Malbatên Davutpaşayî 11 salin li edaletê digerin

  • rojane
  • 10:39 16 Çile 2019
  • |
img

STENBOL - Danişîna doza teqîna li atolya maytabê ya Davutpaşa ku 21 kesan jiyana xwe ji dest da û 115 kes birîndar bûn û 10 salin darizandin didome, sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê dê bê dîtin. Mexdûr Hakkı Guleç ê birayê wî jiyana xwe ji dest da xwest hemû kesên wîcdan ji bo edalet pêk bê tev li danişînê bibin û piştgiriyê bidin wan. 

Danişîna doza teqîna li Atolyeya Maybatê ya Davutpaya ku 21 karkeran jiyana xwe ji dest da û 115 kes birîndar bûn, sibê li Bakirkoyê tê ditin. Li navçeya Davutpaşa di 31'ê Çileya 2008'an de li atolyeya maytabê teqîn pêk haitbû. Di teqînê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 115 kes birîndar bûbûn. Piştî bûyerê der barê Midûrê Venêrtin û Ruhsatê yê Şaredariya Zeytinburnê, Rustem Tekîn û Midûrê Zabitayan Feruz Kutsal jî di navde der barê 10 kesan de doz hatibû vekirin.  Dadgehê di sala 2014'an de ceza li wan birî û ceza li dadgeha bilind hat xerakirin. Piştî biryar hat betalkirin, darizandinê ji nûve dest pê kir. 5'emîn danişina dozê dê sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoy a Stenbolê di 17'ê Çile de bê dîtin. Di ser bûyerê re 11 sal derbas bûn, lê hêj doz bi encam nebûye. Malbat dixwazin demek berî demekê edalet pêk bê û her kesên xwedî wîjdan piştgiriyê bidin. Di bûyerê de yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Haybetullah Guleç ê 18 sali bû. Birayê Haybetullah, Hakki Guleç têkildarî dozê de axivî û xwest her kes ji bo edalet pêk bê piştgiriyê bidin wan. Guleç, anî ziman ku di bûyerê de ocaxa 20 malbatan reş bû û wiha got: "Li Tirkiye ji ber ku ders ji bûyerek wisa naye derxistin her orj li Tirkiye cînayetên kar pêk tên.Ji bo doz vebe em 2,5 salan têkoşiyan. Em wekî malbatên ku li edalete digerin em li Komeleya Heviyek (Bir Umut Dernegi) kom bûn. Me li komeleyê hev nas kir. Em hemû malbatên bi êş li wir kom bûn. Me ew êşa xwe vegerand têkoşînê. Me dît ku ev bûyerên bi vî rengî ne qederek e û ne xwezayî ye. Me xwest xwedê nekin şirîkên van sûcan. Ji bo doz bê vekirin em 2.5 salan têkoşiyan. Li wir 21 mirov hatin kuştin. Lê tu kes nehatin binçavkirin û doz li wan hetan vekirin. 
 
'EM LI WELATEKÎ BÊ DAD, EDALETÊ DIXWAZIN' 
 
Guleç, destnîşan kir ku piştî tekoşîna wan doz hat vekirin û wiha got: "Em li welatekî bê dad edaletê dixwazin. Li Tirkiye edalet di destê yek kesî de ye. Kesên di cînayetên kar ên li Tirkiye de jiyana xwe ji dest didin ji kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin zêdetir in. Em dixwazin kesên şirîkê vî sûcî ne bên darizandin û cezakirin. Malbatekê digot ‘Edalet di qesrê de hepis kirin' Em xwînê naxwazin. Em edaletê dixwazin. Ji bo canen din neçin em têdikoşin. Ev cînayet hinekî jî şerma sendîkayan e. Dive sendîka bêtir mafê karkeran bişopînin. Ji 2008’an û şûnde li Tirkiye li ku cînayetek kar hebe em bi wan malbatan re dikevin nava dan û stendinê. Em êşê wan parve dikin. Karên van sendîka û derê wan ne jiyana karkeran e. Li şûna li pişt karkeran bin û mafê wan biparêzin li xwe difikirin. Helwesta hikûmete diyar e. Le ew jî li pey koltuxê ne. Di salên dawî de cînayetên kar zêde dibin. Sedema vê yekê ji ber kes nayên cezakirin. Hikûmet û rayedar bi hişmendiya qeder û fitratê de dibînin. Şaredarê Zeytinburnu Murat Aydin çend serdem e li ser heman koltuxê ye? Piştî Davutpaşa dîsa cînayetên kar berdewam kirin. Dema cînayetên kar pêk tên, li şûna kesên berpirsiyar ji kar dûr bixin, rutbeya wan mezin dikin. Me ev yek li Davutpaşa dit. Muammer Guler Waliyê Stenbolê bû, lê daxwaza me ya hevdîtinê jî qebûl nekir. Piştî Walîtiya Stenbolê kirin Wezîrê Karên Hundir. Li welatekî wisa edalet dê çawa pêk bê?" 
 
HEMÛ KESÊN XWEDÎ WÎCDAN VEXWENDIN DANIŞÎNÊ 
 
Guleç, herî dawî bang li hemû kesên xwedî wîcdan kir û xwest tev li danişîna dozê ya 17'ê Çile bibin û li ber deriyê dadgehê amade bibin. Guleç, anî ziman ku ev ne tenê doza çend malbatan e û êdî ev doz bûye malê hemû Tirkiye û xwest her kes hestiyar tev bigerin û li dozê xwedî derkevin. 
 
 

Sernavên din

19/01/2019
15:00 Rojnameger Taşkin: Kenê wan hêz dida min
14:48 Dadger Ertenkîn: Daraz dinava krîzê deye
14:32 ‘Girtiyê nexweş Kirtay berdin'
14:00 Tirkiye Rojnameger dersinor kir Holanda jî ew ji kar derxist
13:58 Ji ber bertekan deriyê Warê Dîrokî Dara dîsan hat vekirin
13:48 Kurê Canan ê windakirî: Werin em hevrû bibin
13:32 Bi hezaran welatî li dijî tecrîdê ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
13:18 Ji bo Guven kampanyaya îmzeya navnetewî hat destpêkirin
13:17 'Em kujerên Karaagar niha jî li pêş Agosê dibînin'
12:10 Otobusa karkerên cotkariyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
10:59 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:53 Gelê Amed dê îro dengê xwe bigînin Leyla Guven
10:50 Nasnameya jina li Avcilarê mirî hat dîtin diyar bû
10:32 3 bira bira li Qereqolê rastî îşkenceya tazî hatin gilî kirin
09:43 Ji ber dûmana sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin
09:35 Li Meksikayê teqîn: 20 kes mirin 71 kes birîndar bûn
09:13 Li Edeneyê jî mexdûrên KHK'î platform ava kirin
09:12 'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'
09:12 'Berxwedana Leyla Guvenê hêzê dide me hemûyan'
09:11 Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in
09:09 Rapora 'xizmetê' ya qeyûmê Silopiyayê: Kamerayên ewlehiyê zêde kirin
09:08 Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:35 Çalakiya Leyla Guven di roja 73'yemîn de didome
18/01/2019
20:13 Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin
16:29 Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin
15:41 Rewşa perwerdehiyê perîşan e
15:39 KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir
14:35 Di mala namzetê AKP'ê yê Mahsertê de qeyda 18 hilbijêraen Îzmîrî derket
14:34 Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
14:11 Pirsnameya Leyla Guven red kirin
14:02 Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin
13:34 Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin
13:24 Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan
13:23 Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn xelat kir
12:43 Hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihişt 239'an
12:41 Malbat ji bo için Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:20 Kerestecîoglu: Rêveber û endamên me bi zarokên xwe ve tên tehdîtkirin
11:56 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne
11:43 Leyla Guven: Jiyana me dîrokek ji agir e...
11:21 '12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin'
11:14 Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:00 26 sal derbas bûn lê faîl nehatin dîtin
10:17 Hikûmeta Elman xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe
10:16 Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn
09:53 Celalettîn Can hat biçavkirin
09:38 Nivîskar Aktaş: Divê girîngî û wateya çalakiya Leyla Guven baş bê zanîn
09:01 Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve
09:01 Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê
09:00 Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:22 HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne
07:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 72'yemîn de didome
17/01/2019
20:39 Li şevbuhêrkên Edeneyê dengbêjan bi kilamên xwe olan dan
18:34 Nûçegihana me Taşkin hat berdan
17:50 Karkerê ji qata 12'an ket jiyana xwe ji dest da
17:43 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
16:54 Ciwanên HDP’ê li Peyasê meclîsa xwe îlan kir
16:35 Ji bo mîtînga Amedê li Mûşê belavok hatin belavkirin
15:59 HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê îtîrazî bi hezaran hilbijêran kir
15:45 Parêzer ji bo li qawîşê hevdîtînê bi Guven re bikin serlêdan kirin
15:44 Li Heskifê piştî namzetê AKP'ê diyar bû qeydên hilbijêran jê birin
15:32 Îdîaya polîsan ciwanekê HDP’î birin derveyî bajer û îşkence kirin
15:31 Ji bo asîman bibînin 123 roj in di rojiya mirinê de ne
15:08 Ji bo mîtînga Amedê banga tevlêbûnê: Em bibin dengê qerîna girtiyan
14:50 Li qereqoleke valekirî 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin
14:43 Melîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser berdevkê xwe diyar kir
14:42 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Hevdîtin nayê wê maneyê ku tecrîd rabûye
14:33 Facîaya yurda Aladag: ‘Şaredartî delîlan reş dike’
14:07 Rewşenbiran li Meclîsê HDP ziyaret kir
13:59 Tirkiye Rojnamegera Holandayî Ans dersînor kir
13:46 Endama Dîwana KCD’ê ya berê Bazancîr hat berdan
13:41 Xebatkarê HDP’ê der sînor hat kirin
13:27 Rojnameger Ziya Ataman nehat berdan
12:58 Qeyûm deriyê Warê Dîrokî Dara li ziyaretan girt
12:27 Parêzerên Ocalan cara 782’yan serlêdan kirin
12:24 Angela Davîs: Divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda Ocalan daniye holê bişopînin
12:23 Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê: Sibê dereng e
12:00 Bernamzetê HDP'î yê Şaredariya Qereçobanê girtin
11:58 Pêşnûma mehaneyê teqawîtan li Meclîsê qebûl bû
11:18 Di doza Ozgur Gundemê de kes nehat berdan
10:48 Li daîreyekê 801 hilbijêr hene
10:43 2 bira li Rezanê hatin binçavkirin
10:35 YSK'ê di pergala dengdanê de hin guhertin kirin
09:10 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Ev êrîş vîna me naşkîne
09:05 Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye
09:04 Namzetên HDP'ê yên Cizîrê: Wê gel li malên şaredariyê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
09:03 Krîza aşkerekirina namzetên AKP'ê yên ji bo navçeyên Amedê
09:02 DMME'yê, der barê doza Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:15 Ji mîtînga HDP’ê ya Amedê re destûr derket
06:53 Çalakiya Leyla Guven di roja 71'emîn de didome
16/01/2019
21:59 Mîke Pence: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li herêmê bimînin
21:24 Li Sêrtê li ser înşeateke vala 441 hilbijêr hatine qeydkirin!
20:39 QSD’ê der barê ‘herêma biewle’ de şert danî
19:29 Rojnamevan Çapan ji ber cezayê pereyan nehat berdan
19:16 Li Şirnexê jî 3 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin
18:41 Ji bo mîtînga li dijî tecrîdê bang kirin
16:33 Yuksekdag : Emê bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin
15:31 Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin