‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’

  • rojane
  • 09:26 23 Çile 2019
  • |
img

AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz da zanîn ku roj bi roj rewşa Leyla Guven dikeve merhaleyek xeternak û divê gelê kurd li her parçeyan xwedî li kesayetek wek Leyla Guven ku bi rihê netewî tevger dike derkeve. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza lêdawîanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 77 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Tevî hemû hewldan, çalaki, daxuyanî û bangkirina jî hêj hikumetê bersiv nedaye daxwaza Guven û nêzî 250 girtiyên din ên li girtîgehan 39 roj in di greva birçîbûnê de ne. 
 
Li aliyekî tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê di rojeva kurdan de tên nîqaşkirin û li aliyê din jî îtîfaqa hilbijartina herêmî ya di bin sîwana HDP’ê de xwe ji bo hilbijartina 31’ê Adarê amade dike. HDP li rex van herdu rojevên girîng ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd jî xebatên xwe didomîne. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz tecrîd, grevên birçîbûnê û îtîfaqa partiyên kurd ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. 
 
‘BÊDENGÎ WÊ ZEHMETIYAN DERXE’
 
Îpekyuz anî ziman ku kêlî bi kêlî û roj bi roj çalakiya Leyla Guven dikeve merhaleyek girîngtir û xeternak û got: “Çiqas xwedî derketina li daxwaza Leyla Guven derengî bikeve, wê ewqas zehmetiyek mezin derkeve pêşiya me. Birêz Guven ne ji bo şexsiyeta xwe ji bo tengasiyek herî mezin a gelê kurd û gelên Rojhilta Navîn di greva birçîbûnê de ye.”
 
‘TECRÎD LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BÛYE’
 
Îpekyuz diyar kir ku ne tenê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û wiha dewam kir: “Bi tecrîdkirina rêberek xwedî rolek girîng û mezin, tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Şidandina tecrîda li Îmraliyê li ser civakê tevahî belav bûye. Tecrîdek taybet birêve dibin. Li Îmraliyê pergalek taybet heye û ev pergala tecrîdek wiha ye ku li tu devera cîhanê mînakê wê tune ne. Daxwazî tenê ne ji bo rewşa tenduristiya wî bê hînbûn. Daxwaziya mezin mafên mirovên li derve çi be, yê mehkûmekî jî ew e. Bi vê tecrîdkirina Birêz Ocalan ku rê li ber krîzên Rojhilata Navîn vekiriye bi taybet tê birêvebirin.” 
 
‘REWŞ GIRAN DIBE’ 
 
Îpekyuz bal kişand ser rewşa tenduristiya Leyla Guven û wiha got: “Her ku diçe nexweşînên birêz Leyla Guven zêde dibin û rewşa wê girantir dibe. Em ê rewşa Guven û daxwaza wê li her deverê bînin ziman. Daxwaza Guven û girtiyan ji bo xweşiya gel e. Divê em wek civak jî dengê xwe ji bo piştevaniya wan bilind bikin.” 
 
‘LEYLA JINEK NETEWEYÎ EM XWEDÎ DERKEVIN’ 
 
Îpekyuz destnîşan kir ku Leyla Guven jinek ku bi hişmendiya neteweyî ya gelê kurd tevger dike ye û wiha pêde çû: “Kîjan rêxistin, sazî û hizbên gelê kurd li kîjan parçeyî dibe bila bibe, divê deng bide dengê wê. Divê em gelê kurd kêlî bi kêlî li ser daxwaza Leyla Guven bipeyivin û em piştevaniya wê xûrt bikin. Heke ku Leyla Guven bi ser bikeve dê gelê kurd bi ser bikeve.” 
 
‘DIVÊ ÎTÎFAQ LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE’ 
 
Îpekyuz got: “Divê em wek îtîfaqê li dijî tecrîdkirina mirovan, mirovahiyê, mafan, ziman û siberojê bêdeng nemînin û ji hev re bibin alîkar. Lazim e em xwe li dijî her êrîşan xûrt bikin û bixebitin. Dîrokek mezin li pêşiya me ye.”
 
‘LI DIJÎ ÎTÎFAQÊN QIRÊJ DEST BIDIN HEV’ 
 
Îpeykyuz bal kişand ser îtîfaqa hilbijartina herêmî ya partiyên kurd û wiha domand: “Divê îtîfaqa herî mezin di nava kurdan de hebe. Me piştî 24’ê Hezîranê dest bi xebatên xwe yên îtîfaqa hilbijartina herêmî kir. Di hevdîtinên me yên ji bo îtîfaqê hilbijartin ne bazara me bû. Bazarkirin jixwe şerm e. Armanca me ew bû ku gelê kurd li dijî îtîfaqên qirêj destê hev bigirin û mil bidin milê hev, ji bo ku welat li benda me ye. Em diçûn ku kîjan deverê gelê me digot di ewqas rojên teng de çima gelê kurd nabe yek.” 
 
‘ARMANCA ME NE ŞAREDARIYEK E, DÊ XEBAT BIDOMIN’ 
 
Îpekyuz anî ziman ku dê di 24’ê çile de ango sibê bi beşdariya hemû partiyên îtîfaqê namzetên xwe bidin danasîn û got: “Piştî 24’ê çile dê xebatên me yên îtîfaqê ya ji bo karkirina hilbijartinê dest pê bikin. Em li ser namzetên îtîfaqê li meseleyê mêze nakin. Em li sûretek mezin dinêhirin. Sûreta herî mezin jî ew e; divê em bibin yek û li gel hev bin. Ev meseleya me tenê ne ji bo şaredariyek û encûmentiyekê ye. Mesela herî mezin meseleya netewî, wekhevî, desthevgirtin û mêzekirina siberojê ye. Tişta herî qenc îtîfaqa gel e. Divê em bi çav û hêviyek mezin li vê îtîfaqê binêhirin. Partiya me jî wek îtîfaqek netewî li mijarê dinêhire û di vî warî de xebatên xwe didomîne.”  
 
‘HILBIJARTINA MEZIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE’ 
 
Îpekyuz diyar kir ku ev îtîfaq tenê ne ji bo çend navçeyan e û wiha got: “Ev îtîfaqa tevahiya herêmê bi xwe ye. Divê gelê me viya baş dizanibe; armanca me yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e. Divê em ji bo tiştên biçûk xwe nexeyîdînin û bi rûhek netewî û seferberiyê bixebitin. Ev îtîfaqa me wê gav bi gav zêde bibe. Wê piştî 31’ê Adarê xebatên me yên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd xelas nebin. Hilbijartin serdemên diçin û tên e. Hilbijartina mezin a ji bo gelê kurd yekîtiya neteweyî ye. Dema wextê xelkên me yên Mahabad, Qamişlo, Hewlêrê li vî sûretê me yê Amedê mêze dikin hêviyek dide wan jî.” 
 
MA / Bîlal Guldem 

Sernavên din

23/01/2019
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
13:11 Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya: Daxwaza Leyla daxwaza civakê ye
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin
15:37 Ozturk: Serkeftin wê ya gelê kurd be
Arslan: Yên dixwazin kurdan tune bikin dê negihîjin mexseda xwe
15:36 10 xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
15:34 Hrant Dink di 12'emîn saliya xwe te tê bibîr anîn
15:09 Leyla Guven peyam şand: Bi bawerî û vîna ma dê berxwedana me serbikeve
15:09 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin pirsî