COLEMÊRG - Rêxistinên HDP, DBP û saziyên demokratîk ên Colemêrgê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Leyla Guven a 62 rojin di greva birçîbûnê deye, bang hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin: “Ji bo mirin çênebin divê Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê bikevin nava liv û tevgerê.”
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û saziyên demokratîk, bi armanca balê bikişînin ser rewşa Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 62 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, civîna çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li avahiya bajêr pêk hat û gelek kes beşdar bûn.
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Sînan Kaya daxuyanî da û wiha axivî: “Rewşa tenduristiya Guven gihaye asta xeteriyê. Parlementera me Rêzdar Leyla Guven 62 rojin di greva birçîbûnê deye. Bi biryardarî û rûmet berxwedana xwe didomîne. Guven ji bo vê pêvajoya girîng a dîrokî canê xwe daneye holê, rol û mîsyona dikeve ser milê wê pêk tîne. Ev 62 rojin di oxira demokrasî, mirovahî û aştiyê de canê xwe ji birçîbûnê re razandiye. Guven li Colemêrgê ji 100 hezarî zêdetir deng girtin û gel ew weke vîna xwe hilbijart. Îro jiyana wê di xeteriyek mezin deye. Em bang hemû alîgirên demokrasiyê dikin destên xwe bixin bin kevir.”
STO’YAN JÎ BANG HIKUMETÊ KIRIN
Li aliyê din, Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD), Platforma Şaxa KESK’ê ya Colemêrgê, Nûnertiya Herêmî ya DÎSK’ê û Komeleya Çiyayê Cîlo jî daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li Şaxa ÎHD’ê pêk hat û bang hestiyariyê ji bo Leyla Guven hat kirin.
Endamê MYK’a ÎHD’ê Saît Çaglayan daxuyanî da û wiha got: “Rewşa parlementera bajêr Guven û çalagerên din me dixe nava fikaran. Ji bo ku mirin li girtîgehan rû nedin, em bang li TBMM, Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê.”