STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 356'an de bal kişandin ser girtiyê nexweş Halim Kirtay û xwest Kirtay bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 356'an a çalakiya "Rûniştina F" de xwestin çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Çalakiya Komisyonê ya ÎHD'ê disa li qada qada Galatasarayê hat astengkirin. Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, çalakî di hefteya 356’an de ji ber astengiya polîsan li avahiya ÎHD'ê pêk anîn. Gelek parazvanên mafên mirovan jî tev li çalakiyê bûn. Li salonê dirûşmeya “Tecrîd dikuje, piştevanî jîn dike" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" vekirin. Di daxuyaniyê de bê navber “Halîm Kirtay bila bê berdan" berz kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Halim Kirtay û xwest bê berdan. Endama Komîsyona Girtîgehaen a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hatice Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyên Girtîgeha Duzce yên di çalakiya grevê de û wiha got: "Girtiyên ketine greva birçîbûnê di hucreyên yek kesî de tên girtin. Girtiyên ku avêtine yek hucreyê en nizanin ku pêdiviya wan ên av, xwê, şekir û Vîtamîna B didin an nadin. Ewlehiya van girtiyan jî tune û me dixin nava fikaran. "
GIRTIYÊ 70 SALÎ 26 SALIN GIRTÎ YE'
Onaran anî ziman ku Girtiyê 70 salî Halîm Kirtay 26 salin girtî ye û wiha got: "Herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakran a Îzmîrê bû. Di sala 2016'an de teşhîsa hemaroid lê danî. Çend roj berê testesteronên wî werimîn. Halim Kirtay, bi alîkariya girtiyên din birin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên malbatê Kirtay rastî nêzîkatiyên nijadperest ên bijîşkên nexweşxaneyê hatine. Kirtay li Îzmirê emeliyat kirin, lê ji ber tansiyona zêde û şekirê zêde nikare rûnê. Bi maşîna rîngê birine û anîne û ev rêwîti lê bûye îşkence. Ji ber vê yekê êdi nikare biçe nexweşxaneyê.
Divê bi lez Kirtay serbest berdin.
Daxuyanî piştre bi dirûşmeyan bi dawî bû.