ENQERE - HDP, dê ji bo Oyku Arîn Yazici ya bi nexweşiya losemiyê ye xwîn bidin.
Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP), ji bo zaroka 3 sal û nîv Oyku Arîn Yazici ya bi nexweşiya losemîyê ye û hemû zarokên bi nexweşiya losemiyê, banga xwîn dayîn kir. HDP’ê di serî de ji hemû parlementer û şêwirmendên wan û hemû kesan xwest ku bi awayekê komî bi hevre di 21’ê Çile de biçin Navenda Xwîn Dayîna Kizilay a Enqerê û xwîn bidin.
HDP’ê di banga kir de wiha got: “Em xwîn bidin û ji bo Oyku Arîn û zarokên mîna wê bibin hêvî.”