AMED – Di budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê ji 45 kêmasî heye. Endamê Meclîsa Şaredariyê Aydin Burçun, diyar kir ku di civîna awarte ya 26'ê Kanûna 2018'an de ji dêvla vê 57 57 milyon ji budçeyê hatiye kişandin û pê makyaj hatiye kirin.
Budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê 120 milyon lîre hat diyarkirin lê belê derket holê ku ji sedî 45 yanî 57 milyon lîre kêmasî derketiye holê. Piştî Bankeya Îllerê daxwaza krediyê ya ji bo projeya veguherandina bajêr a taxa Kulturê red kir derket holê.
BURÇUN: DI 26'Ê KANÛNÊ DE MAKYAJ HAT KIRIN
Endamê Meclîsa Şaredariya Çewligê yê Koma DBP'ê Aydin Burçun, diyar kir ku Çewlig bi tenê hatiye hiştin û got: "Şaredarê heyî ji bo veguherîna bajar a Taxa Kulturê ji Bankeya Îllerê 57 milyon lîre kredî xwest, lê belê bankeyê ev yek qebûl nekir û di budçeya 2018'an nêzî ji sedî 45 kêmasî derket holê. Piştî vê demildest di 26'ê Kanûna 2018'an de civîneke awarte hat çêkirin û ev kredî ji budçeyê hat derxistin û makyaj hat kirin. Lê belê baş dizanin ku bi vî awayî tenê roja xwe xelas kirin. Di asasê xwe de di budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê de ji sedî 45 kêmasî heye û wê ev yek li me hemûyan bê barkirin. Her wiha ji bo veguherîna bajar, ji bo projeyeke li holê tune ye xelat jî girtibûn. Êdî kes vê yekê tehamul nake. Bi vî awayî Çewlig bê xwedî hatiye hiştin."
‘NAMZETÊ AKP'Ê TEV LI CIVÎNA FERMÎ DIBE'
Burçun, destnîşan kir ku namzetê AKP'yê Şaredariya Çewligê Erdal Arikan tev li civînên fermî dibe û got: "Hîn 3 mehên şaredarê heyî heye, lê belê namzetê AKP'ê yê fermî tev li civînên fermî dibe. Şaredarê heyî jî dibêje jixwe ez nabêm namzet û lis er twîtterê parvekirinên wekî 'xebatên me yên li hemberî ebrfê bênavber didomin' dike. Niha serokê meclîsa şaredariyê tune ye, em nizanin kî erkdar e." Burçun, bilêv kir ku di serdema berê de jî şaredar wisa kiribû. Burun destnîşan kir ku lê belê wê gel êdî li hemberî vê şanoyê guh bide dengê aqilê xwe û li gor wê tev bigere.
MA / Lezgin Akdeniz