Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e

  • rojane
  • 09:17 23 Çile 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Leyla Guven di xetereyê de ye û got: "Ger gav neyên avêtin, tekane berpirsiyar Wezareta Dadê, parlemento û qesr e." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ket greva birçîbûnê ket roja 77'an. Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û girtiyên din û tecrîdê.  Çepnî, destnîşan kir ku divê parlementera ku gelê Colemêrgê ew hilbijartiye li parlementoyê be. Çepnî, bilêv kir ku Guven li girtîgehê daxwaza gel a ji bo wekhevî, edalet, demokrasî û azadiyê diqîre û got: "Hin jê xwe li ser şer ava dikin. Li Îmraliyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Jiholêrakirina tecrîdê daxwaza bi milyonan mirovan e. Niha jî hevrêya me Leyla Guven vê yekê bi helwesteke şoreşgerî dike. A rast Leyla Guven ji me re dibêje 'ger dawî li şer neyê û ger em li dijî vî şerî têkoşînê bi rêxistin nekin û li Rojhilata Navîn derî li demokrasiyê venekin aştî nepêkan e.' Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Gotinên ji wir bên wê ji bo aştiyê bi kêr bên. Îktîdar ji bo pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi dehan caran çû Îmraliyê. Heyet hatin çêkirin û di heyetan de partiya me HDP bi berpirsiyarî tev geriya. Herkes dizane wê çaxê pevçûn sekinîn. Lê belê piştî wextekê şûnde mase hat qelibandin. Bi ser de şer gur bû. Li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê û li Rojavayê li dijî modela demokratîk êrîş ketin dewrê. Li rojavayê welat jî çîna karkeran, hêzên kedkar û demokrasiyê gelek jê bêdeng bûn." 
 
'ROLA GUVENÊ CEMEDBIRÎN E' 
 
Çepnî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne pirsgirêka gelê kurd, sosyalîst û welatparêzan e, divê li rojavayê welat bibe daxwaza hemû derdorên doza kar, nan dikin, li dijî xizanî û diziyê têdikoşin. Çepnî, anî ziman ku wexta gel hemû bibin yek wê tecrîd ji holê rabe û got: "Divê dawî li vî şerî bê. Divê dawî li siyaseta şer a li dijî gelan bê. Leyla Guven sembola berxwedaneke mezin e. Li dijî bêdengî, tirsê dertê. Guven agirê berxwedanê li Zindana Amedê gur dike. Divê em hemû hişyar bibin û tev bigerin. Tevî gel divê em hemû li kuçe û kolanan bertek û helwestên xwe nîşan bidin. Rola Leyla Guvenê rla cemedşikandinê ye. Niha jî her diçe rewşa tenduristiya hevrêya me xedar dibe." 
 
‘DIVÊ MUXATAB GAVAN BAVÊJIN' 
 
Çepnî, bi bîr xist ku niha bi sedan girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û her diçe çalakiya greva birçîbûnê berbelav dibe. Çepnî got: "Muxatabê vê daxwazê hikûmet û dewlet e. Ji bo vê em bang li wan dikin ku gavine bavêjin. Qanûna Bingehîn tê binpêkirin û qanûn li gor kesan tên pêkanîn. Em yek çewt e. Em parsekiyê nakin an jî xwe navêjin dexla kesî. Eger gav neyên avêtin, tekane berpisiyarê vê yekê Wezareta Dadê, hikûmet, parlemento û qesr e. Ev yek di çarçoveya peymanên navdewletî de jî sûc e û wê encamên wê giran bin. Wê gelê me van pêkanînan tu carî ji bîr neke û teqez wê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide." 
 
MA / Rûken Demir 

Sernavên din

23/01/2019
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî