Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin

  • rojane
  • 09:13 22 Çile 2019
  • |
img

WAN – Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azaiyê Mehmet Kamaç, diyar kir ku îtîfaqa partiyên kurd ji bo gel bûye cihê moralekî baş û got: "Tecrîd sûc e. Em ê bi hemû deng û rengên xwe li dijî vê tecrîdê bisekinin. Wê hêzên li hember me jî bibînin ka em li dijî tecrîdê vîneke çawa derdixin holê." 

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmeh Kamaç, îtifaqa ji bo hilbijartinê ya bi pêşengiya HDP'ê bi partiyên kurd re hat çêkirin, hilbijartina herêmî, tecrîd, çalakiyên greva birçîbûnê nirxand. 
 
'ÎTIFAQ BÛ CIHÊ MORALEKE MEZIN' 
 
Kamaç, destnîşan kir ku divê ev îtifaq tenê bi hilbijartinê neyê sînrodarkirin û îtifaqa hatiye kirin ji bo gel bûye cihê moralekî mezin. Kamaç, bilêv kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan bûye sedema vê îtifaqê û got: "Me êrîşên li ser kurdan esas girtin û em fikirîn ku pêdivî bi îtfaqeke bi vî rengî heye. Vîna gelê kurd bi kolonyazlîmeke burokratîk hat binpêkirin. Loma wê ev hilbijartin li hemberî kesên vîn û mafên gelê kurd bin pê dike bibe bariyerek. Em wekî hilbijartineke dîrokî nêzî hilbijartina 31'ê Adarê dibin. Pêşî em ê bi vî hilbijartinê wê kolonyalîzma burokratîk a li ser gelê kurd rabikin û paşê em ê pêvajoya der barê pêşeroja gelê kurd de bidin destpêkirin. Hatina me ya cem hev a ji bo zimanê kurdî nîşan da ku partiyên kurd wexta bên cem hevdu wê karibin gelek tiştan bikin. Wê di vê hilbjartinê de û bi vê îtifaqê hem partiyên me hevdu nas bikin hem jî wê gel vê yekîtiyê bibîne û li gor wê helwesta xwe nîşan bide. Wê di vê pêvajoyê de hemû aliyên îtfaqê vê rastiyê bibînin. Wê ev îtifaq ji bo yekîtiya her çar perçeyên Kurdistanê jî bibe gaveke girîng." 
 
LI SINDOQAN PARASTINA ÎTIFAQÊ 
 
Kamaç, anî ziman ku ew ê di dema hilbijartinê de bênavber bixebitin û got: "Wê teşkîlatên partiyên kurd beriya hilbijartina herêmî bixebitin û wê navendên me yên giştî jî li ser mezinkirina vê îtifaqê hûr bibin. Wê piştî hilbijartinê jî xebatên me yên ji bo îtifaqê dewam bikin û em ê ji bo îtifaqeke mayînde tevbigerin. Wê rewşa 'hilbijartin qediya, îtifaq jî qediya' çênebe. Wê gelê me jî bibîna ka ev îtifaq ji bo kurdan çi qas girîng e. Ji bo konferanda yekîtiya netewî divê li hemû perçeyan yekîtî çêbibe. Heta ev yekîtî çênebe der barê kongreyê de çi bêg otin wê ne rast be. Wexta kurd di nav xwe de bibin yek wê hêzeke mezin derkeve holê û wê pêkanîna kongreya netewî zehmet nebe. Wê ev hevdîtina me ji bo gava ewil a kongreyê be. Wisa bawer dikim ku wê ev îtifaq di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Berê 105 şaredarî di dest siyaseta kurd de bûn. Em ê hewl bidin ku di vê hilbijartinê de vê hejmarê bikin 120. Misyoneke mezin dikeve ser milê me siyasetmedaran û divê em wê mîsyonê bi cih bînin. Wê gelê me bi vê hilbijartinê yekîtiya xwe nîşanî herkesî bide. Wê gelê kurd qeyûman têxe zerfan ji xwediyê wan re bişîne. Loma em dixwazin gelê me jî li ser sindoqan îtfaqa xwe çêbike."
 
‘WÊ GEL VÎNA XWE NÎŞAN BIDE' 
 
Kamaç, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û got: "Tecrîd sûc e. Kî bê tecrîdkirin bila bê tecrîdkirin ev sûc e. Di çarçoveya mafên mirovan de em ê li dijî vê tecrîdê bisekinin. Her wiha em ê wekî îtifaq jî li dijî vê tecrîdê bisekin û polîtîkayên xwe li gor wê diyar bikin. Ê tê tecrîdkirin kî dibe bila bibe, divê em li dijî wê derkevin. Tenê ne ji ber ku kurdek tê tecrîdkirin em li dij derdikevin. Ê tê tecrîdkirin tirkek be jî, erebek be jî em li dijî wê derdiekvin. ÇImkî tecrîd sûc e. Loma em ê li ser tecrîdê rawestin. Wê gelê me teqez li dijî tecrîdê vîna xwe nîşan bide. Her ku gelê me berteka xwe nîşan bide wê ev yek jî bibe rojeveke girîgn a îtifaqê. Em ê bi hemû deng û rengên xwe li dijî vê tecrîdê bisekinin. Wê hêzên li hember me jî bibînin ka em li dijî tecrîdê vîneke çawa derdixin holê."
 
‘ÊN DI GREVÊ DE PEYAMEKE GIRÎNG DIDIN' 
 
Kamaç, destnîşan kir ku li girtîgehan kesên di grevê de peyameke girîng didin civakê û got: "Mirovên me yên di grevên birçîbûnê de peyama ku civak bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ye didin. Divê grevên birçîbûnê tenê wekî 'tenduristiya mirov xirab dibe' neyên nirxandin. Ev mirov peyama 'tenduristiya hemû civakê ji dest diçe' didin. Em peyama wan digirin û teqez divê vê rewşa ku ev erdnîgarî tê de ye bê çareserkirin. Peyama çalakiya greva birçîbûnê peyameke pir girîng e û divê baş bê xwendin." 

Sernavên din

26/01/2019
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'
09:00 ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:55 KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin
08:35 Rêveberên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
06:55 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 700 îmze derbas kir
06:52 Çalakiya Leyla Guven di roja 79'emîn de didome
24/01/2019
19:18 Sibê danişina doza Leyla Guven e
16:47 Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin
16:46 Li Cudî û Bestayê operasyona eskerî didome
16:28 Welatiyê ker û lal bi îdaya ‘propaganda kiriye’ binçav kirin
16:05 MYK’a HDP’ê li Amedê civiya
15:58 Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger
15:33 Ji Hezîranê heta niha tenê bijîşkek li Nisêbîne heye
15:33 Demîrtaş: Serê me jî biçe em ê rêya xwe şaş nekin
15:09 Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:54 Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo
13:43 Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve
13:21 Hevserokê HDP'ê Şerif Çamçi hat berdan
12:59 Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin
12:59 HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir
12:57 50 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Ocalan name şandin
12:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 784’emîn serlêdan kirin
12:16 Polîsan bi ser salona danasîna namzetên HDP'ê de girt
11:50 Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra
11:46 Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin
11:03 Dayik û bav ji bo piştgiriya zarokên xwe 15 rojin di grevê de ne
10:43 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne'
09:58 Kaşûna Qerejdaxê qada kaşkajokê ye an qada govendê ye?
09:44 Tosun: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
09:30 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 100 îmze derbas kir
09:06 18 sal in hêj aqûbeta Taniş û Denîz ne diyar e
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin
09:05 Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye!
09:03 Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e?
09:03 Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin
09:03 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Hêj kes nemiriye, daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN
23/01/2019
20:35 Ciwanan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
17:48 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 7 hezar îmze derbas kir
16:58 Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan
16:49 Walîtiya Amedê civînek balkêş a ‘ewlehiya hepsê’ li dar xist
16:11 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê
15:44 Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome
15:43 Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
14:47 'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin'
14:33 Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin
14:00 Arslan: Dibe ku her kêlî agahiyek nexweş were
13:37 Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê