Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û gefên Tirkiye yen li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Çalakgeran komkujî şermezar kirin û gotin. “Heta azadiyê em ê şopdarên her sê jinên şoreşger bin. Ji dagirkeriya Tirkiyê-Erdogan re na." 
 
Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Hesekê  ji bo şermezarkirina gefên Tirkiye ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla li Parîsê hatin qetilkirin daketin qadan. Çalakgeran gotin: “Heta azadiyê em ê şopdarên her sê jinên şoreşger bin. Ji dargirkeriya Tirkiyê-Erdogan re na”.
 
SERÊKANIYÊ 
 
Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê li pêşiya Mala Gel a bajêr kom bûn. Şêniyan pankartên "Ji terora Erdogan re Na!", "Em ê bi rihê Sakîne û Avesta têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin", "Soza me ye ku em pergala Îmralî yê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn" û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 3 jinên Kurd ala QSD/YPJ/YPG`ê hildan. Meş ji ber Mala Gel dest pê kir û ber bi konê çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de berdewam kir. Meş li pêşiya konê çalakiya mertalên zindî veguherî mitîngê. Di mitîgê de drûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û her sê têkoşer bi bîr anî û berxwedana gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir. Semer di axaftina xwe de destnîşan kir ku îstixbaratên Tirkiyê her sê têkoşer li paytexta Fransa Parîsê qetil kirin û wiha got: “Komkujiya Parîsê sûcê li dijî mirovahiyê û jinan e. Komkujî teqez dike ku hindek alî hene ji aştî, zanebûn û azadiya jinan ditirsin.”
 
Semer Abdullah herî dawî diyar kir ku ew ê heta bidestxistina azadiyê şopdarên rêya her sê têkoşeran bin, soza şopandina rêya hemû şehîdên tevgera azadiyê da û wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare îradeya me bişkîne.”
 
DIRBÊSIYÊ 
 
Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina qetilkirina sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez daketin qadan. Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger destpêkir, şêniyan pankartên “Em ê bi rihê Sakîne û Avesta yan tekoşîna li dijî faşîzmê tune bikin û soza me ye em pergala Îmaraliyê bişkînin” hildan. Piştî ku meşvan gihan çerxereya Şehîdan axaftin hatin kirn. Li ser navê Kongreya Star Evîn Başûr axivî û qetilkirina tekoşeran şermezar kir û wiha got:"Armanca qetilkirinê ji bo ku derbeyê li destkeftiyên jina kurd bixin." Meş bi drûşmeyên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.
 
HESEKÊ 
 
Kongreya Star a bajarê Hesekê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Di meşa ku ji pêşiya çerxereya Sênalko dest pêkir û li çerxereya îtifayê li taxa Til Hecir bi dawî bû, bi sedan şêniyên bajêr ku alên Kongreya Star, PYD`ê û wêneyên tekoşeran hildabûn, amade bûn. Meşvanan pankartên "Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin", "Bijî biratiya gelan, em ê destê her kesê ku nêzî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe bişkînin",  "Bi rihê Sakîne û Evîsta em ê tekoşîna xwe bilind bikin û terorê tine bikin" hildan.  Meş bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir. Paşê Rêvebera Kongreya Star Mûna Yûsif axivî û komkujî şermezar kir. Yûsif, destnîşan kir ku komploya ku ji aliyê cîhanê tê kirin, hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewam dike. Mûna ji hikumeta Feransa xwest ku di zûtirîn dem de kesên ev komkujî kirin hesabê bixwazin û teqez kir ku mîna van kiryaran nikarin îradeya jinan bişkînin. Nûnerê Qebîla El-Cebûr Ekrem Mehşûş jî herî daxî axivî û destnîşan kir ku hemû eşîr amade ne li pêşiya dijminatiya Tirkiyê rawestin. Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

13/01/2019
18:34 Polîsan 3 hevserokên HDP’ê binçav kirin
17:30 Gelê Wanê daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin
17:02 Ji Odeyên Tabîban ên Herêmê: Ji bo çareseriyê gavan bavêjin
16:55 ‘Divê dewlet guh bide daxwazên girtiyan’
16:36 Yagiz: Ez ê grevê bidomînim
16:06 Çalakgerên Ewropa: Berxwedana me heta şikandina tecrîdê dê bidome
15:58 852 roj şûnde tenê 15 dk hevdîtin kir: Gelo bi 15 deqîqeyan tecrîda li Îmraliyê rabû?
15:48 Li Êlihê tecrîd bi meşekê hat şermezarkirin
15:43 Cizîrî li ser tecrîdê axivîn
15:31 MED-DER'ê li Amedê sersal pîroz kir
15:22 ‘Ji bo ku daxwaza Guven bêqebûl kirin divê hewldan bê dayîn’
15:04 Pompeo: Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin ne terorîst in
15:03 Hevparên HDK’ê: Divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîdê berde
14:24 Ji Mem Ararat klîbên nû: Giresîra, Evîn û Xaçerêk
14:04 Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ê greva birçîbûnê bidomînin!
14:00 Nasnameya cenazeyê li Peyasê hat dîtin, diyar bû
13:54 Leyla Guven nekarî derbikeve hevdîtina parêzeran
13:43 Yuksekdag: Emê bi moral derkevin pêşberî gelê xwe
13:19 Temellî: Teqes emê bi ser bikevin
13:10 Ji Guven peyam: Berxwedan mezin dike, pasîfîzm dikuje
12:55 Bi nivîsan piştgirî dan Guven
12:35 Kongreya HDK’ê destpê kir: Em aqlê ku hevdîtinê qencî dibîne red dikin
12:00 Rojnameger Ceyda Karan: Tirkiye di Rojhilata Navîn de asê ma
11:31 ‘Dilê girtiyê nexweş Kalay êdî ranake’
10:59 Tirkiye û Sûriye li Idlibê hatin hemberî hev
09:47 Hesabê Wekîlê HDP'ê Omer Ocalan şikandin û agahiyên şaş parvekirin
09:06 Namzeta HDP'ê ya Mêrdîn a Ereb: Rêveberî dê pir çandî û nasnameyî be
09:05 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye, pirsgirêka min e jî'
09:02 Eleqeya ji bo Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê kêm bû
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:58 Li Peyasê cenazeyek hat dîtin
12/01/2019
23:42 Bûldan: Hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
22:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê hevdîtina bi Ocalan de daxuyanî da
21:16 Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî
17:39 Meclîsa Ciwanên Rezanê: Emê mal bi mal bixebitin
17:06 Rênas Jiyan: Heta civak azad nebe wêje û ziman jî azad nabe
16:44 'Tecrid wê bi berxwedanê bişkê'
16:28 HDP ji bo daxwazên Guven bên qebûlkirin dê li Amedê mîtîngê li dar bixe
15:51 Xizmên windayan bal kişandin ser rewşa Guven
15:45 'Di 2018'an de 22 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan'
15:17 ‘Ji bo rakirina tecrîdê divê Wezareta Dadê gav bavêje’
15:12 'Daxwaza min a mezin hêj ez sax bim pêl axê bikim e '
14:41 Xizmên Windayan çalakiya Leyla Guven slav kirin
14:36 Dayikên Şemiyê li şûna Kîraz Şahîn pirsîn: Îsmaîl Şahîn li ku derêye?
14:34 Bi hezaran Kurd û dostên wan li Parîsê kom bûn
14:12 Buldan: Nokteya me ya hevpar tecrîd e
13:59 Girtiyê di greva birçîbûnê de kirin hucreyê
13:56 Girseya xwest bimeşin girtîgeha Guven lê dimîne hatin astengkirin
13:08 Konferansa Jinan a HDK'e dest pê kir: Şemala ku Guven geş kir dê rêya jinê ronî bike
12:15 Vîtamîna B1 nadin girtiyên li Girtîgeha Rihayê
11:57 Li Wanê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê panelê pêk bînin
11:19 Beyî kujeran bibînin dosya 3 kesên li sîlopiyê hatin kuştin rakirin
11:07 47 çalakvanên li Silêmaniyê hatin binçavkirin ketin grevê
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê