STENBOL – Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in girtiye, li ser kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatn destpêkirin didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 111'an de didome. Li 62 girtîgehan jî çalakiya 317 girtiyan didome. Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in di girtîgehê de ye, li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê li ser kesên di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand.
Huseyîn, di sala 1971'ê de li Efrînê hatiye dinê û ji sala 1992'yan ve ji doza PKK'ê gitiye. 4 pirtûkên Huseyîn hene; “Zayîna bi Amûre Sertûj”, “Dilê Çar Dilî”, “Canheval” û “Axîna Dilistan”.
Helbesta ku Ahmed Huseyîn li ser çalakgerên di greva birçîbûnê de nivîsandiye ev e:
"Çalakvan im ez!
Navê min
Leyla ye
Navê min
Nasir, İmam e
Navê min
Hacer, Necla, Sebahat û Selma ye
Navê min
İbrahîm, Berzên, Demhat û Serhadcan e
Paşnevê min
Berxwedan e!
Ez Şagirtê Rojê me
Rêhevalê Heqî, Salîh û Mazluman
Şopdarê Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan
Şervanê Egîdan, Zîlanan im ez!
Xewnên min
Bi hêsirên dayîkan
Bi xwêdana azadîxwazan û
Bi xwîna pakrewanan şil in!
Ez pakrewana/ê zindî me
Min di ber tililiyên cejna azadiyê
Bi hêsîrên kenê serkeftinê bişon
Pakrewan im ez’
Bi qenciyên rojê
Bi delaliya awirên wî û
Bi xweşikbûna xewjinên wî
Hatime pêçan!
Ez!
Ez pakrewana/ê serkeftinê me
Va ye !
Bi şadiya Roja sor
Bi kêfxweşiya cejna serkeftinê
Li ber tîrêjên Roja azad
Li dayîkan vedigerînim hêsirên ku
Di rojên cengê de
Min bi deyn ji wan girtibûn!
Ez ê
Serkeftinê bidim dayika siberojê û
Diyarî we bikim
Da ku hûn
Di hembêza wê de
Bîranînên xwe yên kesk, sor û zer
Bi dilgeşî biçînin û zarokên me
Li ser vê axa kevnar
Her rûken bin
Di bin tîrêjên Rojê de.”
MA / Sadiye Eser