Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin

  • rojane
  • 12:33 20 Çile 2019
  • |
img

EFRÎN - Salek berê îro hikûmeta AKP'ê li dijî peymanên navneteweyî biryar da û bi hevkariya TSK û OSO li dijî Efrînê operasyona hewayî û bejayî pêk anîn. Salek di ser êrîşên li ser Efrînê re derbas bû. Piştî şerê 2 mehan bi sed hezaran gelê Efrînê koçî herêmea Şahba kir û salek e di kampan de dijîn. Gelê Efrînê ku li kampê dijîn li benda roja vegera Efrînê ye. Gelê Bakur û Rojhilata Sûriye dê îro ji bo Efrînê dakevin kolanan û bêjin "Me Efrîn ji bîr nekirye." 

Salek berê di 20'ê Çileya 2018'an de hikûmeta Tirkiye AKP'ê li dijî hemû peyman û qanûnên navneteweyî biryar da û bi hêza TSK û OSO li dijî Efrînê şerê hewayî û bejayî da destpêkirin. Peymanên navneteweyî îhlal kir û bi tang, top û balafiran sînor derbas kir û ket axa Efrînê. 
 
BAJARÊ NEOLOTİKÊ EFRÎN 
 
Efrîn ku şopên çanda Îştarê ya çanda bingehîn a civaka Neolîtîkê dinava xwe di hewîne, di heman demê de şopên çanda Hurrî û Mîttaniyan a Aryen a Rojhilat jî hîna li Efrînê xuya dikin. Ev gelên B.Z. di sedsala 17’emîn dewletên Mîzzuwatna û Mîttanî avakirine. Puduhepa B.Z. sedsala 13’emîn jiyaye. Bavê wê Kîzzuwatna ji Lawanzantiya yê ye (tê texmîn kirin ku nêzî ciheke Elbîstanê ye.) Di danayên dîrokî de jî tê gotin ku Lawazatiya bajarê Îştar/Sauşga ye. Puduhepa xwe weke xizmetkara Xwedavenda Hepat a Hurriyan dibîne. Puduhepa hemû tabletên nivîskî yên çand û ola Hurrî ya bajarê xwe Kizzuwatna û Hattiyan bi kopî kirine. Li Hattuşa arşeveke Kizzuwatna û pirtûkxaneyek ava kirine.  Dewletên Mîtannî û Kîzzuwatna, B.Z. di sedsala 12’emîn de esîlên Aryan ên Rojava ku ji Rojava hatin heya “Koçberiyên Gel ên Ege yê” li herêmê desthilatdariya xwe ya siyasî nêzî 500 salan parastine. Ji ber vê yekê di gelek navên herêmkî yên vê herêmê de, heta navê Efrînê jî, di etîmolojiya Ariyaca ya Rojhilat de heye. Navê Puduhepa bi Hurriye. Peyva Pudu koka xwe ji Huriya lêker digire. Hepa jî navê Hepat a ser xwedevanda Huriyane. Em ê derbarê van hemû serdemên li Efrînê hatin jiyîn de, di dosyayên xwe yên pê de bi berfirehî binivîsin. 
 
Jineolojî, di rêbaza lêkolîna xwe de hem daneyên civakî û hem jî belgeyên dirokî ji bo xwe çavkaniyên bi qîmet digire dest. Der barê peyva Efrînê de dayikek pîr pênaseya “afirandin, ji peyva afrandin, afratê pêk tê" dike. Ji ber vê yekê bi qîmet û pîroz e. Dayik dîsa ji bo peyva Afrat jî diyar dike ku bi zimanê Soranî jin afrat e. Ji Afirandinê tê. Diyar dike ku demek ji demekê Xwedavend Afrodit di vê axê re derbas bûye û navê xwe ji “Efrîn dît” tê. Ev jî şînad dide ku çanda Afrodit bi çanda Îştar û Înanna re bûye yek û bi riya Fenikeyan derbasî Şaristaniya Yunanan bûye. Afrodit di heman demê de xwedavenda ku Troyaliyan diparêze. Her navekî ku li Xwedavendan tê kirin, taybetmendiyên gerdûn, civak û xwezayê di nava xwe de diparêze. Pênaseya nav di nava xwe de têkiliya jiyan, civak û jinê bi hevve girê dide. 
 
Herêma Efrînê wekî herêm jî bi navê Çiyayê Kurmanç, Cumê, Efrîn û Avrin bi gelek navên cuta tê nasîn. Herêma Efrînê di dîrokê de her dem wekî qada berxwedana kurdan hatiye nasîn. Bûye qada berxwedanê. Kurdên ku li vê herêmê dijîn, ji bo vê herêmê Çiyayê Kurmanç an go Çiyayê Kurmênc pênase dikin. Osamî wekî Kurddag, Ereb wekî Cebel-ul Ekrad (Çiyayê Kurdan) pênase kirine. Rewşenbirên li Efirên jî diyar dikin ku Efrînê navê xwe ji ava Avrînê girtiye. 
 
Pêşî li erdnîgariya xwe estetîka berxwedanê çê dike... Kodên asîmanan diguhezîne Efrîn... Îlhamê ji stêran yanî ji çanda Îştarê distîne. Mînak, 90 girên wê yên hêleke wan li Keleha Jinan hêleke wan jî li Keleha Semanê dinihêre hene... Di biniya wan girên ku li hember hev, Efrîn hem dîroka xwe diparêze hem jî li hemberî talûkeyan hevdu hişyar dike... 9 ziyaretên ku 90 girên girêdayî wan in, bi navê jinan e. Ji van ziyaretan hin jê li Geliyê Jinan hin jê jî li Şikefta Jinan dinihêrin...
 
Ji ber li her gundeke wê ziyaretek heye, şopên anîmîzmê ku zanista civaka xwezayî ye di xwe de dihebîne. Ev ziyatre jî girêdayî van 9 ziyaretan e û ji ber vê ziyaretmn din jî bi navê jinan tên bilêvkirin û ev yek jî nîşan dide ku demarên berxwedêr ên civatê hatine parastin. Mesela li Qastella Cindoyê Ziyareta Porsa Xatûn û li Mabada Xilnirê jî Ziyareta Keçika Kej mînak in.  Ji ber Efrîn li gor salnameyê ava dibe... mînak 7 geliyên wê hene. Gelî Tito, Gelî Heştir, Gelî Xezal, Gelî Çil Kanî, Gelî Zete, Gelî Haydo û Gelî Tiyro. Her geliyek xwedî çîrokek e. 
 
7 navçeyên Efrînê hene. Girêdayî her navçeyê 52 gund hene. Bi giştî 365 gundê wê hene. Paşê ev hejmar geh zêde dibe geh kêm dibe. Yanî carinan heta 366'an jî diçe; yanî dema du gund bibin gundeke an jî gundek bide du gund... Li Efrînê estetîka berxwedanê di wateyên ku hatine parastin de veşarî ne... Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, her çi qas hejmara navçe û gundên girêdayî polîtîkayên nifûsê biguherin jî navçeyên Efrînê ev in: Cindiresê, Reco, Bilbilê, Şêra, Mabeta û Şîyeyê ne. Şêrawa qada Çiyayê Lelûnê ye. Cihekî nêzî Efrînê ye. Paşê daxilî navçeyan bûye. 
 
Li Efrîna ku hema bêje her tiştek xwedî wateyek e, li her deverên wê cihwarên pîroz hene, darên pîroz, kevirên pîroz hene. Ziyaretên wekî Nebî Hûrrî (Keleha Hûrrî), Ziyareta Henên, Ziyareta Evdirehmên, Ziyareta Şêx Berekat, Ziyareta Çîlxanê, ziyaretên Mena û Deyanê. Kaniya Turindê û Ava Golbehîrê jî avên wên pîroz in. Li Ziyareta Henênê goa-ra Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde hene. Li Qibalê sê ziyaret hene; Ziyaretên Şêx Berekat, Gundî Dereza Qastella Porse Xatûnê; li gundê Hecî Xelîl ê navçeya Recoyê Ziyareta Mihemmed Elî û li Şerayê jî Ziyareta Karecoranê heye. 
 
DI NAV ÇAR ÇIYAYAN DE YE 
 
Efrîn wek Dêrsimê di nav çar çiyayan de ye. Pişta xwe daye çiyayan û li serê stran hatine vegotin. Bajarekî hunerî ye. Li vir Çiyayê Çil, Çiyayê Lelûn, Çiyayê Xastiyan û Çiyayê Hawarê hene. Çiyayê herî bilind Çiyayê Hawarê ye. Ev çiya li bakûrê bajêr e. Di heman demê de cîranê Bakurê Kurdistanê ye. Li rojhilat ve eşîra Şikakan û li rojava jî eşîra Amka  ku lê dimînin digîhîje Çiyayê Xastiyan. Li hemberî van her sê çiyayan jî çiyayê Lelûn heye. Li ser çiyayê Lelûn şîfreyên baweriya Rojê veşartî ne û çiyayek ji baweriyên xûrt re malovaniyê kiriye. 
 
Dîsa 7 eşîrên Efrînê hene. Eşîra Amkan ji Bilbilê heta Recoyê, eşîra Biyan li Bilbilê, eşîra Şêxiyan li Reco, eşîra Xastiyan jî li Mabetê, eşîra Cumiyan li Cindiresê, eşîra Şikakan li Şêranê û eşîra Robaran jî li Şêrawan e.
 
LI HER DEVERÊ MÎRATEYA ÇÎROKA ÎŞTAR HEYE 
 
Her bihostê li ser vê axa mîrateya Îştar lê heye. Li ber deriyan ji bo xêr û hêviyan nal, kevirên kunkirî, destar û bermahiyên dişibin van tiştan balê dikişîne ser xwe û taybetmendiyên Efrînê ne. Dîroka Girê Eyn Darê navê berxwedana Girê Cindirêse ye. Şêrewa Çiyayê Lelûn. Bilbilê Nebî Hurrî, Şêra Eyn Darê mîrateya çîroka Îştar diparêze. Host bi host li her deverê vê axê şopên berxwedanê di nav xwe de vedişêre. 
 
LI RECO KEVIRÊ BÛKÊ
 
Ji Reco re Rajû û Rajûû jî tê gotin. Wateya wê bi kurdî ye ji raçandin û çêkirinê tê. Reco li ser herî cihê bilnd ê Çiyayê Hawarê cih digire û li her gundê Reco bandora çanda Îştar û Zerdeştî heye. Reco bi çanda xwe ya balkêş çavê her kesî dide ser xwe. Riya trênê ya Berlîn û Bexdayê jî di Reco de derbas dibe. Xwedî çandek dewlemend e. Gundên li herêma Reco yên Hec Xelîl, Etmana, Maseka, Mûskê, Hopka û Banîkê li benda lêkolînê ne.
 
ÇÎROKA KEVIRÊ REŞ BALKÊŞ E
 
Di heman demê de Reco wek Çiyayê Bîlalê Hebeş jî tê nasîn. Çîroka Bîlalê Hebeş dişibe çîroka pêxemberê îslamê Hz. Muhammed ya Çiyayê Hîra. Tê gotin ku Bîlalê Hebeş 40 roj û 40 şev li vir hûr û kûr dibe û di encamê de xwe bi Hz. Muhammed re dike yek. Ziyareta Mihemed a li gundê Hec Xelîl vê çîrokê di nav xwe de vedişêre. Her wiha li Recoyê Çeqmaqê Mezin ku jê re tê gotin, li pişt Reco ye û dibêjin ku cihê kevirê reş li wir e. Dibêjin ku di hundirê wî kevirê reş de berhemek (sir) heye û pê tê bawerkirin. Tê bawerkirin ku marê reş wir diparêze û ji bo mirov xwe bigîhînin wî kevirê reş ewil mirîşkek reş berdidin. Li gorî rîwayetê dibêjin ku ew mirîşk heke ku nemire xwe digîhinin wî kevirê reş.
 
Disa Kevirê Bûkê jî heye û li Geliyê Tiyro ye. Gelî girêdayî Reco ye. Çîroka vê deverê heta Hz. Alî û Fatma Nebî diçe. Li gorî rîwayetan Fatma Nebî dibîhîze ku dê Hz. Alî hêwî bîne ser û li dijî vê yekê derdikeve. Dema nikare ji vê re bibe asteng ji bo savar bêjin bike bêjingê dide destê xwe û ber bi jor ve derdikeve. Bavê Fatma Nebî wê dibîne û dibêje “Tu diçî ku?” ew jî bersiv dide û dibêje “Min dît, bila dijminê min nebîne” û pişt re dibe kevir. Her wiha li gorî rîwateyek din jî tê gotin ku jinek li dijî zewaca bi darê zorê derdikeve û dibêje “Li şûna ez ê bibim ya wî zilamî, ez bibim kevirek baştir e” û pişt re dibe kevir. Li gundê Bililko jî mozaîkek heye. Li ser mozaîkê wêneyên hesp, werdek û fatfatokê hatiye neqş kirin. Li gundê Hecî Xelîl ê bi ser Reco jî balkêş e ku tenê malbatek ermenî dijî. 
 
