Dest ji Mînbîcê berdin ka li Îdlibê mêze bikin!

img
MÎNBÎC - Tirkiyeya ku bi Mînbîcê radize û radibe, di hevdîtinên Soçî de soz da bû Rûsyayê dê Idîpê paqij bike, lê her ku diçe krîz li wê derê mezintir dibe. Tirkiyeya ku êdî nikare komên OSO yên dibin kontrola xwe de kontrol bike, di xwaza bi rojev kirina Mînbîcê ser vê krîza ku dijî bigire. 
 
Gefên operasyona Tirkiyeyê yên li ser Mînbîcê berdewam dikin û dem bi dem êrîşên tacîzê li cihê van gefan digirin.  Piştî biryara vekişandina DYA ya ji Sûriyeyê û Rûsya jî bi destê rejîmê daket qadê, lêgerînên êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bajêr zêdetir bûn. Tirkiye hewl dide bi rêya çapemenî û medyayê hesabên xwe yên li ser herêmê di rojevê bigire û bi vê yekê armanc dike ku bi ser krîza li Îdlîbê tê jiyîn bigire. Ev rewş bandorê li ser Babê ya dibin kontrola Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên OSO deye dike. Tirkiyeya ku ji bo sînorê Babê sewqiyetê dike, li dijî wê hêzên parastina Mînbîcê û artêşa rejîma Sûriyeyê bi hevre sînorê Mînbîcê diparêzin. 
 
Di medya hewzê û medya serdest de, her roj nûçeyên “Operasyona Mînbîcê dest pê kir” û “Komên OSO li ser rêya Mînbîcê ne” serwîs dikin, lê tu rastiya van nûçeyan tuneye û Ajansa Mezopotamya (MA) bi dîmenên nû ev yek pişt rast kir. 
 
MÎNBÎC
 
Yek ji du herêmên bajêr ku liv û tevger lê heye, peravên ava Sacûrê ye. Sacûr weke xeta sînor dinavber Meclîsa Leşkeriya Mînbîc û Komên “Mertalê Firatê” yên Tirkiyeyê de hatiye diyar kirin. Lê ji roja ku Tirkiyeyê dest bi gefên xwe yên li ser bajêr kirin, dem bi dem êrîşên xwe yên tacîzê li dijî gundên li ser vê xetê Erep Hesen, Meskenlî û Ondadat pêk tîne. Tirkiyeyê heya roja îro herî zêde êrîşî li dijî gundê Erep Hesen pêk aniye. Li Gundê Erep Hesen a Jorîn şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê dimînin û li pêşberê gund jî Gundê Erep Hesen a Jêrîn heye û komên OSO li vî gundî di çeperan dene. Li gund hem liv û tevgera gundiyan berdewam dike û hem jî şervan amadekariyên xwe dikin.
 
‘EM LI VIRINS’
 
Yek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Ebû Leyla Mînbîc, derbarê rewşa dawi ya herêmê de ev agahî dan: “Tiştên di çapemeniyê de tên gotin ne rastin. Va ye hûn bi xwe jî dibînin. Çapemenî şerê psîkolojîk bi rêve dibe. Li herêmê tu rastiya van nûçeyan tuneye. Dinava me de mesafeyek pir kêm heye. Em li dijî êrîşan amadene. Rewşên wiha ji bo me ne nû ne. Berê jî bi dehan car em bûn şahide vê yekê. Em zarokên vî bajarîne. Emê bajarê xwe  diparêzin û emê parastina wê dewam bikin. Hem li kolanan û hem jî di çeperan de moralê me bilinde.”
 
Li aliyê din hêzên girêdayî koalîsyona navneteweyî li dijî DAIŞ’ê li nava bajêr dewriye digerin. 
 
BAB
 
Li bajaroka Arîma ya girêdayî Babê jî ku dikeve rojavayê sînorê Mînbîcê, Hêzên Rejîma Sûriyeyê, Meclîsa Leşkerî ya Babê û hêzên El Ekrad li bi cih bûne. Dîsan li herêmê hêzên Rûsya ji Arîma bigirin heya Gundê Bogaz koordine dikin. Tirkiyeya ku dixwaza vê rewşê xerab bike û komên piştgiriyê dide wan, berî du rojan êrîşî Goma Xalîdiye ya Gundê Bogaz kirin. Lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê, bersiv da wan û piştî pevçûna derket, paşve vegeriyan. 
 
