STENBOL - Malbat û hempîşeyên rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku 23 sal berê hat kuştin, li Goristana Kemer a Esenler ya Stenbolê bibîr anîn. Xwişka Metîn Meryem Goktepe diyar kir ku 23 sal berê rojnameger dihatin kuştin û îro jî rojnamegerî û rastî tê kuştin.
Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku 23 sal berê hat kuştin, li Goristana Kemer a Esenler ya Stenbolê hat bibîranîn. Malbat, xizm û hempîşeyên Metîn Goktepe di 23’emîn salvegera kuştina Goktepe de ew li ser gora wî bibîr anîn. Li gel malbat û hempîşeyên wî nûnerên gelek rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî jî tev li bîranînê bûn. Girsê di bîranînê de dirûşmeyen “Metin namirin, evrensel bêdeng name", “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" berz kirin. Girsê dîsa dowîzên “Bila rojnamegerên girtî bên berdan," “Qatilê Metin dewleta çete ye" rakirin. Komê rojnameya Evrenselê û qurnefil avêtin ser gora metin. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, diyar kir ku duh rojnameger dihatin kuştin û îro jî dixwazin wan bikujin û wiha got: “Duh der barê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Karşi Eren Erdem de biryara tahliyê dan. Di heman rojê de biryara berdanê dan. Kurê wî yê biçûk kêfa berdana bavê xwe nejiya. Di şexsê Goktepe de mafê wergirtina gel a nûçeyan ji destê wan de girtin. têkoşîna çapemeniya azad asteng dikin. Em carek din soz didin ku em penûsa hempîşeyê xwe Metîn û yên din li erdê nahêlin."
‘23 SAL BERE ROJNAMEGER DIHATIN KUŞTIN NIHA RASTIYAN DIKUJIN'
Xwişka Metîn Meryem Goktepe jî diyar kir ku 23 sal berê rojnameger dihatin kuştin û îro jî rojnamegerî û rastî tê kuştin û wiha got: “Em 23 sal tên vir û bi Metîn de dibin yek. Ev nîşan dide ku ji wê demê hita niha welat hatiye kijan halî. Metin li pey rastiyê bû. Dema nûçe dişopand hat binçavkirin. Ew rojnamegerekî rastîn e. Wê demê rojnameger dihatin kuştin. Lê niha dixwazin rastiyan bikujin. Rojnamegerî tê kuştin. An davêjin girtîgehê an jî ceka li wan dibirin. Tiştekî hatiye guhertin tune."
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî anî ziman ku şertên siyasî yên tarî ku dema Goktepe hat kuştin hebûn niha dixwazin dubare bikin û wiha got: "Îro rejîma li ser esasê yek partî û yek mirovî ketiye jiyanê. Ev li ser tundî, zext, perçekirin û şer xwe pêş dixe. Em îro Metîn bibîr tînin û em dê li dijî zextan têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin."
‘EM DÊ ROJÊN ÇAPEMENÎ AZAD DIBE BIBÎNIN'
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu jî anî ziman ku ew her roj kesên hatine kuştin û qetilkirin bibîr tînin û wiha got: Bi dehan û sedan şehîdên çapemeniyê hene. Em îro Metin Goktepe bibîr tînin. Lê hêj kujerên wî nediyar in. Rojnameger îro bi destê darazê bê darizandin tên înfazkirin. Lê bê guman dê rojek bê çapemenî azad bibe."