DÎLOK - Dadger Orhan Gazî Ertekîn ê beşdarî konferansa mafê mirovan a Baroya Dîlokê li dar xist bû, diyar kir ku daraz niha dinava krîzê deye. Seroka TÎHV’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî jî, anî ziman ku kesên di dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, ditirsin bên derman kirin û mafê xwe bixwazin.
Navenda Mafê Mirovan a Baroya Dîlokê, bi tevlîbûna Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Dadger Orhan Gazî Ertekîn û Parêzer Ercan Kanar konferansek li dar xist. Ligel Serokê Baroyê y berê Alî Elîbol, gelek parêzerên baroyê beşdarî konferansê bûn. Konferans li avahiya baroyê pêk hat.
‘LI DIJÎ BÊMAFIYAN DIVÊ EM DENGÊ XWE DERBIXIN’
Prof. Dr. Fîncancî di axaftina xwe ya li konferasê kir de wiha got: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, pêkanînên îşkeceyê pir zêde bûn. Hin kesên wê demê hatin îşkencekirin, ji bo çavtirsandina gel wêne û dîmenên wan ji aliyê dewletê ve hatin servîskirin. Di dema OHAL’ê de zirar dan bi sedhezaran malbatan. Nêzî 135 hezar memûr ji kar hatin vêtin. Îro tê xwestin ku em serî bi tewînin û sînoran derbas bikin. Dixwazin weke bavê me, ferî hemû tiştên me bibin. Îro em ji dewleta xwe re dibêjin faşîzm. Ji xwe faşîzm jî zirarê dide tenduristiyê. Weke mîkropê di canê mirovan de digere. Ev mîkrop dûre bedena me dîl digire. Ji bo ku ev mikrop beden û welatê me esîr negire, divê em deng derbixin. Divê em weke dîroka Komarê deng derbixin. Di dewama her komkujiyekê de, dê komkujiyên nû bi xwe re bîne. Divê em cardin nevin nava van xetayan.
‘SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ HEYE, LÊ KES BICIH NAYÎNE’
Dadger Orhan Gazî Ertekîn piştî Fîncanci axivî û wiha got: “Pênaseya sûcê îşkenceyê ya li Tirkiyê, li tu welatên din tuneye. Ligorî sûcê îşkenceyê ya li Tirkiyeyê, tu berpirsên çemawerî nikarin heqaret li wealtiyan bikin. Ger tişt wisan çêbe jî weke îşkenceyê tê qebûlkirin. Memûrekê tapo jî nikare heqaret li welatiyan bike û dema heqaret kir jî weke îşkenceyê tê hesibandin. Lê yek ji van pêkanînan nayên bi cih anîn. Kesek ji ber sûcê îşkeceyê nayê ceza kirin. Divê li Tirkiyeyê em vê nîqaş bikin. Li Tirkiyeyê daraz niha dinava krîzê deye.”