Partiyên Kurd deklarasyona hevpar aşkere kirin: Em dê di parên hevpar de bibin yek

img
AMED – Partiyên kurdan beriya hilbijartina 31'ê Adarê hatin cem hev û ji bo li qadekê bibin yek deklerasyona hevpar aşkere kirin. Partiyan diyar kirin ku dê bi îtîfaqa rêveberiyên herêmî çanda yekîtiya neteweya kurd pêş bixin û yekîtiya nava gelan xurt bikin. Nûnerên partiyan destnîşan kirin ku wekî partî û tevgerên kurd dê di para hevpar de bibin yek. 
 
Partiyên kurdan beriya hilbijartinê deklerasyona hevpar aşkere kirin. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de ji bo yekîtiya partî û gelê kurd gavek şênber avêt. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T) di çarçoveya îtifaqa ji bo rêveberiyên herêmî de deklerasyona hevpar aşkere kirin. Partiyên kurdan bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li Salona Dawetê ya Ayaz Elagance ya Navçeya Peyasê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezai Temelli, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gullistan Kiliç Koçyigit, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Berdevkê Hereketa  Azadî Ayetullah Aşiti, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştîyê Partiya Komînîst a Kurdistan Sînan Çiftyurek, Seroka Giştî ya DDKD 'ê Nesrin Asgar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Xwişka Mazlum Dogan Serap Doğan, malbatên Roboskiyê, nûnerên mafên mirovan, oldar û gelek pêkhatiyên saziyên kurd amade bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî jî di civînê de cihê xwe girtin. 
 
Li salone pankarta “DEST BIDIN HEV WELAT LI BENDA ME YE" vekirin. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Deklerasyona partiyan bi kurdî Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Bi tirkî jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan xwend. 
 
DAXUYANIYA DEKLERASYONÊ WIHA YE: 
 
Ji ber ku hilbijartinên heremî, ji bona desthilatdarîya heremî û bicîhbûna demokrasîyê giring in, jixwe ji me Kurdan re ev hînagiringtir in. Hilbijartina 31 Adarê ji ber hinek sedemên ku emê li jêr bînin ziman hîna giringtir bûne.
 
1-Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyê eşkere xûya dike ku parlamento ji derb de ketiye û pê re ji giringiya îdareyên heremî hina zêdetir bûye.
 
2 -Desthiladar, mixalefet û partîyênsîstema Tirkiyê, bi plan û programan bere xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bicîh bikin. Ew dixwazin ku bi gelê me re ev fikir biwana re çê bibe;  “em herin ser sondaqan jî, em necin jî wê tu cuda bûn çê nabe, çawa be jî ew ê li şaredarîyan qayûm werin tayin kirin.” Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji siyasetê sar bikin, bi van dîtinên çewt gelê me jixwe re dikin hedef.
 
3- Serokê MHP Dewlet Bahçelî di der barê Kurdan û hilbijartina heremî li Kurdistanê de dibêje; “heke Kurd careke din desthilatdariya heremî ji deste qayûman derxînin, wê hinek daxwazên wana hîna kurtir bibin. Ev jî wê Tirkiyê bibe devereke din. Ji bona ku em bikevin pêşberî vê yeke divê em eşîran têxin dewrê” Ango Bahçelî dibêje bila Kurd hilbijartinan winda bikin, bila MHP jî hilbijartinê winda bike lê bila dewleta Tirk winda neke.
 
4-Piştî ku pergala serokatiyê bicîh bû desthilatdariya AKP û rejîma Tirkiyê tene bûye ya zilamekî. Ji bona ku em bikaribin bihilbijartinên meşrû û îrada gel vê pêvajoyê derbas bikin, divê em karib in tifaqên gelekî berfireh li Kurdistanê pêk bînin.
 
Ji ber vê yekê em tifaqa xwe li Kurdistanê, li Tirkiyê û li Dinyayê, ji raya giştî re radigîhînin;
 
a) Em tevger û partîyên Kurdistanî ku îmzeyên me li jêr hene di bin sîwana HDP de, di hilbijartinên heremî de tifaqa xwe îlan dikin.
 
b)  Tifaqa Cumhur ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike û bi formîla ku dibêje “Bila Kurd winda bikin”siyasetê dike. Li himberî vê dîtinê em jî dibêjin; “Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me bi ser bikeve, bila partîyên me bi ser bikevin. Bi wan helwestan em dixwazin  ku derfet û destkevtinên xurt bi dest bixînin.
 
c) BiTifaqaHilbijartinaHeremiyaKurdistanê em dixwazinsîyasetasivîl- demokratîkxurtbikin, jibonavêyekêem bibahwerîtêdikoşin. Û ya helîgiringjîem nirxêngelême yênnetewîdiparêzin û êrişênkuli ser gelê mehenedibingehekesivîl-demokratîkde em lihimberîvanêrişanderdikevin.
 
d)  Di tifaqa hilbijartina heremî de tevger û partiyên me amaje pê dikin ku di nava gele me de kultura hevkariya netewî-demokratik pêş de bibin. Dîtinên şaş ku di nava Kurdan de heta nûha belav bûne, weke ku tê gotin “Kurd nikarin tifaqa bi hev dû re ava bikin”, Em dixwazin vê dîtina şaş di hilbijartinên heremî de bişkînin, vala derxînin û li gora daxwaza gele xwe tevger bikin.
 
e) Di Tifaqa Cumhur de (AKP-MHP) dibêje; ji bona pêşeroja dewleta xwe em tifaqê ava dikin, lûksa me ku em ji hevdû bixeyidin tuneye, ji ber van sedeman em tifaqê çêdikin û li hev dikin. Em tevger û partiyên Kurdan jî nakokî û cudabûnên xwe paş de vêdikişînin û li ser nirxên hevbeş yên Kurdan em tifaqa xwe di hilbijartinên heremî de radigîhînin.
 
f) Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendîyê emê di şaredariyan de helwesteke netewî - demokratik pêş de bibin. Di warê heremî de em ê bixwazin ji gele xwe re xizmetê bikin.
 
g) Kurdên ku di hilbijartinên heremî de li derveyî tifaqa me tevger dikin, em rûmetê nişanî îrada wana didin û helwesta wana weke mafeke demokratik dinirxînin. Lê bele di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîne ziman, em dixwazin di hilbijartina 31 Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdû re tevger bikin. Beşdarbûna Kurdan bitifaq û bihev re giringîyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Em ê heta dema dawî ji bona hilbijartina heremî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin, banga xwe dubare bikin û bangî van hevalan bikin ku beşdarî tifaqa me bibin.
 
h) Em dîsa giring dibinin ku HDP di hilbijartinên heremî de bi hêzên demokrasîyê li Tirkîyeyê re tifaqên berfireh ava bike.
Em ji raya giştî re ya bi rêz re radigihînin.
 
Em bahwer dikin û emê serkevin
Wê gelê me û gelên me bi ser kevin
Wê tifaqa me bi ser bikeve
Emê bi ser bikevin.
 
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP), 
Hereketa Azadî, 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 
Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), 
Partiya Mirov û Azadiyê, 
Partiya Komunîstên Kurdistanê, 
Platforma Demokratên Kurd (PDK) 
Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T)" 
 

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî