STENBOL - Ji bo Rojnameger Pelîn Unker, ji ber nivîsa xwe ya Paradîse Papers a têkildarî şîrketên off-shore yên zarokên Bînalî Yildirim ên Maltayê nivîsandibû, 8 hezar û 660 TL û salek cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna doza Rojnameger Pelîn Unker a ji ber nivîsa xwe ya Paradîse Papers a darbarê şerketên off-shore yên zarokên Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim nivîsandibû de hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê hat dîtin.
Unker û parêzerên Yildirim û kurên wî yên bi îdîaya "heqaret li erkdarên çemawerî kirin" weke alî, beşdarî danişînê bûn. Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û gelek rojnamegerê jî danişîn şopandin.
Parêzerê Yildirim Mûhammed Gok di parastina kir de, anî ziman ku mafên takekesî yên muwekîlên wî hatine îhlalkirin, heqaret li wan hatiye kirin û bêbextî li wan hatiye kirin. Rojnameger Pelîn Unkur jî, parastin kir û wiha got: "Min erka xwe ya rojnamegertiyê bi cih anî. Ez parastina xwe ya berê dubare dikim." Şandeya dadgehê piştî navberê, 8 hezar û 660 TL, mek û salek cezayê girtîgehê li Unker birî. Dadgehê piştî ceza birî, cezayê Unker talop kir.