Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake

img
STENBOL – Dîrokzan Erdogan Aydin, diyar kir ku dînamîkên şoreşger ên herêmê kurd in û wê di 2019'an de li Sûriyeyê hevsengiyên nû rû bidin. Aydin, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî û li Cenevreyê di çarçoveya mafên gelan de wê livbaziyên nû pêk bên û wiha got: "Wê avakirina Sûriyeyê li herêmê xeyalên tehekumiyê jî ji holê rakin." 
 
Dîrokzan Erdogan Aydin biryara DYA'yê ya ji bo vekişinadina ji Sûriyeyê û qewimînên dawî yên li Sûriyeyê diqewimin ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin.  Aydin, destnîşan kir ku qewimînên dawî derfetên guherandina Sûriyeyê ku di sala 2011'an de rû dan ji holê rakirine û got: "Di sala 2011'an de di serî de DYA û NATO, Bihara Ereban ji bo rejîma Sûriyeyê noq bibe veguherandin tiştekî qirase û li gor vê stratejiyeke hat çêkirin. Ev yek tenê ne li Erebîstana Suûdî, Qatar û welatên, li Tirkiyeyê jî bû cihê encamên cidî. Îktîdara AKP'ê xwest vê rewşê veguherîne serdestiyeke Osmaniyî ya nû. Çima di qada şerê li Sûriyeyê de Tirkiye ji DYA û Rûsyayê bêtir di nav liv û tevgeran de ye? Çimkî ji gotina edakirina nimêja li Mizgefta Emeviyê tê fêmkirin ku dixwaze bibe serwerê erdnîgariya ereban. Bi awayekî dîtir, armanc ew bû ku Osmaniya di dema Yavûz Sûltan Selîman de di ji salên 2010'an ve ji nû ve îhya bike." 
 
‘TIRKIYE ŞER KÛRTIR KIR' 
 
Aydin, bilêv kir ku mudaxilekirina emperyalîst a li Sûriyeyê di 2013'an de karaktera xwe guherandiye û got: "Di 2013'an de DYA'yê dît ku kontrolkirina hêzên piştgiriyê dide wan û wan xwedî dike ji ya Esad xerabtir e. Loma hêdş hêdî dev ji wan çeteyên şerîatxwaz berda. Paşê DYA û Rûsya li hev kirin şiklek dan Sûriyeyê. Çi Tirkiyeya AKP'ê çi jî Erebîstana suûdî xwe nedan ber vê xetê û xwe jê dûr xistin û şer kûrtir kirin." 
 
'HESABÊ LI MALÊ Û YÊ ÇARŞIYÊ LI HEV DERNEKETIN' 
 
Aydin destnîşan kir ku rewşa niha sererastkirinekê ferz dike û got: "DYA di vê sererastkirina nû de tevkarê xwe Tirkiyeyê bi destê Rûsyayê berda. Wisa difikirim divê biryara DYA'yê ya vekişînê jî bi vî awayî bê nirxandin. Trûmp bi biryara vekişînê xwest Tirkiyeyê bi xwe ve girêbide û xwest hin destkeftiyên kurdan bên tunekirin. Lê belê wekî sala 2011'an dîsa hesabê li malê û yê li çarşiyê li hev derneketin. Lew nakokiyên li DYA'yê rû dan û îstifayên çêbûn nîşan da ku Trûmp wisa bi hêsanî nikare biryareke wisa bide." Aydin, diyar kir ku piştî biryara DYA'yê Rûsyayê jî xwest rejîma Esad li herêmê bi cih bike û got: "Bi awayekî aşkere, Rûsyaya ku di operasyona Efrînê de rê li ber Tirkiyeyê xist, lê vê carê ji bo nakokiya di navbera Tirkiye û DYA'yê de kûrtir bike heman tişt nekir. Ev jî nîşan da hesabê li malê û yê li çarşiyê li hev dernakeve. Loma jî çi hatibe gotin bila hatibe gotin wê DYA bi temamî ji Sûriyeyê dernekeve. Îhtimala ku Tirkiye li hemberî rojhilata Firatê wekî Efrîn û Cerablûsê operasyonekê li dar bixe pir kêm û qels e. Çimkî ger DYA vekişe jî wê ew der ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bên dagirkirin û di vî warî de helwesta Rûsyayê zelal e. Êdî rewş ji hêleke din ve şikil digire." 
 
'BI DIJBERIYA LI HEMBER KURDAN DIXWAZIN DI HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVIN'
 
Aydin, der barê operasyona muhtemal a li Minbicê ku tim tê gotin "em ê li Minbicê dest bi operasyonekê bikin" de û analîzên tên kirin ku tê gotin qewimînên dawî tesîrê li Tirkiyeyê dike û ji ber vê Tirkiye hêdî hêdî ji herêmê vedikişe jî got: "Li gor min ne di wadeyeke kin ne jî di wadeyeke orte de vekişîna Tirkiyeyê ne mimkun e. Çimkî Netewperestiya Tirk a li dijberî kurdan li civakê belav bûye. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve vê dijberiya xwe ya li hemberî kurdan tim bi kar tîne û ji bo vê yekê rewa bike çi ji desta bê wê bike. Heta ev bi kêrî wê bê wê venekişe. Her wiha dibe ku di 2019'an de ev yek pêk neyê, lê di 2020'an de mimkun e. Li vir divê mirov di warê jinûve avakirina Sûriyeyê de bal bikişîne ser sermayeya mûtehaîtiya tirk jî. Ev sermaye dixwaze xwe bi îslamîtî û tirkîtiyê rewa bike. Yanî wekî ji bo tiştekî mafdar têdikoşe tev digere. Wexta mirov li ser van faktoran bifikire dibe ku Tirkiye sûdê ji nakokiya navbera DYA û Rûsyayê  bigire û heta demekê wekî aktorekê tev bigere. 
 
Lê belê dîsa jî daneyên heyî nîşan didin ku êdî îhtimala ku Tirkiye rojhilatê Firatê diyar bike pir qels bûye û her biçe wê qelstir bibe. Bi taybetî jî pêngava kurdan a ji bo Minbicê ku dan rejîma Şamê û beramberî vê liv û tevgera Esad a ji bo Efrînê nîşan didin ku wê ji bo sererastkirina rojhilatê Firatê Rûsya, DYA û hêzên din û heta Erebîstana Suûdî têkevin devrê û wê ji nû ve sererast bikin." 
  
'DÎNAMÎKÊN ŞOREŞGER ÊN LI HERÊMÊ KURD IN'
 
Aydin diyar kir ku dînamîkên şoreşger ên herêmê kurd in û wê di sala 2019'an de li Sûriyeyê hevsengiyên nû rû bidin û wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî û li Cenevreyê di çarçoveya mafên gelan de liv û tevger pêk bên. 
 
Aydin, anî ziman ku DYA û kurd di 3 salên dawî li gel hev tev geriyane û îtifaq çêkirine, lê belê ev îtifaq tu carî nayê wateya ku kurd dev ji pêşniyarên xwe yên der barê Sûriye û Rojhilata Navîn berdidin. Aydin got: "Li cîhanê mînakên bi vî rengî pir in. Divê ev têkilî jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Kurd dînamîkên şoreşger ên herêmê ne." 
 
MA / Necla Demir

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî