Ermeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘tabûra parastinê’ ava kir

  • rojane
  • 12:18 22 Nîsan 2019
  • |
img

HESEKÊ – Ermeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di salvegera komkujiya ermeniyan roja 24’ê Nîsanê Tabûra Nûbar Ozanyan îlan bike. Endamên tabûrê gotin “Şoreşa Rojava kir ku em hatin gel hev. Ji bo 1915 carek din pêk neyên em ê gelê xwe biparêzin.” 

 
Osmaniyan di 24’ê Nîsana 1915’an de dest bi qirkirina ermeniyan kir. Gellek rewşenbîrên ermenî hatin girtin, sirgûnkirin û kuştin. Li gorî qanûna Tehcîr (Sewq û Îskan) a di 27’ê gulana 1915’an de milyonek û nîv ermenî ji welatê xwe hatine koçberkirin. Kuştina bi hezaran ermenî 104 sal li pey xwe dihêle. Ermenî netewek qedîm a li ser axa Mezopotamyayê ne. Ermenî li her deverê Rojhilata Navîn û gellek deverên cîhanê belav bûne. Nifûsek zêde ya ermeniyan li Sûriyeyê û Iraqê bici bûn. Ermeniyên li Sûriyeyê bi cih bûn jî hatin kuştin. Ermeniyan li Sûriyeyê têkoşîna man û nemanê dan û bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re êrîşên giran li ser wan hatin kirin û bi qirkirinê re hevrû man. Bi Şoreşa Rojava re ermeniyan jî li ber xwe da û bûn yek ji netewa pêşeng. Ermeniyan li Rojava xwe di warê leşkerî de birêxistin kirin û yekemîn car tabûra leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. 
 
TABÛREK ERMMENΠ
 
Endamên vê tabûrê ewilî di nava hêzên parastina Rojava de cih digirtin lê niha tenê ji ermeniyan tabûrek hat avakirin. Navê şervanê TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li tabûrê kirin. Ev demek dirêj bû xebatên vê taburê dihatin kirin û ev xebat bi dawî bûn. Dê di salvegera Qirkirina Ermeniyan 24’ê Nîsanê de îlana vê tabûrê were kirin. Li cihê tabur lê bê îlankirin amadekarî tên kirin. 
 
JI KÎ PÊK TÊ 
 
Ev tabur ji 50 kesan bêtir pêk tê. Hemû endam xizmên ermeniyên di 1915’an de li Sûriyeyê hatin qetilkirinê ne. Di nava van ermeniyan de yên ji Amed, Riha, Mûş, Bedlîs, Dîlok û Êlihê hatine hene. Yek ji van ermeniyan Masîs Otanyaf e û malbata wî ji Rihayê hatine sirgûnkirin. Otanyaf yek ji berpirsên tabûrê ye û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn, tabûra ermeniyan e. Piştî taburen kurd, ereb û sûryaniyan tabûra ermeniyan tê. Me ji bo parastina gelê ermen ava kiriye. Me ermeniyên li bajarên mîna Qamişlo, Hesekê, Serêkanîyê, Dirbesiyê û Amudê belav bûne anî gel hev.” 
 
ZIMANÊ ERMENIKÎ FÊR DIBIN 
 
Endamên tabûrê demek dirêj di perwerdehiyê de derbas bûn û ji dersa wan sereke jî zimanê ermenîkî bû. Her roj bi awayek rêkûpêk dersa zimanê xwe dibînin. Wêneyên pêşengên ermenî daliqandine. Dersên dîrok, çand û hunera ermeniyan dibînin. Otanyaf anî ziman ku ew bi salane zimanê wan ê bi darê zorê ji wan hatiye sitendin fêr dibin û di warê fikir û bîrdozî de jî xebat tên kirin. Otanyaf got ji bo ew hemû tiştên ji wan hatine sitendin paş de bigirin dest bi şer kirine. 
 
‘ŞOREŞA ROJAVA ME ANÎ BA HEV’ 
 
Otanyaf da zanîn ku 1915’an ji bo ermeniyan êşek nayê jibîrkirinê ye û got: “Şoreşa Rojava kir ku em li hev kom bûn û hatin gel hev. Me li dijî DAIŞ’ê bi hev re li ber xwe da. Me li dijî DAIŞ’ê dest bi rêxistina xwe kir û ev tabûra me pêk hat. Em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin. Ev destpêkek e li tevahiya gelên me pîroz be.”
 
KASAPYAN: ROJEK REŞ E
 
Ji şervana jin a tabûrê Tamara Kasapyan jî got malbata wê ji Rihayê hatiye sirgûnkirin. Kasapyan da zanîn ku ermenî di komkujiyên giran de hatine derbaskirin û piştî vê komkujiyê ermenî li gellek deverên cîhanê belav bûne. Kasapyan anî ziman ku 24’ê Nîsanê ji bo ermeniyan rojek reş e. Kasapyan got gellek şervanên wan ên jin jî hene û dê tabûra xwe bi rasthatina 24’ê Nîsanê roja komkujiya ermeniyan îlan bikin. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

23/04/2019
09:12 Bavê ku cezayê muebetê li du kurên wî hatiye birîn: Kesên nabin hevparên vî sûcî li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2019'AN
22/04/2019
20:22 Li Stenbolê jin li dor grevên birçîbûnê bûn xelek
16:32 Kesê kulm li Kiliçdaroglu xist, hat girtin
16:25 Girtiyê 108 roj in di grevê de ye sewq kirin
16:18 Baroya Riha derbarê polîsên tundî li dayikan kirin de serlêdana sûc kirin
16:17 Ji bo greva birçîbûnê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin
15:38 Platforma Demokrasî ya Wanên banga 'gav bavêje' li hikumetê kir
15:26 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi zekemê ketine
15:25 Polîsan dîsan nobeta Gebze asteng kirin: Em ê dest jê bernedin
15:20 Taşdemîr: Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin
14:58 ‘Li dijî dayikan sûc hatiye kirin’
14:46 Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Ji bo em deng bidin dengên dayikan em hatine Enqereyê
14:23 Parêzerên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 Komeleya 78’an: Deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe vekin
13:52 Ji rêxistinên CHP’ê berteka hevpar: Divê Suleyman Soylu demildest îstîfa bike
13:25 Kiliçdaroglu: Êrîşek bi plangerî bû
13:17 Hejmara kesên li Srî Lankayê jiyana xwe ji dest dan derket 290 kesî
13:04 Hevserokên Giştî yên HDP’ê çûn serdana Kiliçdaroglû
12:44 Rojnameger Turfent ê di greva birçîbûnê de 10 kîlo daye
12:39 Polîsan tundiyê li endamên komîsyona greva birçîbûnê kir
12:20 3 kesên hatin berdan li Dêrikê di greva birçîbûnê dene
12:18 Ermeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘tabûra parastinê’ ava kir
11:32 Osman Sarigun ê kulm li Kiliçdaroglu xist hat binçavkirin
11:20 HDP'ê 121'emîn Roja Rojnamegertiya Kurd li kedkariyên çapemeniyê pîroz kir
10:57 Walîtiya Wanê ferma ‘blokên betonê ne rakin’ da!
10:46 Nivîskar Çinar ê di greva birçîbûnê deye tenduristiya wî xirab bû
10:13 Kesên li Kartalê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:26 Leyla Guven di roja 166'an de li ber xwe dide
09:26 Altiparmak: Biryara YSK’ê pêkanînek kêfî û dijhiqûqî ye
09:25 Navê Ugur Kaymaz dîsa li parkê hat kirin
09:24 Berdevka AKP’ê ya qeyûm wê girt kar hevşaredara HDP’î tehdît kir
09:22 ‘Ji me xurttir in’
09:22 Murat Turk: Çavên hevalên me kor bûne, çavikek me jî bimîne em ê li ber xwe bidin
09:21 ‘Ne tenê di sindoqê de divê em ji bo greva birçîbûnê jî mil bidin milên hev'
09:20 Endama UPWC Khdeir: Li girtîgehên Îsraîl û Tirkiyeyê heman pêkanîn hene
09:19 Girtiyê di grevê de: Li ber çavê min dihelin
09:19 ‘Zarokê kevir avêtiye polîsan’ jî di greva birçîbûnê de ye
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2019'AN
21/04/2019
16:59 Jinan ji bo grevên birçîbûnê zincîr çêkirin
16:30 Li Kartalê mudaxile: Polîsan gelek kes binçav kirin
15:35 Li Gebzê malbat bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
15:12 Temellî: Ev tişta hûn dikin sûce, rezîltiye
14:53 Dayikan laçikên xwe avêtin erdê û tundiya polîsan şermezar kirin
13:59 Rewşa girtiyên li Tarsûsê giran bû
13:26 Karsû: Bêdengî dê me bikuje
