ŞIRNEX - 5'emîn danişîna doza rojnameger Ziya Ataman ê roviyê wî îflas kirine 33 meh in girtî tê darizandin dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.
Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Ziya Ataman jî di navde 9 kesên di 11'ê Nisana 2016'an de hat girtin, 33 mehin girtî tên darizandin. 5'emîn danişîna 9 jê girtî 19 kesên ji heman dozê tên darizandin dê sibê li 1'emîn Dadgeha cezayên Giran a Şirnexê dê bê dîtin.
Ataman û kesên di heman dosyeyê de bi îdiayaên "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Kuştina bi qesdî ya pewyirdarê cemaweriyê", "Hewldana ji bo kuştinê ya peywirdarê cemaweriyê", "Zirardayîna bi qesdî ya sazî û dezgehên cemaweriyê", "Bi madeyên sotemeniyê zirardayîna mal", "Muxalefeta li hemberî Qanûna Jimare 6136'an" û "Di çerçoveya fealiyetên rêxistinekê de bêyî destûr bikaranîna madeyên talûke" tên tawanbarkirin.
ÎDIA HATIN REDKIRIN
Di danişînên berê de bersûcan îdiayên der barê wan de red kiribûn. Ji bo dirûşmeyên di dadgehê doza ewraqên kêm kiribû, nehat hînbûn dê ev ewraq bên berpêşkirin an na. Atamanê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye û berê ragihandibû di girtîgehê de gurçikên wî îflas kirine û bi dermanan li ser piya ye, tê payîn dê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe.
Di danişîna berê de Ataman gotibû: "Ez rojnamevan im û tenê çeka min pênûs e, wekî din tu çekên min tune ne."