Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye

img

AMED - Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye." 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan ku di 12'yê Çileyê de bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî vê hevdîtinê tecrîd dewam dike û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye." 
 
Farisogûllari bi bîr xist ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di asteke krîtîk de ye û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. Farisogûllari, bilêv kir ku bi tecrîda li Îmraliyê rê li ber fikrên Ocalan tê girtin û bi vî awayî nayê hiştin ku ew fikir xwe bigihînin civakê. Farisogûllari, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku têkiliya Ocala û civakê ji hev bê qutkirin û dewlet ji ber vê tecrîdê girantir dike. 
 
Her wiha Farisogûllari bal kişand ser bêdengiya civakê ya ji bo grevên birçîbûnê û got, ev bêdengî nayê qebûlkirin. Farisogûllari, destnîşan kir ku ji ber civak li ber tecrîdê bêdeng maye Guven û girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi vê çalakiyê civak hişyar kirine. 
 
'RÊBAZA ŞERÊ TAYBET E' 
 
Farisogûllari ji bo hevdîtina Mehmet Ocalan a bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî got: "Ji bo grevên birçîbûnê yên li çar perçeyan belav dibin bên astengkirin ev hevdîtin hat çêkirin. Divê ev wekî rêbazeke şerê taybet bê nirxandin. Ji bo vê jî zûzûka Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê şandin. Ev hevdîtin jî nîşan dide ku ne ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Armanca sereke ew e ku berxwedana her diçe berbelav dibe asteng bikin." 
 
'SABIQAYA DEWLETÊ HEYE' 
 
Farisogûllari, destnîşan kir ku Guvan bibiryardarî çalakiya xwe li dijî tecrîdê didomîne. Her wiha Farisogûllari bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya 2016'an û destnîşan kir ku wê çaxê jî Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê û piştî hevdîtinê dîsa tecrîdeke girankirî ketiye dewrê. Farisogûllari got: "Hevala me Guven dibêje 'di vî warî de tecrûbeyên me hene.' Mafdar e. Çimkî, di vî warî de sabiqaya dewletê heye. Çalakiyên tên kirin ji bo tecrîd bi temamî ji holê bê rakirin tên kirin."
 
Farisogûllari bang li raya demokratîk kir û got: "Dewlet çi qasî xwe li ker û laltiyê deyne jî, dîsa berpirsiyar ew e. Ger di çalakiyên greva birçîbûnê de mirin çêbibin kes nikare ji bin vê berpirsiyariyê rabe. Kesên dewletê bi rê ve dibin, divê bêyî serî li rêbazên şerê taybet bidin vê yekê bikin. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Û parêzerên Birêz Ocalan û malbat karibin hevdîtinê pêk bînin." 
 
'DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN' 
 
Farisogûllari, destnîşan kir ku bi domandina tecrîdê re çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn jî tê astengkirin û ger tecrîd dewam bike wê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyeke dijwar ve biçe. Farisogûllari got: "Ne civaka kurd ne jî ya Tirkiyeyê wê nikaribe ji bin vê yekê rabe. Loma em bang li hemû sazî, dezgeh û rewşenbîran dikin. Divê di vî warî de xwedî rol bin û têkevin dewrê. Em bang li gelê xwe jî dikin ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê û bibin dengê çalakgeran. Divê herkes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. An jê wê sibê pir dereng be. Wê çaxê wê piştgirî û deng bi kêr neyên." 
 