13:07 ‘Bedel çi dibe bila grevên birçîbûnê dê dewam bikin’
12:55 TJA bertek nîşanî tundiya polîsan a li dijî dayîkan da
12:41 Meclîsa tenduristiyê ya HDK'ê: Ji bo aştiya civakî tecrîdê bi dawî bikin
12:26 Aydemîr di 52 rojan de 14 kolî dan
11:53 Çapemeniya Kurd ket 121 saliya xwe
10:48 Ji ÎHD’ê rapora Girtîgeha Şirnexê: Xwînîbûna roviyan û tarîbûna çav dest pê kirin
09:45 Çalakiya Leyla Guven di roja 165'an deye
09:17 Kınay a di greva birçîbûnê de: Deng bidin berxwedana me
09:15 Dayika 2 zarokên wê di greva birçîbûnê dene: Cihê te amadeye
09:15 Prof. Fîncanci der barê grevên birçîbûnê de bal kişand ser çend xalên girîng
09:14 'YSK'ê biryara xwe bin pê kir'
09:13 Bang li Erdogan kirin: Xwedî wijdan bin!
09:11 ‘Eger em têbikoşin wê Heskîf rizgar bibe'
09:10 Wê Şaredariya Komirê bi zeytûn û bostanan şaredariyê pêş ve bibe
09:09 'Eger tecrîd bi dawî nebe em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:07 'Wexta telefon lê dide dilê min tê ber devê min'
09:06 'Zarokên me li ber çavên me mîna findekê dihelin'
09:04 Piştî guherînên di PVSK'ê de 393 kes bi destê polîsan hatin kuştin
09:01 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2019'AN
20/04/2019
17:05 Çalakiya nobetê ya li Gebzeyê carek din hat astengkirin
16:11 Jinan ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:09 ‘Em piştevaniya bi dayikan re mezin bikin’
15:52 Beştaş: Erdogan ji ber îşkenceyê dê bê darizandin
15:42 Bekîr Biçakçi yê 74 salî û Yusuf Paşaci li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Li Rezanê çima mazbatayên HDP’iyan nadin wan?
15:21 Xizmên windayan tundiya polîsan a li dijî dayikan şermezar kirin
15:06 Piştî Gebze li Qoserê: Dayik bi erdê re kaş kirin
14:59 Turkdogan: Heta tecrîd ranebe wê hêjmara girtiyên nexweş zêde bibe
14:43 Dayikên Şemiyê: Em ji êşa dayikan fêm dikin, dest nedin dayikan
14:18 ‘Polîsên şidet li dayikan kirin bila bên cezakirin’
14:07 'Rakirina tecrîdê dê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe dest pê ka pêvajoyek nû’
13:41 Weqfa Aştiyê ji rêveberên medya û qunciknûsan re name şand
13:31 Prof. Dr. Baskin Oran hevşaredarên Amedê ziyaret kir
13:26 Parazvanên mafên mirovan dê serlêdana sûc bikin
13:25 HDP dê sibê li Amedê daxuyaniyek girseyî bide
13:23 Dayikên li Gebze rastî êrîşa polîsan hatin: Tekane çareserî rakirina tecrîdê ye
12:10 Li Wanê koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girt
11:33 Ozsoy ê HDP'î: Her kes dizane rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
11:31 Wekîla HDP’ê Tosûn a rastî tundiya polîsan hat ji nexweşxanê derket
11:15 Rewşenbîran bang kir: Em nebin temaşevanên mirinan
10:42 Ji bo kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Der barê polîsên li Gebze îşkence li dayikan kir de lêpirsîn vekirin
09:37 Leyla Guven 164 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:12 Qeyûm xebatkarê şaredariyê kir parêzvanê serokê AKP'î
09:12 Cendirmeyan nehişt bavê Sebahat Tûncel erdê xwe bajo
09:11 'Em li dor çalakgerên greva birçîbûnê bibin xelek'
09:11 'Wexta min kurê xwe dît, min ew nas nekir'
09:09 DAIŞ'ê li Kobanê Ramazan û Polîsan jî li Amedê Recep kuşt
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2019'AN
08:42 Li ser sînor pevçûn: 4 esker mirin 6 esker birîndar bûn
19/04/2019
22:33 Bi hezaran kesî bertek nîşanî pêkanîna li hemberî dayikan da
17:09 Bernameya 7’emîn a Mihrîcana Şanoya Amedê diyar bû
16:04 ÎHD: Di 2018'an de 673 mirov hatin kuştin, 4 hezar û 513 kesan îşkence dît
15:39 ‘Demildest çareseriyê ji grevên birçîbûnê re bibînin’