ENQERE - HDP'ê der barê kuştina Siyasetmedarên Jin ên Kurd Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de xwest meclîs lêkolîn bike. HDP'ê di pêşniyarnameyê de diyar kir ku cînayet aliyê wê yên navneteweyî heye û xwest ji cinayet tenê ji tetîkêş neyê pirsîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), tekildarî 6'emîn salvegera kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîs a Firansayê hatin înfazkirin pêşniyarname da meclîsê û xwest der barê kuştina 3 jinên kurd de lêkolîn bê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, pêşniyarname da meclîsê û ji meclîsê xwest ku kujerên 3 jinên kurd û hêza li pişt wan bê ronîkirin û darizandin. Beştaş, pêşniyarname da Serokê Meclîsê û got: “Sakine Cansız, Leyla Şaylemez ve Fidan Dogan 6 sal berê hatin qetilkirin. Hêj cînayet nehatiye ronîkirin. Tirkiye û Firansa hêj berpirsiyariya xwe pêk neanîye. Li gel vê yekê daraz di bin zextan de ye. Di pêvajoya ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin Tirkiye bi Ocalan re hevdîtin dikir li Parisê 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin. Siyasetmedarên kurd ên jin Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bi suikastekê hatin kuştin. Di ser kuştina wan re 6 sal derbas bûn. 6 sal borîn lê hêj berpirsiyar nehatine ronîkirin û nehatine cezakirin."
Beştaş, xwest meclîs lêkolîn bike û berpirsiyaran ronî bike û ceza bike.