ŞIRNEX - Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, diyar kirin ku ew ê li her taxê malên şaredariyê vebikin û ew ê tevî gel pirsgirêkên bajêr çareser bikin.
Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû bal kişandin ser girîngiya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê û behsa projeyên xwe kirin.
KÛTLÛ: HILBIJARTINEKE DÎROKÎ YE
Berîvan Kûtlû ku wexta hevşaredara bajaroka Dêrgulê bû û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, destnîşan kir ku ew hay ji hemû pirsgirêkên bajêr hene û got: "Li Botanê berpirsiyariyeke bi vî rengî ji bo min rûmeteke mezin e." Kûtlû ji bo vê hilbijartinê got, hilbijartina 31'ê Adarê ji bo gelên bindest û gelê bajêr hilbijartineke dîrokî ye.
'CIZÎR TIM XWEDÎ LI SIYASETMEDARÊN XWE DERKETINE'
Kûtlû, anî ziman ku gelê Cizîrê û siyasetmedarên wê tim bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û bal kişand ser tayînkirina qeyûman. Kûtlû got: "Pêvajoya ku gelê Cizîrê tê re derbas bû ne pêvajoyeke ji rêzê bû. Vîna wan hat xespkirin. Lê belê gel bersiva kesên vîna wan xesp kir da. Vê yekê jî bi xwedîderketina li siyasetmedarên xwe kir. Bi ruhekî berxwedêrî vê yekê kir. Li vir ne kesên vîna gel xesp kirin, em serbilind in. Mirov xwedî li me derketin. Çimkî em mafdar in."
'EM Ê SAZIYÊN JINAN DÎSA ZÎNDE BIKIN'
Kûtlû, destnîşan kir ku ew ê li Cizîrê gel daxilî nav xebatan bikin û bi vî awayî biryaran bigirin. Kûtlû, anî ziman ku niha şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ye bi milyonan deyndar e. Kûtlû, destnîşan kir ku ew ê saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin ji nû ve zînde bikin û got: "Qeyûman pêşî berê xwe da destkeftiyên jina. Cihên ku berê ji bo îstihdamkirina jinan hatibûn vekirin, saziyên jinan yeko yeko hatin girtin. Lê belê em ê van saziyan ji nû ve şên bikin. Em ê cihên ku jin karibin îstihdamê bikin vekin."
Her wiha Kûtlû, da zanîn ku ew ê ji bo zarokan jî kreşên bi zimanê zikmakî perwerdehiyê didin vebikin.
'WÊ GEL PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKE'
Namzet Mehmet Zirig jî destnîşan kir ku hilbijartina herêmî ji bo wan têkoşîna demokrasiyê ye. Zirig, anî ziman ku gelê bajêr bi her awayî bi zext û zoriyan re rû bi rû ye û got: "Em ê Cizîra dîrokî ji nû ve ava bikin. Ji dîrokê ve heta niha cizîriyan tim xwe bi rê ve biriye. Wan bi xwe pirsgirkên xwe çareser kirin. Wê ev yek dewam bike."
'WÊ LI MALÊN ŞAREDARIYÊ GEL PIRSGIRÊKÊN XWE NÎQAŞ BIKE'
Zirig, destnîşan kir ku şaredarî ne deverên îktîdarê ne, navnîşan xizmet û çareserkirina pirsgirêkan e. Zirig ji bo projeyên xwe jî got: "Em ê li her taxê malên şaredariyê ava bikin. Wê ev tenê ji dîwarên kevirî pêk neyên. Wê bibin navenda çareserkirina pirsgirêkan. Wê tenê xebatkarên şaredariyê ne li vira bin. Wê gel bi xwe pirsgirêkên xwe nîqaş bike û tespît bike. Her wiha wê ev der ji bo kesên aboriya wan nebaş e jî bibin cihê çareserkirinê. Wê atolye hebin. Wê li vir çanda bajêr esas bê girtin."
'JI BO CIWANAN NAVENDÊN XEBATÊ'
Zirig, anî ziman ku der barê Çemê Dîcleyê de jî hin projeyên wan hene û bal kişand ser "Qehwexaneya Gel" ku qeyûm li qeraxa çem vekiriye û got: "Li şûna vê dibe ku ji bo ciwanên ketine nav pencikên tiryak û fuhûşê pirtûkxane bên vekirin. Wê pirtûkxaneyên bi navê alimên mezin ên Cizîrê ji bo ciwanan bibin navendên xwendin û xebatê. Her wiha em dixwazin li qeraxa çem parkên ekolojîk jî çêbikin."
Zirig, anî ziman ku li bajêr deverên dîrokî gelek in û ji bo ev der bibin deverên turîzmê ew ê tev bigerin.