ÎZMÎR - Berdevkê Hewldana 78'an Celaettîn Can ku di 18'ê Çileyê de hatibû destgîrkirin hat berdan.
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can di 18'ê Çileyê de ji ber daxuyaniyeke xwe ya li Îzmîrê hatibû destgîrkirin. Hat hînbûn ku di dema avêtina ser malê de polîsan kompîtura Can jî destgîr kiribû û wî biribûn. Piştî karên îfadedayînê yên li Midûryeta Îzmîrê Can hat berdan.