Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin

img

ÊLIH – Êzidî her piştî 13’ê Nîsanê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî bi boneya xêr û bereketê bîne Basimbar ku ji benikên rengîn çêdikin li zend ango qevdika destên xwe girê didin. Êzidî dibêjin ku benikên Basimbar wek “remza siyasî” tê dîtin û ji wan re asteng dikin. Êzidiyan got ji ber vê yekê di deriyên gumrikê de pirsgirêk dijîn.

 
Civaka êzidî her sal piştî 13’ê meha nîsanê çarşema kut ê wek Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî vê rojê wek roja ku dinya ji aliyê Yezdan ve hatiye meyindin û wek serê salê dibînin û qebûl dikin. Êzidî serê sibeha Çarşema Sor bi hilatina rojê re duayan dikin. Pişt re bi wesîleya cejnê mêvanên xwe bi îkramên wek hêkên boyax dikin, şekir û tiştên cuda pêşwazî dikin. Di vê rojê de ji rengên biharê bi benikan “Basimbar” çêdikin û li xelkê belav dikin. Ev basimbar li zendan tên pêçandin. Her wiha van benikan li ber derî, serê simbil, guliyên daran ve tên pêçan. Êzidî dibêjin ku ew van benikan bi boneya xêr û bereketa salê girê didin. Bi piranî ev basimbar ji rengên kesk, sor û zer tên çêkirin. Carna jî ji du rengan çêdikin. Ji bo her sala wan nebe wek sala par rengek van basimbaran tê guhertin. Hin welatiyên êzidî ku basimbarên ji rengê kesk, sor û zer li zendên xwe dipêçin, rastî astengiyan tên. Li saziyên fermî yên dewletê ji rengên basimbaran re “remza siyasî” tê gotin û ji zendikên wan tên derxistin. Lê Êzidî dibêjin ev rengên kesk, sor û zer li gorî baweriya wan pîzoz e. 
 
'LI GORÎ BAWERIYA ME PÎROZ E’ 
 
Ji welatiyên êzidî yên li mezraya Şasimê ya girêdayî gundê Şimzê ya bi ser Navçeya Qubîna Êlihê ve dijîn Alî Kartal got basimbarên wan rengên xwe ji xwezayê digirin. Kartal anî ziman ku bi hezarên salane basimbar ji aliyê êzidiyan ve tê çêkirin û got: “Ji rengên cuda wek mor, kesk, sor, zer û rengên din tê çêkirin. Ev reng xêr û bereketê tîne. Rengên biharê ne. Di salên dawî de bêtirîn ji rengên kesk, sor û zer tên çêkirin. Însanên me dema van rengan li qevdika xwe dipêçên rastî astengiyan tên. Lê bikaranîna me ya van rengan bi temamî tesadûfî ye. Em li gorî baweriya xwe van basimbaran çêdikin û li qevdika xwe dipêçin. Em bi ber deriyê xwe, bi şaxên daran û serê simbilan ve girê didin. Lê di salên dawî de xizmên me yên ji Ewrûpayê tên bi hêceta ‘remza siyasî ye’ van bazimbaran ji qevdika wan derdixin.” 
 
'HAYA WAN JI KEVNEŞOPIYA ME NÎNE’ 
 
Kartal da zanîn ku ew dixwazin baweriya xwe bi azadî pêk bînin û tu armanca wan siyasî jî nîne û tenê kevneşopiya xwe tînin cih. Kartal anî ziman ku ji ber ev kevneşopî zêde nayê zanîn bi taybetî di saziyên fermî yên dewletê de pirsgirêkan dijîn. Kartal got divê basimbar li gorî baweriya wan ji ber xwe ve biqete û an jî derkeve ji qevdika wan û ew jî ji bo çareseriya meseleyê carna ne li qevdika destê xwe bi gûzeka lingê xwe ve girê didin. 
 
'BASIMBAR DIKIN PIRSGIRÊK’ 
 
Xizma malbata Kartal, Jale Ezgî a ji Elmanyayê ji bo Çarşema Sor hat gund jî behsa pirsgirêkên li gumrikê dijîn kir û got: “Dema em di deriyê gumrikê de tên hin memur basimbarên kesk, sor û zer ên di destê me de dikin pirsgirêk. Hin zehmetiyan ji me re derdixin. Ji bo ku îsal basimbar ji destê min dernexin, ji neçarî min li gûzeka lingê xwe girê da. Yanî ji ber vê pirsgirêkê gellek êzidî neçar dimînin basimbarê bi lingê xwe ve girê bidin.” 
  
MA / Metîn Yoksu

Sernavên din

19/04/2019
15:01 ‘Bila kes ji bo me negirîn, bibin dengê me’
15:00 Malbatan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zîndanan’ girtî silav kirin
14:39 Ji bo qatilê Neslîhan Kaya ‘Cezayê muebetê’ xwestin
14:39 Endamên ESP, SKM û SGDF’ê ji bo piştevaniyê dest bi grevê kirin
14:17 Malbatên Dersimî: Tecrîd hêsirê çavên dayikan e
14:11 Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
14:05 Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re hevdîtin kir
13:58 Girtiyê 105 roj in di grevê de ye: Roja bêdengiyê nîne
13:29 Encamên pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bûn
12:59 Meclîs dê di 30’ê nîsanê de dest bi xebatê bike
12:58 Bersûcê kuştina 301 kesan tahliye bû
Mamosteya got 'Bila zarok nemirin' hat girtin
12:48 Dozger serlêdana malbatan bi bayê bezê red kir
12:14 Yuksekdag: Pêbawerim ku ev berxwedana birûmet dê qezenc bike
12:01 Hevdîtinên ji bo darizandina hezaran DAÎŞ'iyan dest pê kir
11:28 Dayan ê di greva birçîbûnê de: Di dawiya rojên tarî de, dê rojên bi tav bên
11:08 HDP'ê ji bo Şemzînan û Bajirgê îtîraza awarte kir
10:58 Amediyan: Bêdengî ne misilmantiye, minafiqtiye
10:15 Biryara bi hincet a Komkujiya Dîlokê aşkere kirin
10:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 163'emîn de ye
09:44 Derhênerên fîlmên Penaber bi temaşevanan re hatin gelhev
09:18 Qeyûmê Cizîrê qaseya şaredariyê xistibû xizmeta qeymeqam û eskeran
09:17 Ku AYM biryara binpêkirinê bide, dibe YSK biryara têkildarî KHK'iyan rast bike
09:17 Ji ber wergera şaş wê bên darizandin
09:16 Jinên karker: Em nikarin debara xwe bikin
09:15 Qeyûm camên gule derbas nakin xistine şibakeyên odeya xwe
09:15 Gelê Wanê: Kesên bi ser neketin ne 'şaredarên' me ne
09:14 ‘Bi hezaran girtî 50 roj in birçî ne'
09:14 Ji ber televîzyonê ranabe
09:13 Girtîgeha Kirikkaleyê vîtamînan nadin girtiyan
09:13 Sûat Okûrê di greva birçîbûnê de xwîn vedireşe
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2019'AN
18/04/2019
19:19 Tirkiye di qada abori de di nava 62 welatan de di rêza 58'an de ye
19:01 Malbatan li pêş Girtîgeha Bûrsa daxuyanî dan: Mirina zarokên me temaşe nekin
18:43 Dayikên Aştiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê ziyaret kirin
17:28 Malbatên li ber Girtîgeha Gebzeyê: Em naxwazin tabût derkevin
15:35 Surme yê li Girtîgeha Tekîrdagê: Rewşa tenduriystiya me giran dibe
15:34 150 rêxistinan deklarasyona hevpar ji bo grevên birçîbûnê weşand: Parastina mafê jiyanê wezîfeya dewletê ye
14:52 Malbatên doza 10'ê Cotmehê bertek nîşanî 'ne guhdarkirinia şahidan' da
14:39 Parêzerên Ocalan cara 808’emîn serî li dozgeriyê da
14:39 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 parvekirinên sembolîk
14:31 ‘Ne şaredartiya dil, şaredartiya serşokê kirine’
14:02 Rêveberê ESP’ê yê hat revandin û îşkence kirin: Emê xwedî grevên birçîbûnê derkevin
14:00 Li Wanê koma 3’yemîn çalakiyê dewr girt
13:56 Arslan: CHP êdî divê li dijî bê hiqûqiya li ser Kurdan bê qeyd nemîne
13:54 Li Edeneyê 11 kes hatin berdan
13:42 Girtiyên li Dîlokê: Zextên li ser me zêde bûn e
12:11 Kozikên tîmên taybet ên li serbanê şaredariyê hatin rakirin
12:01 Dîmenên Midûriyeta Polîsan jî Walîtiya Amedê derewand
12:01 Li ser sînor cenazeyek din hat dîtin
11:50 Kesek li Riha hat binçavkirin
11:49 Li gorî RSF’ê Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 157’emîn de ye
11:42 Balyozê yekemîn Hevşaredara Qoserê li dîwarê qeyûm xist
11:32 Ahmet Turk: Kesên ne xebatkarên şaredariyêne mûçe distînin
11:03 Doza bersûcên firarî ya Komkujiya 10’ê Cotmehê tê dîtin
10:47 Îstîxbarata Polîsan: Dibe DAIŞ'î çalakiyên nû pêk bîne
10:36 Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin
10:25 Hevşaredarên Pasûrê mezbatên xwe girtin
10:19 Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê hat girtin
10:06 Yildiz ê li malê çalakiya xwe didomîne: Dema berxwedana bi inad e
09:54 Hevşaredarên Amedê: Em ê odeya luks a qeyûm bikar neynin
09:27 Çalakiya Leyla Guven di roja 162'emîn de didome
09:24 Bavê girtiyê 104 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê muxataban bêzar bikin
09:23 Polîsan ciwanê HDP'î birin înşeatekê û gef lê xwarin
09:22 Sendîka û partiyên siyasî: Di tu hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye
09:22 Demsala şivanan dest pê kir
09:21 'Bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe'
09:20 'Em êdî kêliyan dijmêrin'
09:19 Rojnamevan Levent: Li Rojhilata Navîn parastina destkeftiyan girêdayî bazarê ye
09:19 Dayika 2 girtiyan: Bila êdî bes kes bimire
09:17 Girtî avêtine hucreyê û pêdiviyên wî nadin wî
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2019'AN
17/04/2019
19:33 Îmamoglu: Ez şaredarê her kesî me, ya esas xizmeta vî miletî û bajarî ye
18:59 Turan ê HDP'î: Dawî li cendereya tecrîdê bînin
17:41 Xizmên girtiyan: Xwarin di qirika me de naçe xwar
17:11 Îmamoglu mazbata xwe girt
16:14 Parlamenterê HDP'ê Farîsogullari: Kontrgerilla ketin dewrê
16:11 Rêxistinên ked û pîşeyî daxuyaniyek hevpar dan: Rêzê nîşanî vîna gel bidin
16:10 Îmamoglu diçe mazbata xwe werdigire
16:01 Li Gebzeyê polîsan carek din malbatên girtiyan asteng kirin
15:54 Hevşaredarên Qoserê yên berê hatin berdan
15:38 KCD’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir
15:23 Hevşaredarên Rêya Armûşê mezbatên xwe girtin
15:06 ÎHD: Delîlên şênber hene ku Hantaş înfaz kirine
15:04 Malbata Hantaş serlêdana sûc kir
15:01 ‘Em ê di 1’ê Gulanê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî re kom bibin’
14:34 ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
13:59 Li Şaredariya Tûşba xwestin endamê meclîsê di X-ray derbas bibin
13:52 Tê gotin dê Bendava Ilisu di hezîranê de avê bigire
13:29 Li Êlihê Çarpema Sor hat pîrozkirin
12:40 HDP’ê ‘Çarşema Sor’ pîroz kir
12:28 Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir: Parlamenter Tosun birîndar bû
11:15 Tevgera Azadî Çarşema Sor pîroz kir
10:32 Hevşaredara Tuşba Mînaz: Gotinên min hêrsa vî gelî bû
10:13 Hêsinên şaredarî veguherandinbûn girtîgehê hatin rakirin
10:11 Çalakiya Leyla Guven di roja 161'emîn de didome
10:02 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
09:55 Vexwarina girtiyên di greva birçîbûnê de rijandin tiwaletê
09:54 Polîsan li Maltepeyê endamên HDP’ê binçav kirin
09:48 Qesas: Nîyeta Tirkiye ya tunekirina El-Nusra tune ye
09:32 Malbatên girtiyan bi kelepçeyan hatin muayenekirin