LI MABETA ZIMANÊ TENÊ JIN PÊ DI AXIVIN 
 
Li navçeya Mabeta herî zêde Elewî lê dijîn. Du malbatên ji komkujiyan direvin vê navçeyê ava dikin. Li vê derê ji bo kes ne zane Elewîne, perestgehekê ava dikin û tê îdîakirin ku navê Mabeta ji vê perestgehê tê. Ji gundê Şeytana heya gundê Zehra, ji gundê Sarya heya gundê Amara yên Mabeta wateya her gundekê heye. Mînak li gundê Zehra, her roja çarşemê hemû welatiyên gund li hev kom dibin, xarinan çêdikin û wê rojê bi hevre derbas dikin.Gundê Dumîlya ya girêdayî Mabeta jî gundê gundên Kirmancane. Li vî gundê bi zaravayên Kurdî û Kirmanckî diaxivin. Li gundê Şeytana jî mirov rastî vegotinên xeta berxedana jinan tê. Li Şeytana jî, ji tevnkariyê bikirin heya çêkirina qûndireyan, ji çandiniya wê birin heya perwerdê, jiyanek komînal hatiye avakirin. Li gundê Sterkê jî şopên çanda Îştar tên dîtin. Balkêşe ku di her malekê de çîroka Şahmaran û wêneyê teyrê Tawus heye. Gundê navê Sarya ku tê wateya jinên li hespan siwar dibin, lê hatî kirin jî pir balkêşe. Navê jineke ku ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye li gundê Sarya hatiye kirin. Em yek di gotegotan de jî tê gotin. Gundê Behdînî jî, ji aliyê sê malbatên ji Colemêrgê hatin ve hatiye avakirin. 
 
Jinên gundê Ruta yê Mabeta, zimanekê ku tenê jin fam dikin, diaxivin. Yek ji mînakên zimanên jinan ên li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê û Çînê ku tê axatin, li Gundê Ruta ya navçeya Efrînê tê axivîn. Ev ziman mîna zimanê çûkan jî tê pênase kirin. Lê tê gotin ev ziman ne zimanê çûkane zimanê jinan e. Gava em pirs dikin “Çima pêdivî bi zimanekê wiha dibîn in” bersiva “Ji bo em li dijî zilamtiyê xwe biparêzin” didin. Pêdivî heye ku ev ziman jî bê lêkolînkirin. 
 
GELIYÊ QÎZIKA, QELÊYA QÎZIKA Û ŞEKEFTA QÎZIKA YÊN LI BÎLBÎLÊ
 
Şikefta Qîzikan, Newala Qîzikan, Qelêya Qîzikan û Şikfta Bûkê yên li gundê Hasandêra navçeya Bîlbîlê pêwîste ku bên lêkolînkirin. 
 
Tê gotin ku çîroka wê ya berî 5 hezar sal heye. Tê îdîakirin ku ev çîrok ji serdama Şemsun tê. Tê gotin ku Şemsun an Yahudî yan jî Romane. Tê îdîakirin ku Melek Şemsun mesiye. Gotegotinên cûda ji ser Şemsun hene. Di serdema Fransiyan, di ketina Şikefta Qîzikan de, wêneyê heyî tê şkandin. Cardin Qelêya Qîzikan li vê derê ye. Gelek şikeftên baregehan li vir hene. Diyare ku mekanê berxwedanê ye. Derbare şikeftan de zêde agahî tune ne. Tê diyar kirin ku di Şikefta Bukan de jî cin hene, lê ji bo parastina vê derê ev yek tê gotin. 
 
EFRÎN PIŞTÎ ŞERÊ SÛRIYE BÛ NAVENDA JIYANA HEVPAR 
 
Li Sûriye piştî kurdan di 19'ê Tîrmeha 2012’an de Xweseriya Demokratîk îlan kirin, li gel Kobanê û Dêrikê, li Efrînê jî alên Xweseriyê hatin bilindkirin. Ji ber rewşa eskerî û Erdnîgariyê Efrin bi salan di bin ambargoyê de têkoşîna hebûnê da. Piştî şerê DAIŞ'ê li bajarên Sûriye pêş ket, gelê Sûriye yên gund û navçeyên xwe vala kirin berê xwe dan Efrînê. Li gel kurdên li Efrînê gelê din jî hatin li vir bi cih bûn û Kurdan hembêza xwe ji koçberan re vekir. Di şoreşa Rojava de ewil Efrîn rastî êrîşan hat. Lê van êrîşên li Efrînê pêk hatin tu car encam negirtin. 
 
BÛ KELEHA BERXWEDANÊ 
 
Tirkiye bi hevkariya TSK û OSO di 20'ê Çileya 2018'an de ji hewayî ve bi 72 balafirên şer û ji bejayî ve bi sedan tang û topan bi şev li dijî Efrîne operasyon pêk anî. Operasyona hewayî û bajayî 58 rojan berdewam kir. Ji ber bombekirina hewayî ya nava bajar, gelê Efrinê neçar ma ku bajar vala bike û berê xwe dan Navçeya Şehbayê. Di êrîşa tang, top û balafiran de zêdeyî 300 welatiyên sivîl ku piraniya wan zarok hatin kuştin. Zêdeyî 742 welatî jî birîndar bûn. Bi sedan xanî hatin xerakirin. Gelê Efrînê tevî zarok, ciwan, jin, kal û pîran 58 rojan li dijî êrîşan li ber xwe dan. 
Warên çandî û dîrokî kirin hedef. Warên Dîrokî Perestgeha Ayn Dara, Keleha Nebi Hurî, Perestgeha Marmaron û gelek warên pîroz ên Êzîdîyan bi balafiran dan ber bombeyan. Wekî Hebela duyemîn bajar hat talankirin û wêraenkirin. 
 
BAJAR TALAN KIRIN
 
Piştî 58 rojan yekîneyên TSK û OSO bi hevre ketin nava Efrînê û mal û milkê welatiyan talan kirin û wêran kirin. Piştî talankirinê komên radîkal ên selefî ji Şam,  Guta û Kalamunê anîn li Efrînê bi cih kirin. Piştre Tirkiye alên xwe li avahiyên fermî daliqandin. Dest danîn ser dibistanan u li dibistanan derfên tirkî dan zarokên komên radikal ên selefî. Bi vî rengî hewl dan ku nifûsa Efrînê biguherin. 
 
ÎŞKENCE LI WELATIYAN KIRIR
 
Pişkî komên selefî yên radîkal hatin li Erfinê bi cih bûn mal û milkê welatiyan talan kirin, Welatiyên ku li ser ax û malên xwe mabûn îşkence li wan kirin, bi zorê revandin û li hemberî kesên hatin revandin fîdye ji malbatan xwestin. Hemû navên kurdî ji tabelayan birin. Navê bajar, nexweşxane, dibistan û hemû war û saziyên fermî guhertin û tabelayên tirki û erebî lê daliqandin. Jê 159 jin bi giştî 850 kes  hatin revandin û agahî ji aqûbeta wan nayê girtin. 
 
ŞERÊ LI HERÊMÊ DIDOME
 
 DYA, Rusya, Almanya, Îngiltere, Fransa û Îsrail li Erfînê ji bo fikr û aliyan biguherin li hev kirin. Li Suriyeyê şerê navxweyî piştî şerê li Efrînê gihişt astek din. Hêzên navneteweyî şerê wekaletê xelas kirin û hêzen herêmî li Efrinê xistin meriyetê. Ev yek li ser Kurdên Efrîre xistin meriyetê. 
 
GELÊ BAKÛR DÊ JI BO EFRÎNÊ BIMEŞIN
 
Di ser dagirkirina Efrînê de salek derbas bû. Bi sed hezaran welatiyên Efrinê li Şehba li Wargeha Serdem û Berxwedanê bi cih bûn. Niha kampa sêyemîn tê avakirin. Gelê Efrînê bi çar çavan li benda vegera Efrînê ne. Ji bo azadkirina Efrînê şerê li herêmê didome. Îro di salvegera Erfrîne de dê li hemû bajarên Bakur û Rojhilata Sûriye ji bo azadiya Efrînê bimeşin û azadiya Efrînê bixwazin. 
 
MA / Nazım Daştan
 
 
 

Sernavên din

23/01/2019
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî