Platforma Îxracan a Amedê: Em dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin

img
AMED - Platforma Îxracan a Amedê, bi daxuyaniyekê avakirina xwe aşkere kirin. Platformê helwesta xwe ya li dijî îxracan aşkere kirin û diyar kirin ku têkoşîna wan a rewa ya li dijî îxracan dê bidome. Li ser navê Platforma Îxracan a Amedê Mehmet Şahîn diyar kir ku li Tirkiye heta ku demokrasî û hiqûq pêş bikeve, wekî platform dê têkoşîna rewa ya fîîlî pêş bixin. 
 
Komek endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê yên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin li ber AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li hev kom bûn û bi daxuyaniyê avakirina Platforma xwe bi raya giştî re parvekirin. Platforma Îxracan a Amedê, bi armanca balê bikişîne ser karmendên hatine îxrackirin û binpêkirina mafên mamosteyan, daxuyanî dan û biryara têkoşînê dan. Li ser navê Platforma Îxracan a Amedê Mamoste Belgîn Gulben metnê daxuyaniyê xwend. Mamosteyê bi KHK'ê hat îxrackirin Mehmet Şahîn jî li ser navê Platforma Îxracan a Amedê belgeya helwestê xwend. Gulben, destnişan kir ku bi hinceta hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an li tevahiya Tirkiye OHAL hat îlankirin û wiha got: "Bi 36 KHK yan, bi giştî 135 hezar û 144 karmend li dijî hiqûqê hatin îxrackirin. Ji ber ku me mafê xwe yê rewa parast em hatin îxrackirin. Divê bê zanîn ku wekî duh îro jî li pey maê xwe yê demokratîk in û duh ji pêkanînên dijdemokratîk netirsiyan û îro jî natirsin. 
Tu carî armanca me ya sere nebû aborî. Ji niha û şûnde jî nabe aborî. Armanca me ya sereke li dijî kesên ku li Amed, Pirsûs, Enqere, komkujî pêk anîn û sûc kirin hesap bipirsin e. Têkoşîna me li dijî hewldana dijberiya yekîtiya gelan û jiyana hevpar e. Beri her tiştî em dixwazin 81 milyon mirovên li Tirkiye dijîn wekî mirovan bijîn e."
 
'YÊN KU WELAT TALAN Û WÊRAN DIKIN HESAB JI WAN NAYÊ PIRSÎN'
 
Gulben, da zanin ku Komîsyona OHAL'ê ku qaşo li dijî hiqûqiyê hatiye avakirin, ew bi xwe îro bûye pirsgirêk û wiha berdewam kir: "Komîsyon bi xwe bûçe çavkaniya bê hiqûqiyê ya mezin. Komisyona OHAL'ê îro ketiye şûna dadgehê û bê hiqûqiyê dike.  Ev yek nayê qebûlkirin. Saziyê ku bêyî Qanûna Bingehîn li ber çavan bigire û biryaran bide bi xwe sûc dike. Yê ku bingeha darbeyê ji darbekaran re ava kir îktîdara siyasî bi xwe ye. Wekî berê niha jî yê li dijî darbeyan li ber xwe da gel e. Bi salan e yên ku welat talan dike û wêran dike hesab ji wan nayê pirsîn. Lê niha bêyî tu hincet û sedeman nîşan bide bêyî ku mafê parastinê bide wan bi deh hezaran karmendên kedkar îxraç kirine. Em îxracê li dijî hiqûqê û qanûnê dinirxînin. Ji ber vê yekê em dixwazin Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê bê betalkirin. Em dixwazin hiqûq û demokrasî têkeve meriyetê. Kesên ku li diji hiqûqê hatine îxrackirin dîsa li karên xwe vegerin û erka wan paşve bidin wan." 
 
2.5 SAL DERBAS BÛN LÊ HÊJ PÊKANÎNA DIJHIQÛQÎ DIDOME
 
Mamosteyê bi KHK'ê hat îxrackirin Mehmet Şahîn jî li ser navê Platforma Îxracan a Amedê belgeya helwestê xwend. Şahîn da zanîn ku piştî OHAL hat îlankirin li Amedê bi hezaran kedkarên cemaweriyê li dijî hiqûqê hatin îxrackirin û wiha got: "Piştî hewldana darbeyê 2,5 sal derbas bûn. Ligel ew qas dem derbas bû hêj pêkanînên dijdemokratîk û li dijî hiqûqê berdewam dikin. Pêvajoya neyînî ya der barê îxracan de berdewam dike. Li tevahiya Tirkiye bi sed hezaran mirov li gel malbatên xwe hemû mafê wan ê zagonî ji destê wan hatiye girtin. Mahkûmî xizaniyê kirine. Ji ber vê yekê ji bo têkoşîna hiqûq û demokrasiyê li bajar bimeşîne û hemû kesên îxrac bûne li hev kom bike pêdievî bi vê platformê hatiye dîtin." 
 
Şahîn, destnîşan kir ku armanc hemû kesên li bajar îxrac bûne di bin baneyê platformê de li hev kom bike û bikin xwedî helwestek hevpar û wiha bi dawî kir: "Platform dê bi têkoşîna rêyên demokratîk dengê xwe bilind bike. Dê pêkanînên OHAL û bêhiqûqiya komîsyona îdarî teşîr bike û li ber çavan raxe. Dê hesasiyeta civakî û mexdûriyeta îxracan bîne ziman û parve bike. Bi rêya têkoşîna civakî, di çarçoveya demokratîk de dê têkoşîna xwe pêş bixin. Dê hemû kar û barên hiqûqî yên der barê kesên hatine îxrackirin di nava pêvajoya  hiqûqî de çareser bikin. Em weki kesên hatin îxrackirin, dixwazin demek berî demekê Komîsyona Lêkolînê ya OHAL'ê bê betalkirin. Wekî duh iro jî em li pişt daxwazên xwe ne. Em netirsiyan û natirsin. Armanca me ya sereke li ser vê axê 80 milyon mirov wekî mirovan û di nava şert û mercê xweşk û biratiyê de bijî ye. Pêvajoya komîsyona OHAL'ê bi fermana Serokomar ve salekê hat dirêjkirin. Komîsyona OHAL'ê saziyên Qanûna Bingehîn û hiqûqê yên Komara Tirkiye tune dihesibîne. Ev raste rast qanûna bingehîn îhlal dike. Li welatê me heta demokrasî û hiqûq pêş bikeve têkoşîna me dê dewam bike. " 

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî