Biryara bi hincet a Komkujiya Dîlokê aşkere kirin

  • rojane
  • 10:15 19 Nîsan 2019
  • |
img

DÎLOK - 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê, biryara bi hincet a têkildarî 8 bersûcên ku ji komkujiya Dîlokê ya 40 jê zarok 56 kes hatin kuştin de aşkere kir. Heyetê di biryarê de diyar kir ku şopa tiliyên hevjîna Amîrê DAİŞ’ê Kadir Cebael Fadile Cebeal a li ser poşet li dijî jiyana xwezayî ye.

 
Di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya Dîlokê DAIŞ'ê li dijî daweta malbatek kurd êrîşeke xwekujiyê pêk anîbû. Di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê doz hatibû vekirin û bi hinceta ewlehiyê darizandina doz li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Kayseriyê berdewam kir. Dadgehê der barê 7 bersûcan de 58 caran û der barê 1 bersûcî de jî 61 caran cezayê giran ê muebetê dabû. Heyeta dadgehê biryara bi hincet aşkere kir. 
Heyetê di biryarê de diyar kir ku rola Hevjîna Emîrê DAÎŞ'ê yê Dîlokê Mehmet Kadir Cebael Fadile Cebael û Hamza Nuri Çalikuşu yê ji 18 salî biçûktir di organîzekirina komkujiyê de zêde ye. 
 
Heyetê di biryarê de anî ziman ku Amîrê DAIŞ'ê yê Dîlokê Mehmet Kadîr Cebael di 16'ê Cotmeha 2016'an de dema bi polîsan re şer kir hatiye kuştin û Cebael ferman ji kesê bi navê "Abdurrahman" ê li Sûriye stendiye. Heyetê da zanîn ku li gorî ferman û talîmata wî tev geriya ye û çalakî pêk anîye. 
 
HDP, KURT Û ELEWÎ KIRINE HEDEF 
 
Heyeta dadgehê di biryarê de anî ziman ku Amîrê DAIŞ'ê Kadir Cebael talîmata fermanê bi bersûc Mehmet Şahin Ergan, Mehmet Çalikuşu, Ahmet Koşkeroglu, Ali Çalikuşu, Haci Polat, Hasan Uzun û Mehmet Karakurt ên di bin fermana wî dene re parve kirine. Qadên ku çalakiyan lê pêk bîne bêtir cihê girseyî tercîh kirine. Armac kirine ku kîn û nifrîna nava civakê zêde bikin. Ji ber vê yekê bêtir, dawet, komele, civîn, meş, xwepêşan, mîtîng, sewqîyatên eskerî, maç, bi taybetî civînên partiya siyasî HDP, elewî û kurd ku dema di civînê de bin kirine hedef. Ji bo çalakiya xwe pêk bîne cebilxane, çek û alavên lojistîkê kom kirine. Ji bo tesîra êlekê bombeya zindî yê Bersûc Ahmet Koşgeroglu, zêde bike beşên nû yên perçeyên hesin lê zêde kirine. Şexsê ku çalakiya bombeya zindî pêk bîne bi Mehmet Kadir Cebael re ti ava dan û stendinê de bû. 
 
BOMBEYA ZINDÎ TARÎF KIRIN
 
Di biryarê de kesê bombeya zindî pêk anî tarif kirin û wiha got: "Mehek berîya teqînê kesê nasnameya wî ya aşkere nehat diyar kirin ê 20-25 salî û atletîk, kesê bombeya zindî biriye mala Mehmet Kadir Cebael. Ev kes nêzî mehekê li wir maye. Ev kes di vê mehê de ji aliyê Cebael ve di milê bîrdozî de hatiye perwerdekirin. Êlekê bombeya zindî li wî kiriye û diyar kiriye ku dema destên xwe bilind bike wê çalakî bêtir bi banbor be.  
 
DEMA KOMKUJIYÊ 
 
Dema saeta çalakiyê nêzîk bû, bersûc Alî Çalikuşu, çalakgerê bombeya zindî yê li navnîşana Cebael, ji malê hilgirt û bir nêzî cihê bûyerê û teslîmî bersûcên din ên li vir Haci Polat û Hasan Uzun kir. Bersûcan çalakger bir nêzî cihê girsê danî. Çalakger dema nêzî girsê bû hin tişt gotin û destê xwe rakirin û bombe teqandiye. Piştî teqînê bersûc Mehmet Şahîn Ergan, çû cem Mehmet Kadir Cebael û got '1 şehîd, 57 kes mirin' û encam ragihand." 
 
FERMAN DA ZAROK 
 
Heyeta dadgehê di biryarê de anî ziman ku zarokê kêmî 18 salî Hamza Nuri Çalıkuşu dem bi dem diçû cem bersûcan û çûye depoya 25'ê Kanûnê û li gorî fermana bersûcan tev geriya ye û bi Emîrê DAIŞ'ê Mehmet Kadir Cebael re ketiye nava dan û stendinê. Her çend Hamza Nuri Çalikuşu xiztine nava çalakiyê jî di dema bûyerê de hêj 14 sali bû. Zarok ajotine nava sûc û bi wî sûc dane kirin, Ji ber delîlên tên nehatine komkirin, biraya beraetê hatiye dayîn. 
 
HINCETA BIRYARA BERAETA FADÎLE CEBAEL 
 
Heyeta dadgehê biryara der barê Bersûc Fatîle Cebael de jî wiha anî ziman: "Bombeya zindî li mala wan 10 roj an jî mehekê maye. Di poşetê di çalakiyê de hatiye bikaranîn yê "Bazara Kumaş a Bursa (Bursa Kumaş Pazarı) de şopa tiliyê wê li ser hatine dîtin. Ev poşet di nava alavên teqemeniya di 11'ê Tebaxa 2016'an de hat teqandin de hatiye dîtin. Bersûc Fadîle Cebael şopa diliyê wê li ser poşetê marketa "A101" ku di bûyerê de hatiye bikar anîn hatiye dîtin. Ji ber bi Mehmet Kadir Cebael re zewicî ye, di heman malê de maye. Dîsa gotiye ji ber li malê de şopa tiliyên wê li ser poşet û alavê malê hebe jiyanek ji rêzê ye. Lê ev ne ji rêzê ye. 
 
Bersûc Abdurrahman Alnajjar jî diyar kiriye ku ferman ji amîrê li Rakka ’Abdurrahman girtiye û di fermanê de xwestiye avahiyên HDP, otel, midûriyeta polîsan, mal û komeleyên çanda Elewiyan bikin hedef. 

Sernavên din

19/04/2019
15:01 ‘Bila kes ji bo me negirîn, bibin dengê me’
15:00 Malbatan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zîndanan’ girtî silav kirin
14:39 Ji bo qatilê Neslîhan Kaya ‘Cezayê muebetê’ xwestin
14:39 Endamên ESP, SKM û SGDF’ê ji bo piştevaniyê dest bi grevê kirin
14:17 Malbatên Dersimî: Tecrîd hêsirê çavên dayikan e
14:11 Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
14:05 Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re hevdîtin kir
13:58 Girtiyê 105 roj in di grevê de ye: Roja bêdengiyê nîne
13:29 Encamên pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bûn
12:59 Meclîs dê di 30’ê nîsanê de dest bi xebatê bike
12:58 Bersûcê kuştina 301 kesan tahliye bû
Mamosteya got 'Bila zarok nemirin' hat girtin
12:48 Dozger serlêdana malbatan bi bayê bezê red kir
12:14 Yuksekdag: Pêbawerim ku ev berxwedana birûmet dê qezenc bike
12:01 Hevdîtinên ji bo darizandina hezaran DAÎŞ'iyan dest pê kir
11:28 Dayan ê di greva birçîbûnê de: Di dawiya rojên tarî de, dê rojên bi tav bên
11:08 HDP'ê ji bo Şemzînan û Bajirgê îtîraza awarte kir
10:58 Amediyan: Bêdengî ne misilmantiye, minafiqtiye
10:15 Biryara bi hincet a Komkujiya Dîlokê aşkere kirin
10:08 Çalakiya Leyla Guven di roja 163'emîn de ye
09:44 Derhênerên fîlmên Penaber bi temaşevanan re hatin gelhev
09:18 Qeyûmê Cizîrê qaseya şaredariyê xistibû xizmeta qeymeqam û eskeran
09:17 Ku AYM biryara binpêkirinê bide, dibe YSK biryara têkildarî KHK'iyan rast bike
09:17 Ji ber wergera şaş wê bên darizandin
09:16 Jinên karker: Em nikarin debara xwe bikin
09:15 Qeyûm camên gule derbas nakin xistine şibakeyên odeya xwe
09:15 Gelê Wanê: Kesên bi ser neketin ne 'şaredarên' me ne
09:14 ‘Bi hezaran girtî 50 roj in birçî ne'
09:14 Ji ber televîzyonê ranabe
09:13 Girtîgeha Kirikkaleyê vîtamînan nadin girtiyan
09:13 Sûat Okûrê di greva birçîbûnê de xwîn vedireşe
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2019'AN
18/04/2019
19:19 Tirkiye di qada abori de di nava 62 welatan de di rêza 58'an de ye
19:01 Malbatan li pêş Girtîgeha Bûrsa daxuyanî dan: Mirina zarokên me temaşe nekin
18:43 Dayikên Aştiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê ziyaret kirin
17:28 Malbatên li ber Girtîgeha Gebzeyê: Em naxwazin tabût derkevin
15:35 Surme yê li Girtîgeha Tekîrdagê: Rewşa tenduriystiya me giran dibe
15:34 150 rêxistinan deklarasyona hevpar ji bo grevên birçîbûnê weşand: Parastina mafê jiyanê wezîfeya dewletê ye
14:52 Malbatên doza 10'ê Cotmehê bertek nîşanî 'ne guhdarkirinia şahidan' da
14:39 Parêzerên Ocalan cara 808’emîn serî li dozgeriyê da
14:39 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 parvekirinên sembolîk
14:31 ‘Ne şaredartiya dil, şaredartiya serşokê kirine’
14:02 Rêveberê ESP’ê yê hat revandin û îşkence kirin: Emê xwedî grevên birçîbûnê derkevin
14:00 Li Wanê koma 3’yemîn çalakiyê dewr girt
13:56 Arslan: CHP êdî divê li dijî bê hiqûqiya li ser Kurdan bê qeyd nemîne
13:54 Li Edeneyê 11 kes hatin berdan
13:42 Girtiyên li Dîlokê: Zextên li ser me zêde bûn e
12:11 Kozikên tîmên taybet ên li serbanê şaredariyê hatin rakirin
12:01 Dîmenên Midûriyeta Polîsan jî Walîtiya Amedê derewand
12:01 Li ser sînor cenazeyek din hat dîtin
11:50 Kesek li Riha hat binçavkirin
11:49 Li gorî RSF’ê Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 157’emîn de ye
11:42 Balyozê yekemîn Hevşaredara Qoserê li dîwarê qeyûm xist
11:32 Ahmet Turk: Kesên ne xebatkarên şaredariyêne mûçe distînin
11:03 Doza bersûcên firarî ya Komkujiya 10’ê Cotmehê tê dîtin
10:47 Îstîxbarata Polîsan: Dibe DAIŞ'î çalakiyên nû pêk bîne
10:36 Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin
10:25 Hevşaredarên Pasûrê mezbatên xwe girtin
10:19 Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê hat girtin
10:06 Yildiz ê li malê çalakiya xwe didomîne: Dema berxwedana bi inad e
09:54 Hevşaredarên Amedê: Em ê odeya luks a qeyûm bikar neynin
09:27 Çalakiya Leyla Guven di roja 162'emîn de didome
09:24 Bavê girtiyê 104 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê muxataban bêzar bikin
09:23 Polîsan ciwanê HDP'î birin înşeatekê û gef lê xwarin
09:22 Sendîka û partiyên siyasî: Di tu hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye
09:22 Demsala şivanan dest pê kir
09:21 'Bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe'
09:20 'Em êdî kêliyan dijmêrin'
09:19 Rojnamevan Levent: Li Rojhilata Navîn parastina destkeftiyan girêdayî bazarê ye
09:19 Dayika 2 girtiyan: Bila êdî bes kes bimire
09:17 Girtî avêtine hucreyê û pêdiviyên wî nadin wî
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2019'AN
17/04/2019
19:33 Îmamoglu: Ez şaredarê her kesî me, ya esas xizmeta vî miletî û bajarî ye
18:59 Turan ê HDP'î: Dawî li cendereya tecrîdê bînin
17:41 Xizmên girtiyan: Xwarin di qirika me de naçe xwar
17:11 Îmamoglu mazbata xwe girt
16:14 Parlamenterê HDP'ê Farîsogullari: Kontrgerilla ketin dewrê
16:11 Rêxistinên ked û pîşeyî daxuyaniyek hevpar dan: Rêzê nîşanî vîna gel bidin
16:10 Îmamoglu diçe mazbata xwe werdigire
16:01 Li Gebzeyê polîsan carek din malbatên girtiyan asteng kirin
15:54 Hevşaredarên Qoserê yên berê hatin berdan
15:38 KCD’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir
15:23 Hevşaredarên Rêya Armûşê mezbatên xwe girtin
15:06 ÎHD: Delîlên şênber hene ku Hantaş înfaz kirine
15:04 Malbata Hantaş serlêdana sûc kir
15:01 ‘Em ê di 1’ê Gulanê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî re kom bibin’
14:34 ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
13:59 Li Şaredariya Tûşba xwestin endamê meclîsê di X-ray derbas bibin
13:52 Tê gotin dê Bendava Ilisu di hezîranê de avê bigire
13:29 Li Êlihê Çarpema Sor hat pîrozkirin
12:40 HDP’ê ‘Çarşema Sor’ pîroz kir
12:28 Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir: Parlamenter Tosun birîndar bû
11:15 Tevgera Azadî Çarşema Sor pîroz kir
10:32 Hevşaredara Tuşba Mînaz: Gotinên min hêrsa vî gelî bû
10:13 Hêsinên şaredarî veguherandinbûn girtîgehê hatin rakirin
10:11 Çalakiya Leyla Guven di roja 161'emîn de didome
10:02 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
09:55 Vexwarina girtiyên di greva birçîbûnê de rijandin tiwaletê
09:54 Polîsan li Maltepeyê endamên HDP’ê binçav kirin
09:48 Qesas: Nîyeta Tirkiye ya tunekirina El-Nusra tune ye
09:32 Malbatên girtiyan bi kelepçeyan hatin muayenekirin