AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin

img

RIHA - Piştî Şirnex û Sêrtê, li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî ji 23 bajaran qeyda 3 hezar û 187 hilbijêran hat çêkirin. Piştî lîste hatin daliqandin ev rewşa sosret derket holê. 

Beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê, piştî Şirnex û Sêrtê vê carê jî gelek hilbijêr li ser navçeya Xelfetî ya Rihayê hatin qeydkirin. Piştî lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin ev yek derket holê. Ji 23 bajaran qeyda 3 hezar û 187 kesan li navçeyê hat çêkirin. Tê diyarkirin piraniya van kesan polîs û leşker in. 
 
Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li navçeyê hejmara hilbijêra 22 hezar û 735 bû, di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de hejmara hilbijêran 24 hezar û 148 kes bûn. Di navbera hilbijartina 7'ê Hezîran û 24'ê Hezîranê yanî di sê salan de hejmara hilbijêran li navçeyê hezar û 413 kes zêde bibûn, lê belê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê yanî piştî 6 mehan ev hejmar derket 27 hezar û 335'an. 
 
JI 23 BAJARAN... 
 
Piştî lîste hatin daliqandin derket holê ku 3 hezar û 187 kes ji 23 bajarên wekî Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Dîlok û Kilîsê qeyda kesan li navçeyê hatiye çêkirin. Hat diyarkirin ku piraniya van kesan polîs, leşker û karmendên dewletê ne. Li gorî lêkolînan derket holê ku ji navçeya Kaniya Xezalan û Heranê ya Rihayê jî 2 hezar û 187 hilbijêr li Xelfetiyê hatine qeydkirin. 
 
FERQ 3 HEZAR Û 29 DENG BÛN 
 
Li navçeyê, di hilbijartina 2014'an de hejmara hilbijêran 22 hezar û 782 kes bûn; di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de hejmara hilbijêran 22 hezar û 735 kes bûn; di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de hejmara hilbijêran 22 hezar û 665 kes bûn û di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de hejmara hilbijêran 24 hezar û 148 kes bûn. 
 
Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de li navçeyê DBP bi 10 hezar û 458 dengan partiya yekemîn bû û AKP jî bi 6 hezar û 624 dengan partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li navçeyê HDP bi 10 hezar û 411 dengan partiya yekemîn bû û AKP jî bi 5 hezar û 201 dengan partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de HDP 9 hezar û 878 deng û AKP'ê jî 5 hezar 422 deng girtibûn. Di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de HDP'ê 9 hezar û 104 deng girtibûn û AKP'ê jî 6 hezar û 75 deng girtibûn. 
 
Di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de ferqa dengan a di navbera HDP û AKP'ê de 3 hezar û 29 deng bûn. Ji bo hilbijartina 31'ê Adara 2019'an li navçeyê çêkirina qeyda 3 hezar û 187 kesan tê wateya ku ev ferq ji holê bê rakirin. 
 
Taxên ku qeyda kesên ji derve li ser wan hatine çêkirin ev in: Firat, Siyahgul, Seldek, Gozeli, Çebekoglu, Cibîn, Aram, Fistikozu, Ank, Ozmuş, Sirataşlar, Hilalli, Ruştiye, Bitek, Durak, Argıl, Kurugol, Kalkan, Karaotlak, Gurkuyu, Beyburcu, Dergili, Narlik, Kinik, Savaşan, Yukarigoklu, Yeni Mahalle, Balaban, Şimaliye, Amara û Aşagi Goklu.
 
Li gel vê hat hînbbûn ku kesên ji navçeyê ne û xwestin qeyda xwe bînin navenda navçeyê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin. Yek ji van kesan jî parlementera HDP'ê ya berê Dîlek Ocalan e. 
 
Me ev yek ji rayedarên Midûriyeta Nifûsê ya Navçeyê jî pirsî. Rayedaran diyar kir ku ev yek rast e û ji bo vê yekê kesê erkdar qeyûmê navçeyê Qeymeqam Şeref Albayrak e. 
 
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN DÎSA JÎ WÊ WINDA BIKIN' 
 
Hevserokê HDP'a Xelfetiyê Abdullah Çîftçî, bilêv kir ku ya hatiye kirin bêhiqûqîtî ye. Çîftçî, destnîşan kir ku îktîdar bi qeyûman vîna gel xesp kiriye û got: "Ji ber dizane wê bi ser nekeve, vê carê ji derve kesan li navçe û bajaran qeyd dike. Em ê îtirazî vê bêhiqûqîtiyê bikin. AKP, çi dike bila bike lê wê li Xelfetiyê encam neguhere û em ê polîtîkaya qeyûman pûç bikin." 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/01/2019
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin
09:26 Baxçeyê Gel bi kêrî xizmên AKP'iyan tê
09:26 AKP'ê ji 23 bajaran 3 hezar û 187 hilbijêr li ser Xeleftiyê qeyd kirin
09:25 Ji bo rûxandina vîlaya qaçax li benda encama 'aştiya îmarê' ne
09:24 ‘Di nexweşîna weremê de teşhîsa zû girîng e'
09:23 'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'
09:23 Rêveberê DBP'ê Gunduz: Polîs gefan li min dixwin
09:22 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Divê Wezareta Dadê serbixwe têkeve dewrê
09:21 'Dîcle ya zarok ji gardiyanan ditirse û digirî'
09:21 Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne
09:20 'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN
08/01/2019
16:37 Rojnameger Pelîn Unker ceza kirin
16:26 HDP'ê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatun kuştin xwest meclis lêkolîn bike
15:30 Zilamê tecawizê 50 zarokan kir got 'ez bêsûcim'
15:18 Ji Colemêrgê ji bo Leyla Guven banga hestewariyê
15:17 Dozger bi daxwaza 26 sal ceza doz li Çaglar Demîrel vekir
14:19 Du rêveberên HDP’ê yên posterên Guven daliqandin hatin berdan
14:10 Metîn Goktepe bi bîranîn: 23 sal berê rojnameger îro rastî tên kuştin
13:59 Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye
13:50 John Bolton û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
13:26 MKGP: Em di sala 2019'an de jî, jinan tenê nehêlin
13:06 Danişîna rojnamegerên ji doza Redhackê hatin darizandin pêk hat
12:32 Parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 779’an serlêdan kirin
12:27 Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû
12:27 Girtiyên li Rihayê di grevê de ne: Em bi biryarin dîwarên tecrîdê hilweşînin
12:05 Cenazeyê HPG’î yê tu mizgeftan qebûl nekir, rakirin cemxaneyê
11:41 Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin
11:31 Cendirmeyên zarok li mal nedîtin dayik û bav binçav kirin
11:10 Vê carê bihayê neguhêzbarê şaredariyê kêm kir û danî ber firotinê
11:07 Doza derbarê Guven de hatibû vekirin, hewaleyî Enqerê kirin
10:59 Li Dersimê 80 gund mehek e bêceryan in
10:55 Li Enqerê 12 siyasetmedar û sendîkavan hatin binçavkirin
10:54 TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike
10:46 Doza Guven a li Wanê neqlî Enqereyê hat kirin
10:41 Hevala Leyla Guven, Zeynep Canavar: Leylayên wiha zû bi zû nayên dinyayê
09:17 Li Elkê di 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn
09:16 TTB'ê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hişyar kir
09:15 Mehmet Ocalan: Divê em di pratîkê de nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin
09:14 Parêzer Tarim: Em dengê girtiyan bilintir bikin
09:13 Li Bandirmayê êrîşî girtiyan kirin
09:13 Anketa der barê krîza aborî de: Betalî, xizanî û bêewlehî
09:12 'Penaberên tên girtin wan dersînor dikin'
09:11 Dîrokzan Aydin: Wê avakirina Sûriyeyê xeyalên tehekumiyê ji holê rake
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucreyan
07:30 Qedexeya li Lîcê, Hênê û Karazê rabû
07/01/2019
17:09 Ji partiyên Kurdan peyamên yekîtiya neteweyî