbûnê’ ji siyasetmedarên dibin çavan de kirin
11:25 Derbasbûna Pira Osmangazî ji sedî 45 zem kirin
11:01 Kesê ku polîs lê digirin di medya civakî deye
11:01 Li Filîpînan 85 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:04 Ahmet Turk ê 5 sal berê bi Ocalan re hevdîtin kir: Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi bertekên xurt heye
09:16 Ji ber li korîdorê dayîna dermanan qebûl nekir, mehek e nikare dermanan bi kar bîne
09:15 ‘Meaş hat zêdekirin lê bi qasî zema hatiye kirin du qat jî dîstînin'
09:14 Li dijî tecrîdê ketibû grevê: Heta ku Serok li zindanê be berxwedan jî berdewam e
09:14 43 rojin li dijî tecrîdê di grevê de deye: Ocalan wijdanê mirovahiyê temsîl dike
09:13 Lawje li Mêrdîn, Amed û Êlihê konsertan li dar dixe
09:12 Teatra Jiyana Nû: Em ê di 2019’an li pêşberî temaşevanên xwe bin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2019'AN
01/01/2019
16:39 Lêpirsîn li pankarta ku navê Selahattin Demirtaş lê hebû vekirin
16:03 Parêzerên Demîrtaş serî li AYM'ê dan
15:45 Êrîşî qereqola sînor hat kirin: Leşkerek birîndar bû
15:34 Berdevka Pentagonê jî îstîfa kir
15:18 Rêveberiya Girtîgeha Wanê Pirtûka Musa Anter desteser kir
15:03 Parlementerê HDP’ê Zeydan jî li dijî tecrîdê test bi çalakiyê kir
14:29 Li Girtîgeha Kirikkale name li girtiyan qedexe kirin
12:48 NYT: Trump dema vekişandina ji Sûriyê dirêj kir
12:47 Eniya Piştgiriya Efrînê ket nava hewldanan
12:18 Daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
11:38 Çanda dîrokî ya Dersîmê: Gaxan
11:14 Gelên Minbicê: Em li vir in natirsin
09:46 e-rojname bi gavek nû dest bi 2019'an kir
09:23 Li Mêrdînê bi tangan tûr avêtin
09:22 Li Cizîr û Sîlopiyê bi drone êrîşî qereqolan kirin
09:22 Karkerên fabriqeya plastîkê: Kes hawara me nabihîze
09:20 Der barê rêvebirinên baroyê yên berê de lêpirsîna 301'ê
09:19 Girtiya nexweşîna çolyak lê peyda bûye: Nanê biglûten didin min
09:19 Midûrê girtîgehê: Ez ê şidetê bi kar bînim
09:18 Bernameya meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:17 Şaredariya DBP'î ji bo avakirne 5 parkan 500 hezar tl, lê qeyûm ji bo rastkirinê 6 milyon tl xerc kir
09:16 'Li Rihayê rojê herî kêm 2 zarok tên îstismarkirin'
09:15 'Bila dawî li tecrîdê bê, aştî pêk bê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2019'AN
31/12/2018
19:32 'Akademiya Rêveberiyên Heremî ya Şîrîn Tekelî' dest pê dike
18:50 Guven: 2019 dê bibe sala berxwedanê
16:45 KCD'ê peyama sersalê da
15:46 Demîrtaş: Alternatîfek din heye, ew jî Ocalan e
15:11 Ji Înîsiyatifa Girtigehan a Greva Birçîbûnê ya Marmara banga hestiyariyê
15:10 Hatimogullari: Dixwazin bi binçavkirinan hilbijartinê bi dest bixin
13:56 Leyla Guven: Çi ji destê kê tê divê bike
13:11 KESK: Em medya lînç û nifrînê naxwazin
13:01 HDP'ê peyama sersalê da: Dê zalîm têk biçin