‘Dengê girtiyan em in'

  • rojane
  • 09:08 26 Çile 2019
  • |
img
COLEMÊRG / MÊRSÎN – Xizmên girtiyên ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê 42 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin: "Dengê girtiyên di nav çar dîwaran de em in. Ger di van çalakiyan de mirovek jî jiyana xwe bide, ev tê wateya mirina mirovahiyê." 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li girtîgeha Amedê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 79'an a çalakiyê de hat berdan. Her wiha li 59 girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya zêdetirî 200 girtiyî di roja 42'yan de didome. 
 
Li Girtîgeha Wanê yek ji girtiyên 42 roj in di greva birçîbûnê de ye jî Ciwan Tamûr e. Malbata Tamûr, ji bo zarokên xwe û girtiyên din bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê. 
 
Bav Saddik Tamûr ku li Gevera Colemêrgê dijî, kurê wî Ciwan 7 sal in girtiye û ji bo dawî li tecrîdê bê 42 roj in tevî hevalê xwe di greva birçîbûnê de ye û niha çalakiya wan di asteke krîtîk de ye. Bav Tamûr, bilêv kir ku li dijî tecrîdê ji bilî greva birçîbûnê tu rê li ber giritiyan nemaye û çalakiya ku bi Leyla Guvenê dest pê kir wekî berxwedaneke mezin pênase kir. 
 
'DENGÊ WAN EM IN' 
 
Bav Tamûr, anî ziman ku kurê wî tevî 4 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye û herî dawî 5 roj berê wî kurê xwe dîtiye. Bav Tamûr, diyar kir ku morala kurê wî baş bûye, lê belê rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe. 
 
Bav Tamûr, destnîşan kir ku di hevdîtinê de kurê wî gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "A dikeve ser milê me jî ew e em piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Dengê girtiyên di nav çar dîwaran de em in. Eger em dengê xwe bilind bikin wê hêzê li hêza wan zêde bike. Çawa ew deng moralê Leyla Guvenê bilind kir, divê ji niha û pê ve hîn bêtir deng bê bilindkirin." 
 
'HER DEQÎQE, HER SANIYE PIR GIRÎNG E' 
 
Bav Tamûr, diyar kir ku ji bo ji girtîgehan cenae dernekevin, divê piştgiriya ji bo girtiyan xurtir bibe û got: "Ji bo vê ger bivê divê li welatên Ewropayê li ber sazî û dezgehên erkdar nobet bên girtin. Ger bivê divê gel li ber mal û avahiyên xwe konan vedin û bibin dengê girtiyan. Divê li Meclîsê jî parlementer hîn bêtir piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan nîşan bidin. Her deqîqe, her saniye pir girîng e." 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê girtiyên bi navê Mazlûm Erbey û Mervan Sûngûr jî bi malbatên xwe re hevdîtin çêkirin. Malbatan, destnîşan kir ku divê demildest daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin. 
 
‘CÎHAN BÊDENG E' 
 
Meryem Erbey, dayika Mazlûm Erbey diyar kir ku hefteya borî wê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û moralê wî baş bûye. Dayik Erbey diyar kir ku di hevdîtinê de kurê wê jê re gotiye: "Heta dawî li tecrîdkirina Ocalan neyê wê çalakiya me dewam bike. Dawî çi dibe bila bibe." Dayik Erbey jî got: "Dewlet zilmê li zarokên me dike û cîhan jî bi bêdengiyî temaşe dike. Ma hemû cîhan hay ji vê tecrîdê tune ye? Ma kes rêberê gelê kurd û vîna me ya hatiye girtin nabîne? Ma kes nabihîse bê li girtîgehan çi tê serê zarokên me? 
 
‘WEXTA 'ÊDÎ BES E' YE' 
 
Dayik Erbey, bilêv kir ku girtî ji bo bibin bersiva pêvajoya heyî bedena xwe dane ber mirinê û got: "Ji bilî greva birçîbûnê tu rê li ber girtiyan nemaye. Kurê min û hevalên wî ji bo dawî li tecrîdê bê bedena xwe dan ber birçîbûn û mirinê. Eger li cîhanê mirovatî mabe, divê êdî ev mesele bê çareserkirin. Erbey, bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê tev bigere û got: "Eger di van çalakiyan de mirovek jî jiyana xwe ji dest bide, ev tê wateya mirina mirovatiyê. Loma divê herkes ji vê zilma dewletê re bêje 'êdî bes e'." 
 
‘TIRKIYE TÊ TECRÎDKIRIN' 
 
Mûsa Sungur, apê Mervan Sungur diyar kir ku hefteya borî ew ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê û biraziyê wî zihîf bûye. Ap Sungur, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de Tirkiye hemû tê tecrîdkirin û divê demildest daxwazên girtiya bên qebûlkirinç Sungur got: "Eger dawî li vê tecrîdê neyê wê tu carî aştî neyê vî welatî. Wê ev tecrîd her tiştê vî welatî tune bike. Eger tecrîd bi dawî bibe wê ev welat bibe bihuşt." Sungur, got ew heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya zarok û ximzên xwe. 
 

Sernavên din

30/01/2019
13:14 Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin
11:43 DYA û MSD 'Ewlehiya Herêmê' axivîn'
11:35 Jina ducanî ya di binçavan de hat berdan
11:08 Zêrîn Hêja li pey dayika xwe digirî!
10:50 Onlu: Bendewariya gelan kir ku em namzet li bajarên din nîşan nedin
10:50 Namzetên HDP'ê yên Şirnexê: Em ê projeyên hilberînê pêş bixin
10:11 Li 41 parêzerên dadgehê protesto kiribûn doz hat vekirin
09:18 MHP’ê newaya strana hilbijartinê ji Koma Bexwedan diziye gelo?
09:15 Wê di 1'ê Nîsanê de careke din rastiya polîtîkaya HDP'ê derkeve holê
09:15 Liberabûna li dijî Robotên Kujer zêde dibe
09:14 Ji bo keça xwe ya nexweş xwedî bike ji mecbûrî dixebite
09:13 Wê Meclîsa Jina ya HDP'ê beyannameya xwe li Amedê aşkere bike
09:13 ‘Berdana Leyla Guvenê ne lutfek e, mecbûriyeteke hiqûqî ye'
09:12 Dîlok hezar û 27 projeyên Şahînê nedîtin, dîsa bû namzet
09:12 Başaran: Mafekî wan ê ku daxwaza bi milyonan tune bihesibînin tune ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:51 Berxwedana Leyla Guven ket roja 84'yemîn
29/01/2019
16:44 Jinên Rojhilatî ji Guven re name şandin: Berxwedana te hemû sînor derbas kirin
16:10 Înîsiyatifa piştevaniya girtiyan banga tevlêbûna mîtinga Stenbolê kir
15:58 HDP’ê li Amed, Êlih û Şirnexê namzetên hevşaredariyan da nasîn
14:53 Rojnameger Ayşe Duzkan şandin girtîgehê
14:15 Dr. Demîr: Guven bi zahmetî avê vedixwe
13:47 Parêzerên Ocalan cara 785’an serî li dozgeriyê da
13:32 Patronan got 'Kevir jî bibare hûnê bixebitin': Berîvan mir!
12:35 Koçyîgît: Kî li Dersimê neçîrê dikin û di heqê wan de çi hatiye kirin?
12:10 Îdîaya 'Li Rezan bi navê cihat xwe bi rêxistin dikin'
11:25 Hewldana Navneteweyî ya Jinan piştgirî dan Leyla Guven
10:42 Kovara Zanistî û bîrdozî ya Jineolojî bi hêjmara nû derket
10:24 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em agirê finda girtiyan geş bikin
10:20 Bernameya Şa Performansê ya meha sibatê eşkere bû
10:00 Li Licê esker derketin operasyonê
09:59 Li Şirnexê serdegirtina malan: Siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
09:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 83'yemîn
09:12 Dayika li cenazeyê kurê xwe digere: Ma qey wijdanê wan tune ye?
09:12 Evran: Heta dawî li êrîşan neyê wê hêrsa gelê Başûr zindî be
09:11 Xebatên Mala Hunerê ya Degîrmenê bênavber didomin
09:10 Bijîşk û derûnas çûna qawîşa serbixweyan li girtiyan ferz dikin
09:09 Ji bo psîkên Helebê, banga alîkariyê
09:08 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em bibin Leyla û tecrîdê bişkînin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2019'AN
28/01/2019
21:56 Leyla Guven welatiyên hatin ber mala wê silav kir
20:15 Rêveberê HDP'î Kiran hat binçavkirin
19:22 Leyla Guven: Heta Serokê me Ocalan bi temamî azad bibe em bibin xelek
17:06 Serokê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli dest kelepçekirî bavê xwe oxir kir
16:36 Dosya Ozgur Gundemê ji bo mutaalayê şandin dozgeriyê
16:36 75 welatiyên Qamişlo ji bo daxwazên Guven ketin grevê
16:03 Oluç: Em ji bo demokrasiyê fedekariyê dikin
15:33 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîdê şermezar kirin: Em hemû Leyla ne
15:00 Li 32 endamên KESKê yên OHAL şermezar kirin doz vebû
14:59 Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg koça dawî kir
14:45 HDP’ê li Wan û Colemêrgê xebatên hilbijartinê birêve bir
14:06 ÎRA- Girtina ofîsa Televziyona NRT û peyamnêrên wê bincilkirina rastiyê ye
14:01 Li Bedlîsê qedexeya derve hat îlankirin
13:51 Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn
12:56 Yekemîn buroya hilbijartinê ya HDP’ê li Qersê hat vekirin
12:11 Rêxistina Zar: Girtina ofîsa NRT'ê siyaseta kuştina azadiya ramanê ye
12:07 Cebar Yawer: TSK'ê di navbera 2015-2018'an de 823 caran Herêma Kurdistanê bombe kir
11:42 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mîmkara dîsa hat binçavkirin
11:26 HDP dê li Stenbol û Enqere namzetan nîşan nede
10:51 Doza rojnameger Taşkin dê li dadgeha îstînafê ji nû ve bê dîtin
10:01 Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were
09:02 Fîlîz Buluttekin: Em dê li Sûrê ji nûve vîna gelan ava bikin
09:02 Prof. Dr. Savran: Piştî hilbijartinê dê kedxwarî zêdetir bibe
09:01 ‘Ger ku civak li çalakiyan xwedî derkeve dê bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 82'yemîn
27/01/2019
22:06 Asayişa Duhokê li Dihok û Şêladizê bi dehan kes binçav kir
21:07 Ciwanên HDP'ê, pankarta mezin a wêneyê Leyla Guven bi pira Ofisê ve daliqondin
20:21 Şêniyên Tebqayê ji bo piştevaniya daxwaza Guven ketin grevê
19:59 Gelê Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî tecridê meşiyan
19:39 3 navçeyên Stenbolê tecrîd şermezar kirin: Roj, roja me ye
18:55 Leyla Guven: Zindan dê tecrîdê bişkînin
16:52 Îtîraza hevserokê HDP’ê ya qeyda wî cemidandin qebûlkirin, lê ya hevjîna wî nekirin
16:00 HDP, di rêza 12'emîn a pusulayê de ye
15:50 HDP: Ziyaretên ji bo Leyla Guven dê li KCD'ê bên qebûlkirin
15:14 2 kesên di raperîna Şêladizê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin
14:40 Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
14:18 10 girtyên di grevê de avêtin odeyek biçûk
13:46 KNK: Dijî bombardumanan dengê xwe bilind bikin
12:14 Namzetên HDP'ê yên Silopî: Projeyên me dê bi erêkirina gel pêk bên
12:01 Ji girtiyên Tarsûsê banga hestiyariyê
11:17 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Gebzeyê avakirina xwe îlan kir
10:48 Mutabakata Edene tê niqaşkirin: Putîn ji Erdogan re got ‘Ji sûriye derkeve'
09:58 Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye
09:47 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 430 îmze derbas kir
09:39 Berxwedana Leyla Guven ket roja 81'yemîn
09:08 Dozger 22 sal ceza ji rojnamevan Akdenîz xwest
09:08 ‘Ewil em ê deriyên şaredariyan ji bo gel vekin'
09:04 ‘Wê DMME di doza Sayilgan de Tirkiyeyê mehkûm bike'
09:02 Tevgera Goran xwest Tirkiye hêzên xwe ji Başûr derxin
09:02 Namzetên Geverê: Em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:21 Ciwanên HDP’ê li dijî tercrîdê bi şamalan meşiyan
26/01/2019
21:16 Rojnamevanên bûyerên li Şêladizê dişopandin hatin binçavkirin
18:55 Temellî çû serdana Leyla Guven
16:49 Siwêregiyan namzetên xwe pêşwazî kirin
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn