ENQERE – Nûçegihana me Seda Taşkin a ji ber nûçeyên çêkiribûn hat girtin û 360 roj şûn ve hat berdan behsa bêhiqûqî û têkildarî qewimînin li hepsê kir. Taşkin diyar kir ku dema ew ewil ketiye girtîgehê û deriyê qawîşê lê vebûye tişta ewil dîtiye li pêşberî wê ser û çavên dev li ken bûn e û got: “Hêza herî mezin min ji wê dev li keniyê girt.”
Rojnameger ango nûçegihana ajansa me Mezopotamyayê Seda Taşkin ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di 23’ê çileya 2018’an de ji ber doza li Mûşê lê vebû li Enqereyê hat girtin. 360 roj di hepsê da ma. Di 17’ê Çile de bi biryara navberê tahliye bû. 7 sal û 6 meh cezayê hepsê li Taşkin birîbûn û niha ew ceza li Dadgeha Îstînafê ye.
Nûçegihana me Taşkin behsa pêvajoya girtin û girtîgehê kir.
Taşkin anî ziman ku dema ew li Mûşê hat binçavkirin rastî îşkenceya fizîkî û derûnî hatiye û têkildarî îdianameya ji aliyê polîsan ve bo wê hatiye amadekirin got: “Rewşa bi serê min ve qewimî wek hebên tezbiyên bûn. Bêhiqûqî dest pê dike û dawiya wê nayê.”
‘TU ROJNAMEGER BÎ BES E’
Taşkin got ji ber ew bi awayek dij hiqûqî hatiye girtin ne li bendê bûye ku bê berdan û wiha got: “Hem ji ber naveroka dosyeyê û hem jî ji ber cezayê li min hatibû birîn ne li benda tahliyeyê bûm. Jixwe divê ez nehatima girtin. Di angaştnameyê de delîl hemû pûç bibûn. Nasnav li min kirin e. Me gelek delîlan pêşkêşî dadgehê kiribû. Wan jî dizanibû ku navê Seda ne kod e. Nûçeyên ne yên min bûn, wek ên min nîşan dabûn. Nûçeya Sîsê Bîngol ku ne min çêkiribû wek a min dane nîşandan. Ji ber nûçeyên min çêkirin ez hatim girtin. Ji bo wan rojnamegeriya min bes bûye.”
‘BINPÊKIRIN LI SER BINPÊKIRINÊ’
Taşkin bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehê û wiha domand: “Bi taybetî di serdema OHAL’ê de binpêkirina mafan zêde bibûn. Pirsgirêka herî zêde ya li Girtîgeha Sîncanê ava nepaqij bû. Ava me bi şiklek qirêj û zengarî diherikî. Ji ber vê yekê rê li ber gelek nexweşînan vedikir. Tevî me li saziyên pêwendîdar jî da lê şertên me nehatin başkirin û bersivên neyînî didan daxwaznameyên me. Rewşa ku dibû sedema pirsgirêka tenduristiya bi sedan kes ji nedîtî ve dihat dîtin. Te ji civakê diqetînin û dixin nav çar dîwaran. Dixwazin di nava çar dîwaran de her tiştî bînin serê te. Rewşa girtiyên nexweş ne di xema wan de bû. Girtî rastî lêpirsîn û îşkenceyê dihatin.”
'KENÊ WAN MIN PÊŞWAZÎ KIR’
Taşkin da zanîn ku li qawîşa ew lê dima hema bêje ji her beşên civakê mirov lê hebûn û wiha pêde çû: “Rojnameger, siyasetmedar, xwendekar, ciwan, extiyar hebûn. Hemû rengên civakê li qawîşa me kom kiribûn. Hevalek me tenê ji ber ku li stranên kurdî guhdar kiribû 10 sal ceza lê birîbûn. Kesên bi hêcetên sosret hatibûn girtin hebûn. Her kesek bi peyvekê desthilatdariyê rexne kiribe di girtîgehê de ye. Lê dîsa jî nagihîjin armanca xwe û nikarin vîna xelkê bişkênin. Roja ewil min birin girtîgehê û deriyê qawîşê vebû tişta ewil bandorê li ser min kir, li pêşberî min ser û çavên dev li ken bûn. Hêza herî mezin jî min ji wê dev li keniyê girt.”
Taşkin got çi dibe bila bibe divê deriyên hepsan bên vekirin û ji bo kesên girtî bên berdan wezîfeyek mezin dikeve ser milên kesên li derve.
‘DIVÊ HER KES BÊ AZADKIRIN’
Taşkin bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got: “Grevên birçîbûnê bi biryardarî didomin. Mafê xwe yê demokratîk bikar tînin. Bi daxwazên demorkatîk dixwazin tecrîd bê rakirin. Divê bi awayek xurt xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê bê derketin. Heta girtîgeh neyên valakirin û hevalên rojnameger neyên berdan em ê ne şanaz bin û ne jî azad bin.”