ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2019'AN

* Parlementer Erol Kartircigolû, diyar kir di bingeha krîza aborî ya kûr dibe de bêbaweriya AKP’ê ya avakiriye heye û got: “Ne mimkune ku welat 4 salên din bi vê ferasetê bi rêve birin. Berî her tiştî lazime ku reformên demokratîk û hiqûqî bên beşxistin. Dûre dê aborî bi xwe sererast bibe.”

* Dayika Ahmet Surme yê 104 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye Fatma Surme, xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: “Divê em dayik li benda mirinan nemînin û encam çi dibe bila bibe divê em mirinan rawestînin.”
 
* Parlementerê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan, deberê çalakiya greva birçîbûnê de axivî û got: “CPT a divê bêşert û bêmerc hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne, îro ketiye rewşa şopandinê. Hemû kesên ku temaşeyî vê pêvajoyê dikin, hevkarên mirin rû bidin e.” 
 
* Reyhan Coşmûşlû ya ji 17’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Bakirkoy di grev birçîbûnê deye bi navbeynkariya malbata xwe ev bang li raya giştî kir: “Di kolên Tirkiye û Kuristanê de bibin dengên me.” 
 
* Polîsan di nava 2 salan de bi dehan caran Rojnameger Oktay Candemîr, binçav kirin û berdan. Polîsan herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi ser mala Candemîr de girtin, binçavkirin û 2 roj şûnde serbest berdan. Candemîr, piştî hat berdan, têkildarî zextên li ser rojnamegeran axivî û wiha got: “Li Tirkiye dixwazin êdî rê li pêş rojnamegeriyê bigirin. Lê em ê heta dawî mafê xwe yê huriyet û azadiya ramanê biparêzin. Em ê heta dawî rojnamegeriyê bikin." 
 
* Parêzer Ercan Kanar bi bîr xist ku tecrîd li ser tecrîdê lis er Ocalan tê sepandin û got: “Qedexeya hevdîtina parêzeran, rêbaza înfaza hiqûqa şer a dijminane tê sepandin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin divê rêya li pêşiya hevdîtina Ocalan vebibe.”
 
* Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê bi KHK’ê hat îxraçkirin, derbarê îtîrazên AKP’ê yên bi hinceta bi KHK’ê hatine îxraçkirin ên ji bo betalkirina Hevşaredarên HDP’ê serlêdan kir de axivî û got: “Îtîrazên ji bo betalkirina hevşaredarên qezenc kirin, tê wateay xespkirina vîna gel. Ev kes bi dengên gel hatine hilbijartine.”
 
* Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, diyar kir ku di sindoqên hilbijartinê yên herêmê de dengên li dijî tecrîda li ser Ocalan derketin û got: “Encama derket holê, nîşan da ku divê AKP’ê polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan biguherîne. Hêza Kurdan a faşîzmê têk bibe heye.”
 
* Welatiyê berasteng Kasim Pîrînçcî, bilêv kir ku ji bo li bazaran barê xelkê bar bike, pêdiviya wî bi erebokeke destan heye. Pîrînçcî, daxwaznameya xwe ya kaxeza wê qetiyayî ji bêrîka xwe derxist û diyar kir ku fiyetê ereboka destan bi 100 lîreyî ye û got: "Wele keko, her tişt zor bûye. Mirov nikarin debara xwe bikin. Ji min re gotin here Xarpêt û Meletiyê serî li şaredariyan bide wê erebokê ji te re bikirin. Va tu dibînî, ez ber bi Meletiyê ve diçim."
 
* Namzetên Hevşaredariya Şemrexê ya HDP’ê ku mazbata xwe girtin û dûh bi gel re ketin avahiya şaredariyê, bi talana qeyûm re rû bi rû man û derket holê ku qeyûm şekir û çay jî di şaredariyê de ne hêlane. 
 
* Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku tifaqa HDP’ê ya di çarçoveya hilbijartina herêmî  de bi partiyên Kurdan re avakir, ji bo Yekitiya Neteweya Kurd pêngavek dîrokiye  û got: “Gelê Kurd dikare bi hevre têbikoşe. Hem HDP û hem jî partiyên Kurdan ji bo dewamkirina vê tifaqê amadene.”
 
* Serokêr Şaxa SES’ê yê Edenê Mûzaffer Yuksel, diyar kir ku kedarên xizmeta tenduristî û civakî dikin, bi mûçeyên digirin, nikarin debara xwe bikin. Yuksel, da zanîn ku ew mûçeyekê ku mirov pê debara xwe bikin, dixwazin û li polîtîkayên mûçeyek rast bên birêve birin. 
 
* Biryara pêwîst a Doza Pasûrê ya 11 gundiyên di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de hatin binçavkirin û windakirin, ji bo navnîşana parêzerê dozê Tahîr Elçî yê berî 3 salan li Sûrê hat kuştin û hîna jî faîlên wî nehat dîtin, hat şandin.
 
* Hevşaredarên HDP’î yên Cizîrê duh şaredariyê dewr girtin. Hat zanîn ku avahiya şaredariyê ji aliyê qeyûm ve dewrî Qeymeqamiyê hatiye kirin. 
 
* Malbata girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsa dimîne, dê derbarê rewşa kurê xwe de, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li ser bixe. (12.30)
 
* Komîsyona Girtîgan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Edenê, dê derbarê grevên birçîbûnê de, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30) 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/04/2019
09:17 ‘Di kolanên Tirkiye û Kurdistanê de bibin dengê me’
09:17 Ocalan ê HDP’î: CPT a pêvajoyê dişopîne hevkarê mirinane
09:15 ‘Encam çi dibe bila bibe divê em mirinan rawestînin’
09:14 Erol Katircioglû: Ger reforma demokrasiyê çêbe aborî de sererast bibe
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2019'AN
08/04/2019
23:11 Leyla Guven hêjayî xelata Îbrahîm Ehmed hate dîtin
22:42 Li Tebqayê teqîn: Welatiyek mir, 4 jî birîndar bûn
17:44 Serokê DYA Trump, muhafizên Şoreşa Îranê wekî rexistina terorê qebûl kir
17:16 Mazbataya Hevşaredarên Mêrdînê nadin wan
17:07 Hevşaredarên Qersê Bîlgen û Alaca piştî mazbata girtin dest bi kar kirin
16:55 MHP'ê ji bo betalkirina encama hilbijartina Îdirê serî li YSK'ê da
16:31 Şaredarê Dersimê dîwarê qeyûm hilweşand
15:44 Bîanetê pirtûka destan a Nûçegihaniya Zarokparêz çap kir
15:28 Dê dosyeyên doza greva birçîbûnê bibin yek
15:12 Rêxistinên demokratîk ên Wan û Mêrdînê: Berpirsiyarê mirinê hiktûmet e
14:56 Hevşaredarên Êlihê şaredariyê dewr girtin û qoltixê qeyûm derxistin derve
14:18 Serokê OSYM'ê Ali Demîr binçav kirin
14:05 Dayikên Aştiyê: Êdî bes e vî dengî bibîhîzin
13:57 Taşdemîr: Divê hikûmet dengê li girtîgehan bilind dibe bibhîze
13:49 Xizmên girtiyan çûn sersaxiya Pamay
13:36 10 malbatên cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin serlêdan kirin
13:17 Dema binçavkirina Hevserokê HDP’a Qaqizmanê hat dirêjkirin
13:08 CHP'ê ji bo mazbata Îmamoglu serlêdan kir
12:29 Hevşaredarên Êlihê mazbata xwe girtin
12:25 Soyer û Yavaş mazbatayên xwe wergirtin
12:09 Hevşaredarên Cizîrê mazbata xwe wergirtin
12:08 Hevşaredarên Gimgimê mezbatên xwe girtin
12:00 Hiso: Divê DAÎŞ li Rojhilat û Bakurê Sûriyê bên darizandin
11:43 Eskeran bi ser du gundan de girt û 6 kes binçav kirin
11:15 Tirs û xofa ji gotinan an jî tecrîd
11:02 Dê 4 hezar û 500 karker ji kar bên derxistin
10:40 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di Adarê de 108 karker bûn qurbana qezayên kar
10:36 Li Geliyê Mamedîkê pîvok mizgîniya biharê didin
10:23 Işik: YSK dawî li bêhiqûqiyê bîne
10:16 Li Stenbolê ji sedî 90'ê dengan dubare jimartin: Ferq 15 hezar û 832 deng e
10:07 Li Edeneyê tundiya mêr: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
09:10 Girtiyê astengdarê ji sedî 98 ji bo civakê talûke hat dîtin
09:08 Leyla Guven 152 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:07 Hevşaredarê Rezanê: Ya tê kirin xeyrî hiqûqî ye
09:07 Dadgehê daxwaza girtiyê rojnameya Yenî Yaşamê xwest red kir
09:06 Akin Bîrdal: Em mûxatabên têkilarî grevên birçîbûnê nabînin
09:05 Apê Ergîn Aktaş: Di hucreya yek kesî deye
09:04 ‘HDP’ê bi stratejiya xwe dersek baş da AKP’ê’
09:03 'AKP li Çelê bi dengên eskeran bi ser ket'
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2019'AN
08:35 YSK'ê jî serlêdana HDP'ê ya ji bo Mûşê red kir
07/04/2019
20:00 Temellî û hevşaredar çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê
19:21 Rojnamevan Oktay Candemir hat berdan
17:14 Tecrida li Îmraliyê şermezar kirin: Ji bo her kesî hiqûq
16:21 Heyeta HDP û DBP'ê bi girseyî şîna li malbata Pamay hatiye danîn ziyaret kirin
15:44 ÎHD: Hezar û 333 girtiyên nexweş di sinorê mirinê de ne
15:36 Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Gunduz hat girtin
14:19 Qeyûm, mal û milkê şaredariya Qoserê diyarî MEB û polîsan kir
13:42 Temellî: Îktîdar li şûna dersê derxe di şaşiyan de iskar dike
12:19 Namzetê SP'ê: Li şûna miriyan deng avêtin em ê heta DMME biçin
11:34 Dayika Gumuş ê di grevê de: Bila hikûmet gavan bavêje
11:22 Li Stenbolê ji sedî 72 deng dîsa hatin jimartin: Ferq 17 hezar 132 deng in
11:09 Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik: Me dest û zend badan
10:35 8 girtî ji 3'ê Nîsanê de avêtine hucreyê
09:28 Leyla Guven 151 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:21 27 girtiyên di greva birçîbûnê de bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê' hatin tawanbarkirin
08:20 Faîk Bûlût: Niha armanca ewil a Erdogan ne Rojava, Tirkiye ye
08:19 ‘Em dixwazin li ser axa xwe bijîn'
08:19 Dayik Çabûk: Êdî bes e bila daxwaza wan bê qebûlkirin
08:18 Rewşa Avşîna biçûk ku tevî dayika xwe girtiye xirab dibe
08:17 Dayika ku zarokên wê yên cêwî di greva birçîbûnê de ne: Ka misilmaniya te?
08:16 Girtiyê birîndar jî di greva birçîbûnê de ye
08:15 Girtiyê 111 roj in di greva birçîbûnê de ye bi sandalyeya biteker anîn cihê hevdîtinê
08:14 Dayika kurê wê û neviyê wê di greva birçîbûnê de: Bila aştî çêbibe
08:13 'Em ê peykerê Ehmedê Xanî bi merasîmeke bihişmet deynin cihê berê'
08:12 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2019'AN
06/04/2019
17:52 Aqûbeta Sabahattin Alî pirsîn
16:58 Girtiyê ketiye grevê teşhîsa veremê lêkirin
16:41 ‘Tu tişt ji polîtîkayên şer û ewlekariyê dernakeve’
16:39 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan ji AKP'ê xwest tecridê bi dawî bike
16:02 Polîsan mudaxaleyî şîna malbataPamay kirin û asteng kirin
15:56 Girtiyê nexweş Alî Kûrban berdin
15:38 Buldan: Divê YSK bi lez erka xwe pêk bîne
Temelli: Aqilê ku encama hilbijartinê tune dibîne li ser kar e
15:25 Îtîrazên HDP'ê yên ji bo Tetwan û Bedlîs red kirin
15:14 Serlêdana MHP'ê ya ji bo Qersê kir hat redkirin
15:06 Bîlgen û Alaca: Ji şaredariyê ewraqan derdixin û avahiyê difiroşin
14:39 'Vê çalakiyê bibînin'
14:14 287 Rêxistinên Demokratîk: Pirsgirêkê li gorî hiqûqa qerdûnî çareser bikin
14:13 Turkoglû: Temenê dayika min têrê nekir ku kurê xwe Talat bibîne
14:12 Komek 37'emîn li Mexmûrê grev dewir girt
13:49 Rayedaran xwest 9 şûnwarên li Rojhilat vala bikin
13:13 'Li dijî mirinê em jiyanê biparêzin’
13:12 Xwendekaran rojnamegerên hatine kuştin bibîr anî
13:11 Bi girseyî diçin sersaxiya malbata Mahsum Pamay
12:34 Di pêvajoya hilbijartinê de telefonên rojnamegeran guhdar kirin!
11:42 Malbata Pamay, cenazeyê kurê xwe Mahsûm Pamay defin kirin
11:19 Li Erdîşê îşkenceya dibin çavan de
10:58 Pekoz: Li Idlibê şer bi fîîlî dest pê kiriye
10:19 Karkerê ji Sûriyeyê ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da
10:14 Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin: Ew nobedarên demokrasî û heqîqetê bûn
09:20 Wekîla HDP’ê Tosûn: Hilbijêrên HDP’ê ji bo grevên birçîbûnê çûn ser sindoqan
09:19 Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 150'yemîn de ye
09:18 Dayika Dersim Dag: Bila rêya Îmraliyê bê vekirin
09:17 ‘Me qeyûm şandin, niha dor hatiye şikandina tecrîdê'
09:17 Keyaya jin a Bazîdê