NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên Partiya Çep a Swêdê tevlî kampanya Yekîtiya Jinê ya Sara bûn ku ji bo piştevaniya Leyla Guven dest pê kir û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat, endamê Meclîsa Şaredariya Goteborgê Danîel Brenmar û Seroka Herêma Stockholmê ya Partiya Çep Elana Karlstrom bi dîmen peyam weşandin û bal kişandin ser rewşa Guven. Danîel Brenmar diyar kir, mafên mirovan li Tirkiyeyê bi rêk û pêk tê binpêkirin û mûxalîf û Kurd tên girtin. Brenmar got: "Ji bo daxwazên Leyla Guven û girtiyên din bixin rojeva Konseya Ewropayê û rêxistinên din, em ê hewl bidin."