Sernavên din

19/01/2019
15:00 Rojnameger Taşkin: Kenê wan hêz dida min
14:48 Dadger Ertenkîn: Daraz dinava krîzê deye
14:32 ‘Girtiyê nexweş Kirtay berdin'
14:00 Tirkiye Rojnameger dersinor kir Holanda jî ew ji kar derxist
13:58 Ji ber bertekan deriyê Warê Dîrokî Dara dîsan hat vekirin
13:48 Kurê Canan ê windakirî: Werin em hevrû bibin
13:32 Bi hezaran welatî li dijî tecrîdê ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
13:18 Ji bo Guven kampanyaya îmzeya navnetewî hat destpêkirin
13:17 'Em kujerên Karaagar niha jî li pêş Agosê dibînin'
12:10 Otobusa karkerên cotkariyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
10:59 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:53 Gelê Amed dê îro dengê xwe bigînin Leyla Guven
10:50 Nasnameya jina li Avcilarê mirî hat dîtin diyar bû
10:32 3 bira bira li Qereqolê rastî îşkenceya tazî hatin gilî kirin
09:43 Ji ber dûmana sobeyê 2 jê zarok 3 karker mirin
09:35 Li Meksikayê teqîn: 20 kes mirin 71 kes birîndar bûn
09:13 Li Edeneyê jî mexdûrên KHK'î platform ava kirin
09:12 'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'
09:12 'Berxwedana Leyla Guvenê hêzê dide me hemûyan'
09:11 Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in
09:09 Rapora 'xizmetê' ya qeyûmê Silopiyayê: Kamerayên ewlehiyê zêde kirin
09:08 Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:35 Çalakiya Leyla Guven di roja 73'yemîn de didome
18/01/2019
20:13 Wê li Qada Îstasyonê bang li hikûmetê bikin
16:29 Aydin: Di cînayeta Elçî de gav neyên avêtin em ê daneyan parve bikin
15:41 Rewşa perwerdehiyê perîşan e
15:39 KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir
14:35 Di mala namzetê AKP'ê yê Mahsertê de qeyda 18 hilbijêraen Îzmîrî derket
14:34 Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
14:11 Pirsnameya Leyla Guven red kirin
14:02 Ji ser avahiyan belavokên piştevaniya bo Guven belav kirin
13:34 Der barê 6 jinên hatin berdan de lêpirsîn hat destpêkirin
13:24 Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan
13:23 Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn xelat kir
12:43 Hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger gihişt 239'an
12:41 Malbat ji bo için Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:20 Kerestecîoglu: Rêveber û endamên me bi zarokên xwe ve tên tehdîtkirin
11:56 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji bo pêvajoya avakirinê amade ne
11:43 Leyla Guven: Jiyana me dîrokek ji agir e...
11:21 '12 salin ji bo Hrant em edaletê dixwazin'
11:14 Gelek kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:00 26 sal derbas bûn lê faîl nehatin dîtin
10:17 Hikûmeta Elman xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe
10:16 Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn
09:53 Celalettîn Can hat biçavkirin
09:38 Nivîskar Aktaş: Divê girîngî û wateya çalakiya Leyla Guven baş bê zanîn
09:01 Girtiyê nexweş ê hat berdan: Eger dawî li tecrîdê bê wê bêhna gel derkeve
09:01 Çeka Omer Koç ê 17 salî pê hat kuştin şandin Efrînê
09:00 Wê li dijî îxrackirinan helwesteke hevpar nîşan bidin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:22 HDP sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga mezin pêk tîne
07:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 72'yemîn de didome
17/01/2019
20:39 Li şevbuhêrkên Edeneyê dengbêjan bi kilamên xwe olan dan
18:34 Nûçegihana me Taşkin hat berdan
17:50 Karkerê ji qata 12'an ket jiyana xwe ji dest da
17:43 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
16:54 Ciwanên HDP’ê li Peyasê meclîsa xwe îlan kir
16:35 Ji bo mîtînga Amedê li Mûşê belavok hatin belavkirin
15:59 HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê îtîrazî bi hezaran hilbijêran kir
15:45 Parêzer ji bo li qawîşê hevdîtînê bi Guven re bikin serlêdan kirin
15:44 Li Heskifê piştî namzetê AKP'ê diyar bû qeydên hilbijêran jê birin
15:32 Îdîaya polîsan ciwanekê HDP’î birin derveyî bajer û îşkence kirin
15:31 Ji bo asîman bibînin 123 roj in di rojiya mirinê de ne
15:08 Ji bo mîtînga Amedê banga tevlêbûnê: Em bibin dengê qerîna girtiyan
14:50 Li qereqoleke valekirî 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin
14:43 Melîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser berdevkê xwe diyar kir
14:42 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Hevdîtin nayê wê maneyê ku tecrîd rabûye
14:33 Facîaya yurda Aladag: ‘Şaredartî delîlan reş dike’
14:07 Rewşenbiran li Meclîsê HDP ziyaret kir
13:59 Tirkiye Rojnamegera Holandayî Ans dersînor kir
13:46 Endama Dîwana KCD’ê ya berê Bazancîr hat berdan
13:41 Xebatkarê HDP’ê der sînor hat kirin
13:27 Rojnameger Ziya Ataman nehat berdan
12:58 Qeyûm deriyê Warê Dîrokî Dara li ziyaretan girt
12:27 Parêzerên Ocalan cara 782’yan serlêdan kirin
12:24 Angela Davîs: Divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda Ocalan daniye holê bişopînin
12:23 Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê: Sibê dereng e
12:00 Bernamzetê HDP'î yê Şaredariya Qereçobanê girtin
11:58 Pêşnûma mehaneyê teqawîtan li Meclîsê qebûl bû
11:18 Di doza Ozgur Gundemê de kes nehat berdan
10:48 Li daîreyekê 801 hilbijêr hene
10:43 2 bira li Rezanê hatin binçavkirin
10:35 YSK'ê di pergala dengdanê de hin guhertin kirin
09:10 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Ev êrîş vîna me naşkîne
09:05 Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye
09:04 Namzetên HDP'ê yên Cizîrê: Wê gel li malên şaredariyê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
09:03 Krîza aşkerekirina namzetên AKP'ê yên ji bo navçeyên Amedê
09:02 DMME'yê, der barê doza Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2019'AN
07:15 Ji mîtînga HDP’ê ya Amedê re destûr derket
06:53 Çalakiya Leyla Guven di roja 71'emîn de didome
16/01/2019
21:59 Mîke Pence: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li herêmê bimînin
21:24 Li Sêrtê li ser înşeateke vala 441 hilbijêr hatine qeydkirin!
20:39 QSD’ê der barê ‘herêma biewle’ de şert danî
19:29 Rojnamevan Çapan ji ber cezayê pereyan nehat berdan
19:16 Li Şirnexê jî 3 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin
18:41 Ji bo mîtînga li dijî tecrîdê bang kirin
16:33 Yuksekdag : Emê bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin
15:31 Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin