Hevşaredara Tuşba Mînaz: Gotinên min hêrsa vî gelî bû

  • rojane
  • 10:32 17 Nîsan 2019
  • |
img

WAN -Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz ku di civîna meclîsa şaredariyê de bertek nîşanî Salîh Akmanê AKP'î de, bilêv kir ku tiştên wê ji mamosteyên xwe re gotine, hemû hêrsa gel bûne û got: "Eger çenikek şerm jî pê re hebûna, wê îstifa bikira û biçûna." 

Hevşaredarên Tuşba yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz di hilbijartina 31'ê Adarê de hatin hilbijartin. Lê YSK'ê li şûna wan mazbata da namzetê AKK'î Salih Akman. Piştî meclîsa Şaredariya Tuşba yekem civîna xwe kir, niqaş û bertekên Hevşaredara Tuşba Minaz bû rojev. Bertekên Hevşaredar Ayşe Mînaz bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê bi xezpê hat ser kar da û texneyên tund lê kir. Mînnaz di civîna duh a meclîsê de li ruyê Namzetê AKP'î Akman ku di heman demê de mamosteyê Mînaz e nerî û wiha got: "Dema tu mamosteyê min bû te nezîhat li me dikirin. Te em fêrî ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin kir. Lê niha tu bûye dizê mezin agahiya me tune ye. Mînaz niqaşên duh di civîna meclîsê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
'BERTEKA MIN LI HEMBERÎ SEKNA WÎ YA SIYASETÊ YE'
 
Mînaz, anî ziman ku di 31'ê Adarê de li Tuşba vînek xurt derket holê û wiha got: "Me Tuşba bi 10 hezar ferq ji AKP'ê stend. Hilbijartinek ne li gorî edalet û hiqûqê pêk hat. lê dîsa em bi ser ketin. Lê tevî em bi ferqek mezin bi ser ketin mazbata neda me û bi xezê dan namzetê AKP'ê. Dema min xebatê hilbijartinê dimeşand min Salih Akman di sersaxiyekê de dît. Li gel ku mamosteyê min bû jî ji dilê min nehat silav bidim wî. Ji ber ku namzetê AKP'ê bû û pêkanînên AKP'ê yên di salê dawî de bi serê Gelê Kurd de anîne hat pêş çavê min. Piştre ew hat cem min û neçar mam silav bidim wî. Berteka min li hemberî siyaseta wî hebû. Di roja jimartina dengan de em bi hevle li Lijneya Hilbijartinê bûn. Dema deng dihatin jimartin û dengê me zêde dibû serê xwe berdabû ber xwe. Lê di encamê de bi rêya xezpê hat li cihê me rûnişt. 
 
'WEKÎ KU GEL EV HEQ DABE TEV GERIYA EZ HÊRS BÛM'
 
Mînaz, anî ziman ku li Tuşba li şûna mazbata bidin yên bi ser ketine, mazbata dan yên heq nekirine û wiha got: "Di hilbijartinê de an tuyê bi ser bikeve an jî tuyê winda bike. Du rê  hene. Lê di vê hilbijartinê de yê bi ser neketiye wekî ku heq kiribe û bi ser ketibe tev digere û mazbata distîne. Ev bi zora mirovan diçe. Akman ê AKP'î wekî ku gel ev heq dabe diçe bi hêsanî li wê qoltixê rûdinê. Vê tevgera wî ez pir hêrs kirim. Dema Akman nêzî siraya me bû hevalên me bi destê wî jî negirtin. Îro dîsa dîmenên wî yên mamostetiyê hatin bîra min. Li vir qesta wî ya li hemberî vîna gel heye. Ger ku îro em diçin meclisê, gel em hilbjartinê û em diçin meclîsê. Dibe ku Akman ê AKP'î mamoste û hîndekar be. Lê vîna vî gelî xezp kiriye. Ez wî wekî mamoste nabînim. Dema em biçûk bûn, li dibistanê her dem digot 'Zerarê nedin hevalên xwe. Jêbir û pênûsa hevalên xwe nedizin' Dibe ku ev tiştekî hêsan be. Lê divê mirov wê yekê têxe jiyana xwe û bike sincek û têxe meriyetê. Min îro nedixwest vê yekê li rûyê wî bêjim. Lê di encamê de ez xwendekara wî bûm û wî ev yek fêrî min kiribû. Dibe ku ew ji min mezintir be. Lê gel ev vîn teslîmî min kiriye û divê ez vê vînê biparêzim. Divê ez hesabê gelê xwe ji vê yekê bipirsim. Ez duh li wir ne wekî xwendekarek wî, wekî vîna ku gel hilbijartiye li wir bûm. Min wekî hilbijêra gel ev yek li rûyê wî got. Rol û statuya me çi biba biba biba ew wê her dem wekî mamosteyê me  buya, lê îro ew ne mamosteyê me ye. Ez êdî tu carî wî wekî mamoste û şaredar nabînim. Ew êdî Salih efendî ye. Wî hemû qîmeta ku me da wî binpê kir. Wî mazbata ku me heq kiribû ji destê me girt û xezp kir. Li ser vê yekê jî çarçef çarçef wêne kişandin û qurban jê kirin û şêranî belav kir. Ew tu carî êdî nabe mamosteyê min." 
 
MIN HÊRSA GEL ANÎ ZIMAN' 
 
Mînaz, da zanîn ku wê duh li meclîsê hêrs û bertekên gel ên li dijî xezpê anî ziman û wiha bi dawî kir: "Gotinên duh min li ruyê Akman ê AKP'î anî ziman hêrs û bertekên gel bûn. Piştî ku me mazbata xwe ji gelê xwe stend tu  hêz nikare pişta me dîne erdê. Em ê di nava gelê xwe de dîsa wekî hevşaredar tev bigerin. Ger ku Salih Akman bixwaze di nava gel de xwedî hurmet û rêzdar be, wê demê divê bêyî dereng bimîne ji vî karî îstîfa bike. Wan dzî kir. Ji bo em vê dizî û xezpkirina wan teşîr bikin emê her tiştî bikin. Kî dibe bila bibe ger ku vîna gel nas neke û hurmetê nişanî gel nede em tu carî wî nas nakin ûses nagirin. Ew ne bijêr e. Ew hatiye avêtin (tayînkirin) Em bijêr in ew hatiye avêtin. 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

19/04/2019
15:01 ‘Bila kes ji bo me negirîn, bibin dengê me’
15:00 Malbatan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zîndanan’ girtî silav kirin
14:39 Ji bo qatilê Neslîhan Kaya ‘Cezayê muebetê’ xwestin
14:39 Endamên ESP, SKM û SGDF’ê ji bo piştevaniyê dest bi grevê kirin
14:17 Malbatên Dersimî: Tecrîd hêsirê çavên dayikan e
14:11 Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
14:05 Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re hevdîtin kir
13:58 Girtiyê 105 roj in di grevê de ye: Roja bêdengiyê nîne
13:29 Encamên pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bûn
12:59 Meclîs dê di 30’ê nîsanê de dest bi xebatê bike
12:58 Bersûcê kuştina 301 kesan tahliye bû
Mamosteya got 'Bila zarok nemirin' hat girtin
12:48 Dozger serlêdana malbatan bi bayê bezê red kir
12:14 Yuksekdag: Pêbawerim ku ev berxwedana birûmet dê qezenc bike
12:01 Hevdîtinên ji bo darizandina hezaran DAÎŞ'iyan dest pê kir
11:28 Dayan ê di greva birçîbûnê de: Di dawiya rojên tarî de, dê rojên bi tav bên
11:08 HDP'ê ji bo Şemzînan û Bajirgê îtîraza awarte kir
10:58 Amediyan: Bêdengî ne misilmantiye, minafiqtiye
10:15 Biryara bi hincet a Komkujiya Dîlokê aşkere kirin
10:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 163'emîn de ye
09:44 Derhênerên fîlmên Penaber bi temaşevanan re hatin gelhev
09:18 Qeyûmê Cizîrê qaseya şaredariyê xistibû xizmeta qeymeqam û eskeran
09:17 Ku AYM biryara binpêkirinê bide, dibe YSK biryara têkildarî KHK'iyan rast bike
09:17 Ji ber wergera şaş wê bên darizandin
09:16 Jinên karker: Em nikarin debara xwe bikin
09:15 Qeyûm camên gule derbas nakin xistine şibakeyên odeya xwe
09:15 Gelê Wanê: Kesên bi ser neketin ne 'şaredarên' me ne
09:14 ‘Bi hezaran girtî 50 roj in birçî ne'
09:14 Ji ber televîzyonê ranabe
09:13 Girtîgeha Kirikkaleyê vîtamînan nadin girtiyan
09:13 Sûat Okûrê di greva birçîbûnê de xwîn vedireşe
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2019'AN
18/04/2019
19:19 Tirkiye di qada abori de di nava 62 welatan de di rêza 58'an de ye
19:01 Malbatan li pêş Girtîgeha Bûrsa daxuyanî dan: Mirina zarokên me temaşe nekin
18:43 Dayikên Aştiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê ziyaret kirin
17:28 Malbatên li ber Girtîgeha Gebzeyê: Em naxwazin tabût derkevin
15:35 Surme yê li Girtîgeha Tekîrdagê: Rewşa tenduriystiya me giran dibe
15:34 150 rêxistinan deklarasyona hevpar ji bo grevên birçîbûnê weşand: Parastina mafê jiyanê wezîfeya dewletê ye
14:52 Malbatên doza 10'ê Cotmehê bertek nîşanî 'ne guhdarkirinia şahidan' da
14:39 Parêzerên Ocalan cara 808’emîn serî li dozgeriyê da
14:39 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 parvekirinên sembolîk
14:31 ‘Ne şaredartiya dil, şaredartiya serşokê kirine’
14:02 Rêveberê ESP’ê yê hat revandin û îşkence kirin: Emê xwedî grevên birçîbûnê derkevin
14:00 Li Wanê koma 3’yemîn çalakiyê dewr girt
13:56 Arslan: CHP êdî divê li dijî bê hiqûqiya li ser Kurdan bê qeyd nemîne
13:54 Li Edeneyê 11 kes hatin berdan
13:42 Girtiyên li Dîlokê: Zextên li ser me zêde bûn e
12:11 Kozikên tîmên taybet ên li serbanê şaredariyê hatin rakirin
12:01 Dîmenên Midûriyeta Polîsan jî Walîtiya Amedê derewand
12:01 Li ser sînor cenazeyek din hat dîtin
11:50 Kesek li Riha hat binçavkirin
11:49 Li gorî RSF’ê Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 157’emîn de ye
11:42 Balyozê yekemîn Hevşaredara Qoserê li dîwarê qeyûm xist
11:32 Ahmet Turk: Kesên ne xebatkarên şaredariyêne mûçe distînin
11:03 Doza bersûcên firarî ya Komkujiya 10’ê Cotmehê tê dîtin
10:47 Îstîxbarata Polîsan: Dibe DAIŞ'î çalakiyên nû pêk bîne
10:36 Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin
10:25 Hevşaredarên Pasûrê mezbatên xwe girtin
10:19 Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê hat girtin
10:06 Yildiz ê li malê çalakiya xwe didomîne: Dema berxwedana bi inad e
09:54 Hevşaredarên Amedê: Em ê odeya luks a qeyûm bikar neynin
09:27 Çalakiya Leyla Guven di roja 162'emîn de didome
09:24 Bavê girtiyê 104 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê muxataban bêzar bikin
09:23 Polîsan ciwanê HDP'î birin înşeatekê û gef lê xwarin
09:22 Sendîka û partiyên siyasî: Di tu hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye
09:22 Demsala şivanan dest pê kir
09:21 'Bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe'
09:20 'Em êdî kêliyan dijmêrin'
09:19 Rojnamevan Levent: Li Rojhilata Navîn parastina destkeftiyan girêdayî bazarê ye
09:19 Dayika 2 girtiyan: Bila êdî bes kes bimire
09:17 Girtî avêtine hucreyê û pêdiviyên wî nadin wî
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2019'AN
17/04/2019
19:33 Îmamoglu: Ez şaredarê her kesî me, ya esas xizmeta vî miletî û bajarî ye
18:59 Turan ê HDP'î: Dawî li cendereya tecrîdê bînin
17:41 Xizmên girtiyan: Xwarin di qirika me de naçe xwar
17:11 Îmamoglu mazbata xwe girt
16:14 Parlamenterê HDP'ê Farîsogullari: Kontrgerilla ketin dewrê
16:11 Rêxistinên ked û pîşeyî daxuyaniyek hevpar dan: Rêzê nîşanî vîna gel bidin
16:10 Îmamoglu diçe mazbata xwe werdigire
16:01 Li Gebzeyê polîsan carek din malbatên girtiyan asteng kirin
15:54 Hevşaredarên Qoserê yên berê hatin berdan
15:38 KCD’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir
15:23 Hevşaredarên Rêya Armûşê mezbatên xwe girtin
15:06 ÎHD: Delîlên şênber hene ku Hantaş înfaz kirine
15:04 Malbata Hantaş serlêdana sûc kir
15:01 ‘Em ê di 1’ê Gulanê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî re kom bibin’
14:34 ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
13:59 Li Şaredariya Tûşba xwestin endamê meclîsê di X-ray derbas bibin
13:52 Tê gotin dê Bendava Ilisu di hezîranê de avê bigire
13:29 Li Êlihê Çarpema Sor hat pîrozkirin
12:40 HDP’ê ‘Çarşema Sor’ pîroz kir
12:28 Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir: Parlamenter Tosun birîndar bû
11:15 Tevgera Azadî Çarşema Sor pîroz kir
10:32 Hevşaredara Tuşba Mînaz: Gotinên min hêrsa vî gelî bû
10:13 Hêsinên şaredarî veguherandinbûn girtîgehê hatin rakirin
10:11 Çalakiya Leyla Guven di roja 161'emîn de didome
10:02 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
09:55 Vexwarina girtiyên di greva birçîbûnê de rijandin tiwaletê
09:54 Polîsan li Maltepeyê endamên HDP’ê binçav kirin
09:48 Qesas: Nîyeta Tirkiye ya tunekirina El-Nusra tune ye
09:32 Malbatên girtiyan bi kelepçeyan hatin muayenekirin