Nûnerên rêxistinan bang li hikûmetê kirin: Daxwazên Leyla pêk bînin

img
AMED – Hevserokên Rêxistinên HDP, DBP û DTK'ê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaret kirin û ji hikûmetê xwest ku daxwazên Leyla Guven pêk bîne. 
 
Heyeta ku ji Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê DBP'ê Mehmet Aslan, Vekîlê Serokê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahin Tumuklu û parlamenterên HDP'ê pêk dihat, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 61 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê deye, KCD ziyaret kirin. Nûner û hevserokên Partî û rêxistinan di ziyaretê de daxuyanî dan û piştgiriya xwe dan daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. 
 
OZTURK: DIVÊ HER KES LI ÇALAKIYÊ XWEDÎ DERKEVIN
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, ji ber ziyaretê kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest her kes li çalakiya Leyla Guven a 61 rojin berdewam dike xwedî derkevin. Ozturk bal kişand ser çalakiyên grevê û wiha got: "Hemû hevalên me yên girtî li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Li gel tercrîdê li dijî gelê Kurd şerek tê meşadin. Dixwazin vê tecridê li ser gelê kurd jî bimeşînin. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser hemû gelê kurd û Tirkiye tê meşandin. Hemû krîza yenî ji ber tecrîdkirina Birêz Ocalan pêş dikeve. Heta ku tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî nebe, ev krîz çareser nabe."  
 
KOÇYÎGÎT: DENGÊ TÊKOŞÎNA ME YE
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku Guven li dijî tecrîdê 61 rojin di grevê de ye û wiha got: "Niha Guven 61 rojin di grevê de ye û tenduristiya wê di bin rîskên mezin de ye. Ji bo daxwazên Guven pêk bînin divê rayedar li bez gavan bavêjin. Em dibînin ku hikûmet wekî 3 meymûnan dilîze. Ne tenê li dijî grevên birçîbûnê, li gelemperî xwehû heman helewst e. Brêz Leyla Guven, li dijî tecrîda kur ku li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, bedena xwe daye ber birçîbûnê. Em bang li dewletê dikin ku li hiqûqa xwe xwedî derkevin. Ev rewş ji bo Tirkiye rewşa şermê ye. Yên ku zagonên xwe binpê dikin Tirkiye xistine halekî pir xerab. Tecrîd rewşa halê hiqûqa Tirkiye radixe ber çavan. Dewlet zagonê xwe îhlal dike. Çalakiya Birez Guven û girtiyên din bi armanca ku Tirkiye disa li halê xwe yê asayî vegere ye. Divê van çalakiyan vegerînin şensa çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev deng ne tenê yê Leyla Guven e. Ev dengê têkoşîna mey e. Divê em tev li vî dengî xwedî derkevin û bi hevre vê tecrîdê bişkînin." 
 
BULDAN: EV BÊHIQUQÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî bal kişand ser tenduristiya Leyla Guven û nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî Guven û wiha got: "Em piştî civîna îtîfaqê hatin KCD'ê û me KCD ziyaret kir. Ev pir girîng û watedar e. Leyla Guven 61 rojin di grevê de ye. Tenduristiya wê di rewşek pir xerab de ye. Nikare derkeve hevdîtina parêzer. Li girtîgehê dayika xwe winda kir. Mafê wê yê rewa yê ziyareta şînê asteng kirin. Xwestin bi rîngê bişînin. Ligel hemû derfetên dewletê hene jî balafira ambulans amade nekir. Birêz Leyla ji ber tenduristiya xwe nekarîbû bi rîngê biçe. Divê em tev li ser vê yekê bifikirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê helwesta AKP'ê qet qebûl nakin. Birêz Guven ne ji bo xwe ketiye grevê. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Tirkiye ye. Divê her kes vê yekê bîbîne. Birêz Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha nikare bi tu kesî re hevdîtin bike. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e. Divê demek berî demekê guh bidin daxwazên Guven û daxwazên wê pêk bînin. Bi lez guh bidin daxwazên Leyla Guven. Bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan rakin. 
 
ASLAN: BI LEZ VÊ TECRÎDÊ RAKIN
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê  Mehmet Aslan jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Li Tirkiye îro demokrasî hatiye cemidandin. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Piştî tecrîdê civak perçe bû. Divê demek beri demekê tecrîdê rakin. Tirkiye zagon û qanûnê xwe ji holê rakike û binpê dike. Tecrîd ne tenê pirsgirêkên gelê Kurd, pirsgirêka pêşeroja Tirkiye ye. Divê demek beri demekê daxwazên çalakgeran pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin." 
 
TEMELLÎ XWEST DMMÊ ERKA XWE PÊK BÎNE
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî anî ziman ku tecrîdkirina li Îmraliyê 20 salin didome û piştî 5'ê nîsanê tecrîd hatiye girankirin. Temelî, anî ziman ku dewlet ne bi hiqûqê bi fermana hikûmetê tê bi rêvebirin û wiha got "Ger ku Tirkiye dixwaze pêşeroja xwe ava bike divê bi lez tecrîdê bi dawî bike û guh bidin daxwazên Leyla Guven. Bi lez dawî li tecrîdê bînin. Em bang li DMME dikin ku der barê rewşa Ocalan de erka xwe pêk bîne. 
 
TUMUKLU: ÇALAKIYLA BRÊZ LEYLA NOKTEYA DAWÎ YE
 
Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahin Tumuklu jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Çalakiya  Rêheval Leyla Güven nokteya dawî ye. Ger ku dema mirov bedena xwe bide ber birçîbûnê êdî alternatif nemaye. Ev dengê kesên ku li vî welatî aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze ye. Em bi hevre li dijî rêveberiya faşizmê ji nûve demokrasiyê ava bikin. Çalakiya Birêz Leyla Rûmeta me ye. Em bang li her kesî dikin ku li vê çalakiyê xwedî derkeve. " 
 
 

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî