Rojnamevan Aslan: Kurd li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin

  • rojane
  • 09:08 14 Çile 2019
  • |
img

STENBOL – Rojnameger Îrfan Aslan, diyar kir ku DYA li herêma Sûriye dixwaze xwe wekî hêza "Rizgarger" bide qebûlkirin, lê Kurd jî dixwazin şaşiya sedsalê rast bikin û li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin. 

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) demek dirêj e hewl dide li herêmê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn têxe meriyetê. Ji bo vê yekê sal bi sal yekîneyên xwe bi cih dike û hêza xwe ya eskerî li herêmê xurt dike. DYA piştî hat li Bakurê Sûriye bi cih bû, bi piştgiriya Kurdan li herêmê bi cih bû. Piştî Serokê DYA Donald Trump di 20'ê Kanûnê de diyar kir ku ew dê hêza xwe vekişînin, niqaşên nû zêde bûn. Tirkiye li aliyekî bêtir gefên xwe li Bakurê Sûriye xwar û got 'Emê li dijî Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bînin. Hêzên kurd jî Tirkiye bêminet kir. Hêzên Kurd ji bo DYA jî got 'Me ji bo hatinê bang li DYA nekiriye ji bo çûnê jî em nabêjin biçin. Lê ji ber ku di şerê li dijî DAIŞ'ê herî zêde Kurdan li gel DYA şer kir, DYA naxwaze dest ji kurdan jî berde. Hêzên ku li Sûriye li dijî Rejîma Sûriye û Kurdan şer dikirin jî piştî şerê 6-7 salan tev li Idilbê asê man. Di 20'ê Çileya 2018'an de pişti Tirkiye bi hevkariya Rûsya ket Efrînê û 58 rojan bi tang, top, balafir û bi deh hezaran eskerên TSK û OSO şer kir, di roja 59'an de ketin Efrînê. Hikûmeta Tirkiye beriya hilbijartinên herêmî dîsa gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwe û dixwaze operasyona eskerî pêk bîne. Di pêvajoya ku niqaş didomin de di 8'ê Çile de Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyi yê DYA'yê John Bolton li Enqereyê hevdîtin kirin. Lê piştî hevdîtinê Heyeta DYA bêyî ku bi Serokomar re hevdîtin bike ji Tirkiye veqetiyan. Beriya hevdîtina heyetê ya li Tirkiye John Boltan, diyar kiribû ku heta peymana Kurdên Bakur diparêze neyê îmzekirin ew ji herêmê venakişin. Piştî vê hevdîtinê niqaşên li ser ziyareta Heyeta DYA û Tirkye berdewam dikin. DYA li ser niqaşan û helwesta kurdan biryara vekişînê guhert û diyar kir ku dê vekişînê dirêj bike. 
 
Der barê geşedanên li herêmê de Rojnameger Îrfan Aslan, nirxandin kir. Aslan, anî ziman ku ji bo DYA sedema venekişînê berî her tiştî hebûna Îranê ya li Rojhilata Navîn e. Aslan, anî ziman ku DYA naxwaze şîîyên li ser xeta ji Lubnanê heta Iraqê dirêj dibin bi cih bibin û bibin xwedî war. Aslan, destnîşan kir ku DYA ji ber ku Tirkiye wekî “muttefikê” xwe yê li dijî Îranê dibîne naxwaze têkiliyên xwe û Tirkiye xera bike û wiha got: "Ji ber vê yekê têkiliyên xwe û Kurdan davêje plana duyemîn. Dîsa DYA ji ber têkiliyên Tirkiye yên bi Rûsya re bêzar e. DYA bi taybetî piştî hevditinên Tirkiye Rûsya û Îran yên li Astana û Soçî, ji Tirkiye bêzar bûye. Disa ji ber ku Tirkiye bi Rûsya re peymana fuzeyên S-400  îmze kiriye DYA ji Tirkiye bêzar e. Kongreya DYA li gel hewldana Tirkiye ya S-400'an dîsa erê kir ku fuzeyên Patriot bifiroşe Tirkiye. DYA dixwaze Tirkiye ji bloka Rûsya û Îranê qut bike u bi xwe ve girê bide. Biryara DYA ku xwest 3 rêveberên KCK’ê bigire û teslîmî Tirkiye bike jî bi van planan ve girêdayî ye." 
 
'HELWEST Û TÊKOŞÎNA KURDAN DIYARKER E'
 
Aslan, anî ziman ku herî dawî helwest û biryara kurdan diyarker e û wiha pêde çû: "Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Rojava û YPG'ê kurd bi heza xwe ya cewherî xwe diparêzin û pêdiviya wan bi tu kesî tune ye. Bi hêza xwe ya cewheri têdikoşin. Dîsa di milê politik û dîplomasiyê de deriyên hevditin û diyalogan vekirî dihêlin. Bi riya hin welatên ereb hewl dide ku bi Rejîma Sûriye û Rûsya re hevditin bike. Ev hewldanên Rêveberiya Rojava nîşan dide ku her dem deriyê wan ji çareseriya diyalogê re vekirî ye. Di rojên dawî de wezîrê derve yê DYA Mike Pompeo, got "Divê Tirkiye kurdan qetil neke. Divê baweriyên cuda yên li Sûriye biparêze. Ev perçeyekî mîsyona DYA ya li Rojhilata Navîn e. Ev helwesta DYA ya nû ye. Daxuyaniya DYA ku heta kurdên Rojava neyên parastin dê xwe venekişîne nîşan dideku DYA demek nêzîk venakişe." 
 
Aslan, bal kişand ser polîtikayên Rûsya yên li dijî Minbicê jî û wiha got: "Armanca sereke ya Rûsya dixwaze Rejîma Esad xurt bike. Dixwaze Kurdan ji konsensusa pêşniyar dikin razî bike. Mînaka şênber jî dixwaze eskerên Rejîma Suriye  li Minbicê bi cih bike. DYA jî dixwaze rola xwe ya "rizgarvan" bilîze. DYA ewil kaosê ava dike û piştre wekî "Rizgarker" nêzîk dibe. Tişta ku li Afganistan û Iraqê kir, niha dixwaze li herêmê bike. Dixwaze Pêşmergeyên Roj tev li ENKS'ê bike. Dixwaze hêzek nû ava bike. Tirkiye jî dixwaze ji vê yekê sûdê bigire êrîşek weki Efrînê li Rojhilatê Firatê pêk bîne. Hikûmeta Tirkiye beriya hilbijartinê pêdiviyê bi operasyonek wisa dibîne. Lê heta ku Tirkiye destûrê ji DYA û Rûsya negire nikare tişteki bike. Tirkiye dikare plana xwe ya pêşkêşî Rûsya kiribû biguhere. 
 
KURD DESTÛR NADIN SYKES-PİCOT A NÛ 
 
Aslan, herî dawî destnîşan kir ku Kurd êdî destûr nadin şaşiyên sedsala barî dubare bibin û ji bo peymana Sykes-Picot a nû dubare nebin têdikoşin. Aslan, destnîşan kir ku Kurd ji bo şaşiyên sed salên borî rast bikin şer dikin û têdikoşin. 
 
MA / Servet Karaduman 
 

Sernavên din

16/01/2019
15:31 Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin
15:27 Ji heman malbatê 2 kes hatin girtin 4 kes hatin berdan
15:26 3 zilamên tecawîzê zarokekê kirin hatin girtin
15:12 Başaran: Meclîs ev 70'î rojin li hemberî endama xwe xemsare û tiştekê nake
15:08 Li Minbicê 2 jê eskerên Amerîkî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:54 Parêzerên Yuksekdag xwestin şandeya dadgehê ji dozê paşve vekişe
14:47 Di doza Kursa Kuranê de li Muftî gilî kirin
14:13 Beşdariya Musa Çitîl a doza rojnamegeran hat qebûlkirin
14:04 Qeyda 16 hezar hilbijêrên Rihayî ji navnîşana wan birin û hilbijêrên biyanî qeyd kirin
13:46 Polîsên Hewlerê Rojnameger Kakeyî binçav kirin
13:25 Yuksekdag: Divê hewl bê dayîn ku em ji vê cehenemê derkevin
13:25 Ji keça Guven banga krîtîk: Em deng bidin dengê wê
13:24 HDP dê li rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
13:24 Niqaşên 'Herêmên ewlehiyê' ya Bakurê Sûriye didomin
12:09 Leyla Xalîd ji Guven re name şand : Li dijî birçîbûnê dê têkoşîna te qezenc bike
11:23 Hat xwestin ku cezayê Nevîn Yildirim bê erêkirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Ataman ê 33 meh girtî ye sibe ye
11:06 DMME di doza GOÇ-DER’ê de Tirkiye mehkûm kir
10:39 Malbatên Davutpaşayî 11 salin li edaletê digerin
10:33 Ûbîç ê di greva birçîbûnê de: Ger tecrîd ranebe emê berxwedanê mezintir bikin
10:25 Keskîn: Sedema girtinê ew e ku Serap xwişka Mazlum Dogan e
10:05 Namzetên HDP’ê yên Êlihê: Projeya me ya mezin Çemê Ilûhê ye
09:29 Ozturk: Ev hevdîtina hilbijartinê ye, lê Leyla Guven di rakirina tecrîdê de bi biryar e
09:28 Ji dêvla trafoyan nû bikin ceza li gundiyan birîn!
09:27 Ji ber wêneyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir ceza lê hat birîn
09:26 'Deng bide Leyla Guven, bibe dengê berxwedanê'
09:26 Budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê ya AKP'î ji sedî 45 deyndar derket
09:25 Parêzerê Ocalan: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke Îzolekirî ye
09:24 Dozger ji bo girtiyê nexweş û di nav nivînan de got: 'Ji bo civakê talûke ye'
09:23 Li ber 8 zilaman namzetiya xwe danî: Ez ê karibim bikim
09:22 Di şertên zehmet de bi taxûkan giya dikişînin
09:21 ‘Dixwazin bi tecrîdê evîndariya Mem û Zînê biqedînin”
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:30 Çalakiya Leyla Guven di roja 70'yemîn de didome
15/01/2019
17:19 DÎSK-AR: Hêjmara kesên betal gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan
16:20 Dayika Aştiyê Guven girtin û şandin girtîgehe
15:44 Îdîaya ji bo muzîka Kurdî ‘12 saetan hatin îşkencekirin’
15:42 Polîsan dayika 86 salî Ayşe Bişirgen binçav kirin
15:00 ÎHD: Bila tecrîd rabe kes nemire!
14:14 Platforma Jinan piştgirî dan Îtîfaqa Kurdan
13:57 Temellî: Guven me dawetî têkoşîna aştî û demokrasiyê dike
13:17 Ji ber parvekirinên di hesabê hat dizîn de, piştî 5 salan doz hat vekirin
12:53 Kesê ku polîsan derb kir seri li ÎHD'ê da
11:47 Dadgehê daxwaza ‘bila darizandin bê rawestandin’ red kir
11:41 Dr. Ekmez: Deriyê girtîgehan li heyetên tenduristiyê yên serbixwe vekin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 ESP: Guven mafdare, divê tecrîd rabe
11:09 Dayika Aştiyê Sakîne Guven li Meclîsê hat binçavkirin
11:07 500 hezar kesên din bê kar man!
11:01 Keştiya penaberan noqî avê bû: Zarokek jiyana xwe ji dest da
10:51 ‘Wêneyê Dayikên Şemiyê jî heye?’
10:27 Turkdogan: Divê dawî li hiqûqa ecêb bê û Îmrali bê girtin
10:20 Eskeran ji heman malbatê Rozaya 2 salî jî di navde 6 kes binçav kirin
10:00 Danişîna doza Yuksekdag sibê li Sincanê ye
09:17 Qedexeya li 23 gundan hat rakirin
09:14 Çi bê dizîn, ji meaşê wan tê birîn!
09:14 Karkerên sîteya pêlavvanan betal in
09:13 Ger neyê dermankirin dê kor bibe
09:13 19 jin 30 çîrok: Ji bo Jin Bijîn
09:12 'Guven bû dengê daxwaza gel'
09:11 'AKP ji şikandina tecrîdê ditirse'
09:10 Mallbat doza cenazeyên zarokên xwe dikin
09:10 Ewil girtin û bêkar hiştin piştre gotin 'pardon'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:46 Çalakiya Leyla Guven diroja 69'an de berdewam dike
14/01/2019
19:10 Leyla Guven: Bila kes ne li benda bidawîkirina çalakiyê be
17:42 Xwişka Mazlûm Dogan hat girtin
16:35 Tuncel û Irmak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:04 HDP: Heta 17'ê Çile qeydên xwe yên hilbijartinê kontrol bikin
15:39 Girtiyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê hat kirin: Dengê me ragihînin
15:29 Rêxistinên Civaki yên Wanê ji bo çalakiyên grevê bang li hikûmetê kirin
15:09 Li Qilabanê civîna li ser tecrîdê: Divê em piştgiriyê bidin pêşengên berxwedanê
15:05 Jinan li dijî gefên Tirkiye kon vedan
14:50 8 kesên ji bo pîrozkirina Ser Salê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:43 Ji bo xebatkrên Çapxaneya Gun 261 sala ceza hat xwestin
14:39 Bîlgen: Tecrîd didome, em tecrîdê red dikin
14:23 Encamnemeya Konferansa Jinan: Emê birêxistinbûyîna jinê bersiv bidin tecrîdê
14:07 Hunermed Ferhat Tunç hat berdan
13:54 Çalakiya Leyla Guven di roja 68'an de didome
13:53 Encamnemaya HDK’ê: Divê tecrîd demildest bê rakirin
13:19 Koçyîgît: Muxalefet û îktîdar li ser tercdiê yek fikir in
12:38 JIN TV dest bi nûçeyên zindî dike
11:58 Hunermend Tûnç anîn Edliya Bakirkoyê
11:15 Temelli: Rêya rawestîna faşîzmê di şikandina tecridê re derbas dibe
10:59 Li kampa penaberan jinekê xwest întîxar bike
10:41 Hevserokên navçeyan ên hatibûn biçavkirin hatin berdan
10:21 Trump: Ger Tirkiye êrîşî Kurdan bike emê aboriya wê têk bibin
10:18 Isisû hilberîn rawestand
10:01 Li mala polîsan a 38 odeyî ya Îdirê 374 hilbijêr qeyd kirin
09:45 Parêzera Ocalan Gunay: Encex berxwedana hevpar karibe tecrîdê bişkîne
09:28 Dozger îdîanameya Rojnameger Kurşun ê girtî tê darizandin salek şûnde amadek kir
09:10 Serê salê li Amedê hat pîrozkirin
09:09 Delîl şênber in lê du dozger biryarên cuda didin
09:08 Rojnamevan Aslan: Kurd li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin
09:08 Xwendekaran got: Êdî em nikarin fotokopî jî bikişînin
09:07 Piştî 5 salan li 44 xwendekaran doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILE YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:41 Li Licê, Hezro û Karazê qedexe hat îlankirin
13/01/2019
20:46 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Ozdemîr hat berdan
20:29 Şenoglû û Koçyîgît bûn hevserokên HDK’ê