NÛÇEYÊN ‘REJÎM PAŞVE VEKIŞYA’ DEREW DERKETIN  
 
Ligel ve yekê jî medaya Tirk nûçeyên “Ji ber êrîşên OSO hêzên rejîmê pave vekişiyan” servîs kirin. Lê piştî demekê derket holê ku tu rastiya van nûçeyan tuneye. Li dijî êrîşên îhtîmal, tiliyên şervanan her kêlî li ser tetîkê ye. 
 
IDLÎB
 
Rûsyeya ku başûrê Idlibê bombebaran kir, ev du rojin dinavbera du komên li vê derê de, pevçûnên dijwar rû didin. Dîsan Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) a weke El Nûsra dihat zanîn,  li dijî  tabura Nûreddîn Zengî ya dibin kontrola MÎT’ê de û komên Eniya Rizgariya Neteweyî berdewam dikin. HTŞ 6 gundên dibin Daret Îzza yên dibin kontrol a Nuredîn Zengî de xistin bin kontrola xwe. 
HTŞ bi vî awayî, gehiştiye sînorê Efrînê. Hat diyar kirin ku MÎT jî komên di rojevêne, li dijî HTŞ’ê bi rêxistin dike. Krîza li Idlibê jî bi vî awayî her ku diçe kurtir dibe û wisan xuya dike ku dê di rojên pêş de mezintir  bibe.
 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

07/01/2019
17:07 Stand-upa "Qirdik" li Stenbolê ye
16:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de sîrgûn kirin
16:57 Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin
16:47 2 stranbêjin li dawetan distirînin hatin girtin
16:07 Kurtulan: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê divê daxwazên Guven bên qebûlkirin
15:39 Kedkarên hatin îxrackirin bila li karê xwe vegerin
14:53 Qeyûmê Wêranşarê nûçe piştrast kir
14:50 Siyasetmedarên jinên Kurd li Îzmîrê hatin bibîranîn
14:14 Platforma girtîgehan bişopîne li Amedê hat avakirin
13:41 Temel: Welat li benda me ye!
13:04 Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek
13:04 Dadgehe di doza Sara Kaya de dosya amîrê TEM'ê xwest
12:49 Demîrtaş: Ez îtîfaqa li Kurdistanê giring û pir watedar dibînim
12:33 Guven 4 rojin nikaren bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
12:09 Greva birçîbûnê belav dibe: Herî kêm 156 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ne
10:27 Benzîn û mazot zem dibe
09:57 Maşina karker û xwendekaran li hev qelibîn: 2 kes mirin 14 kes birîndar bûn
09:48 5 hezar û 600 hilbijêrên nû çêbûn: 3 hezar û 500 hilbijêr ne ji Şirnexê ne!
09:25 Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
09:25 Li Licê, Hênê û Karazê sala nû bi qedexeyan dest pê kir
09:08 ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonê pêk bîne'
09:07 Rêyên ku qeyûm li Wêranşarê bi 12 milyon tl çêkir hilweşiya
09:06 Bernameya Şa Performans a Çile diyar bû
09:06 Dozger ji xwediyê rojnameya Kurdî 15 sal ceza xwest
09:05 ‘Girtiyên ketin grevê tenê banga Ocalan esas digirin'
09:04 Li Edeneyê zextan sîxuriyê li ciwanên HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2019'AN
06/01/2019
21:30 Di medya civakî de ji bo Leyla Guven kampanya piştgiryê
16:35 Başaran a HDP'î: Em deng bidin qêrîna girtiyan
16:25 ‘Civîna Jinan a Tirkiye' bi dawi bû
16:20 Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê: Êrîş bi me gavan paşve nade avêtin
16:11 Li Sêrtê qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran hatin jêbirin
15:53 Platforma Îxracan a Amedê: Em dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin
15:30 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:14 DYA: Heta em kurdan neparêzin em venakişin
14:37 Bi ser qawîşa girtiyên di greva birçîbûnê de girtin
14:23 Li Rihayê kesek hat binçavkirin
14:17 Partiyên Kurd dê li Amedê deklarasyonekê hevpar biweşînin
13:51 Di nava partiyên Kurdan de hevparbûn: Armanc Yekitiya Neteweya Kurde
12:53 Konê li dijî JES’an hatibû danîn hat rakirin, çalakî didome
12:13 Fîlîpînê bahoz rabû: 126 kes mirin
12:00 Li Brezîlaya erdheja pileya wê 6,8 rû da
11:25 Enqeriyan bang kirin: Em bibin dengê Guven
10:22 Elizabet Gewriye: Me bi hêza cewherî ya gel axa xwe rizgar kir
10:21 Rêveberên HDP’ê tên tehdîtkirin!
09:44 Dadgehê ji bo 4 wekilên HDP'ê lez da darizandinê
09:07 Hatîmogullari: Leyla Guven mafdare divê tecrîd rabe
09:05 Li Girtîgeha Alanya lîmon, xwê û şekir nadin girtiyan
09:04 Weşanxaneya Aramê bi 8 pirtûkên nû li Fûara Çûkûrovayê ye
09:03 ROJEVA 06'Ê ÇILE YA 2019'AN
05/01/2019
22:45 Îzgoren: Ya helbestê bi me dide nivîsandin êş û derd in
22:13 Polîsan ji bo 'stîckeran' avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê
19:51 Îhaleyên der barê firotina erseyên Şaredariya Sûrê de hatin betalkirin
16:31 Serdanên teziya malbata Guven berdewam dike
15:24 Ji bo Kelekçîler bangî dadgehê kirin: Serbest berdin
15:16 Vîtamînê B12 û B1 nadin girtiyên di çalakiyê de
15:10 Xizmên Windayan: Bila daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin
14:57 Sakîne Demîr: Îro roja Kurdan e êdî dema yekîtiyê hatiye
14:40 Mirina jinekê ya bi guman
14:39 Komîteya Partiyên Siyasî: Partiyên bê rûhset dikarin buroyên xwe vekin
14:33 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Divê saziyên cemawerî înîsiyatîf bigirin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em ji bo Komkujiya Basayê edaletê dixwazin
13:27 Dersimiyan bertek nîşanî birîna ceyranê dan
13:26 Qonaxa ku welat gihîştiyê: Neçar ma terka kurê xwe bike
13:07 Jin ji bo têkoşîna hevpar di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de kom bûn
Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike
12:56 Tosûn a HDP’î: Em destûr nedin ranta parçekirina Amedê
11:50 Leyla Guven dê bi rîngê nikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe
11:48 'Me dayika xwe winda kir, dema bavê min jî mir Leyla tune bû’
11:25 Muslum: Tirkiye bila li pirsgirêka azadiya welatê xwe binêre
11:07 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
10:28 KCR: Em bi ruhê yekgirtî û serhildanê têbikoşin
09:52 9’emîn Kongreya HDK’ê dê di 12-13’ê Çile de bê lidarxistin
09:42 Li şûna Mcgurk Jeffrey hat erkdarkirin
09:30 Hunermend Atli şevê bi stranan geş kir
09:27 Parlementerê HDP û CHP'ê: Ya Yildirim dike sûc e
09:26 'Eger rapora der barê qeyûm de ji bo şaredariyên DBP'î hatibûna amadekirin em ê bihatana girtin'
09:25 Tiryakî: Desteserkirina mafê dengdayînê ya girtiyan tê wateya binpêkirina mafan
09:23 Ji ber barana zêde 450 hezar donim garis nehat çinîn
09:22 Li DÎSA-DER'ê eleqeya ji bo kursên ziman
09:22 Şanoya Mencelê bi du lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan
09:13 Ji ber got 'faşîzma qesrê' ji 301'ê doz lê hat vekirin
09:13 'Demîrtaş ne sûcdar e'
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2019'AN
04/01/2019
20:02 Li Semsûrê erd hejiya
19:39 Li Girtîgeha Alanyayê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
19:04 Ji bo erseyên Şaredariya Sûrê neyên firotin serî li dadgeha îdareyê dan
18:29 18 kesên li Serêkaniyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:37 Baroya Amedê: Em ê radestî pêkanînên we nebin
16:23 ÎHD: Li Wanê di 2018’an de 9 hezar û 234 binpêkirina mafan qewimî
16:01 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 2018'an de Hezar û 923 karkeran jiyana xwe ji dest da.
16:00 Leyla Guven dê beşdarî şîna dayika xwe bibe
15:27 Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan destek da Leyla Guven
15:13 Cenazeyê dayika Leyla Guven hat definkirin
14:58 Mijara Idlibê danîn ser masa Tirkiye: Şer dest pê kir
14:11 TJA: Em ê li dijî komkujiyên li Parîs û Sîlopiyê bi felsefeya azadiyê têbikoşin
13:59 Jinên Amedî ji bo yekbûnek xurt ji hevdîtina li Stenbolê re amade ne
13:48 HDP'ê ji bo Cevriye Guven sersaxî xwest
13:36 Leyla Guven xwest beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
13:28 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:57 ‘Kurdên ku ne bê çare ne eyar dan DYA'yê'