ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2019'AN

* Li Colemêrgê, di zivistanê de ka û gihayê ji bo heywanan hatibûn berhevkirin qediyan û niha welatî nizanin dê çawa heywanên xwe xweyî bikin. Li herêmê ji ber hîn jî hin zozan qedexe ne û berfa li ser hinan jî neheliyaye, gundî gund bi gund li giya û kayê digerin. 
 
* Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Edeneyê bi dirûşmeya "Kar, ked, azadî û edalet" her kesî vexwand qadên 1'ê Gulanê. 
 
* Doîna Polivencû, ji bo jiyaneke hîn xweştir ji Romanyayê berê xwe dide Tirkiyeyê, lê belê ji ber şideta hevjînê xwe jiyana wê tarûmar dibe. Niha Polîvencû hewl dide dev ji hevjînê xwe berde, lê belê ji ber mafê wê yê hemwelatîbûyînê tune ye ditirse zarokên wê jî ji dest biçin. 
 
* Bûlût Dogan ku xizmê wî di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ji bo derve dibin hêvî. Dayika Şemiyê Hanim Tosûn jî xwest her kes bibe dengê çalakgeran û rojnamevan Serpîl Unal jî got: "Ne mirin, dixwazim nûçeyên jiyanê çêbikim." 
 
* Dadgehê der barê Komkujiya Beybahçeyê de bi heman hincetê ceza li bersûcekî birî û bi heman hincetê jî der barê bersûcekî de biryara beraatê da. Parêzerê dozê Yakûp Koca, diyar kir ku ew ê îtiraz bikin û heta dawiyê bitêkoşin. 
 
* Dozgeriya Komarê ya Amedê, peywira berhevkirina agahî û belgeyên der barê kuştina Recep Hantaş de ji dest emniyetê girt û dewrî cendirmeyan kir. 
 
* Zekiye Başak ku keça wê Ayfer Başak 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku li malê nikare xwarinên ku keça wê jê hez dike çêbike û got: "Bi girî ji ser sifrê radibim." 
 
* Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di 17'ê Nîsanê de di dema daxuyaniya çapemeniyê de polîsan ew derb kir, diyar kir ku êrîşa li hemberî wê û êrîşa li ser dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ji ber tecrîdê ye û got: "Êrîşî laçikên spî dikin." 
 
* Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken diyar kir ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji qaseya şaredariyê ji bo saziyên din pere xerc kirine û got: "Lê ji bo gel qurîşek jî xerc nekirine." 
 
* Danişîna doza Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê di roja duyemîn de li 19'emîn Dadgeha Cezayê Enqereyê berdewam bike.(10.00)
 
* Pêkhateyên TJA'yê têkildarî îstîsmarkirina zarokan dê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bide. (10.00)
 
* Komên baweriyan dê têkildarî grevên birçîbûnê li otelek Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) 
 
* Komîteya Amadekar a Mitînga 1'ê Gulanê dê ji bo amadekariyên mitîngê li avahiya Şaxa Jimara 2'an a Genel-Îş'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Çalakiya nobeta malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dê di roja 16'emîn de berdewam bike. (12.00)

Sernavên din

26/04/2019
09:12 Êdî kes nikare tuximê pîvazan jî bikire!
09:11 Dayika 4 xizmên wê di greva birçîbûnê de: Zarokên me doza mafê xwe dikin
09:08 Rewşa Bazara Sîpahiyê ne tu rewş e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2019'AN
08:24 Leyla Guven 170 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
25/04/2019
19:20 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:05 Endamên MBY-DER’ê çûn serdana Leyla Guven
15:06 Polîsan li Gebzeyê malbatan dorpêç kir û dîmenên rojnamegeran jê birin
14:15 Erdogmûş: Banga Guven ji bo Meclîs û dewletê ye
14:06 Li Amedê dê 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê bê pîrozkirin
13:39 Demîrtaş: Dozgerek çima ji ‘pêvajoya çareseriyê’ aciz e?
13:25 Jinek li Îzmîrê hat kuştin
13:14 Li Aydinê gelek kes hatin binçavkirin
12:55 TJA: Hikumet berpirsê tecawizê ye
12:31 Derbarê 5 polîsên din de giliyê sûc hat kirin
12:29 Zaroka rastî tecawîzê hat, taburcu bû
11:48 Li Hezoyê serdegirtina malan: 4 kes hatin binçavkirin
11:34 Parêzerên Ocalan cara 809’emîn serî li dozgeriyê da
11:23 Li Qada Taksîmê destûr ji bo 1’ê Gulan nehat dayîn
11:09 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Macron gihîştin fikrên hevpar
11:03 Kesên Xelata Nobelê girtine ji bo Ocalan bang li Tirkiyeyê kirin: Berdin
10:32 Kesên li Esenyûrtê hatin binçavkirin, hatin berdan
09:47 7 kesên di binçavan de hatin berdan
09:14 Hevşaredara Yenîşehîrê: Ji bo gel qurîşek jî nehatiye xerckirin
09:14 Tosûn: Êrîşî laçika spî dikin
09:13 'Bi girî ji ser sifrê radibim'
09:10 Lêpirsîna der barê cinayeta Hantaş de dewrî cendirmeyan hat kirin
09:08 Parêzerê Komkujiya Beybahçayê: Heta heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin
09:06 ‘Ne mirin, em dixwazin nûçeyên jiyanê çêbikin'
09:04 Ji bo jiyaneke xweş hat, lê jiyana wê tarûmar bû
09:03 Wê bi dirûşmeya 'Kar, ked, aştî û edaletê' dakevin qadên 1'ê Gulanê
09:01 Ji bo heywanên xwe gund bi gund li ka û giya digerin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2019'AN
08:41 Leyla Guven 169 roj in di greva birçîbûnê de ye
08:32 Polîsan mudaxeleyî xwepêşandana li dijî îstîsmara zarokan kir
24/04/2019
17:58 Dayikan şideta polîsan protesto kir
17:26 Tecawiza li Kuçukçekmece şermezar kirin
16:53 Trump dîsa got: Felaketa Mezin
16:38 Paylan: Qirkirina 104 sal berê îro li dijî kurdan pêk tê
16:28 Dayikên daxuyaniya wan hat astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
16:04 Malbatên xwestin biçin Girtîgeha Gebze rastî eblûkeya polîsan hatin
15:53 Demîrtaş: Roja min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ di destê Erdogan de 2 nameyên Ocalan hebûn
15:32 Li Sûr û Çinarê êrîşa polîsan hat şermezarkirin
14:39 Ji ber ku tecawiza li dijî zarokan şermezar kir hat binçavkirin
14:09 Polîsan li ber Hepsa Amedê çalakiya malbatan asteng kir
14:04 Erkan Kakça û Coşkûn Yîgît ên ESP’î hatin berdan
13:58 Li Çewligê 23 herêm 15 rojên din jî hat qedexekirin
13:31 Qurbaniyên qirkirina ermenan li gelek navendan hatin bibîranîn
13:22 HDP'ê Komkujiya Ermenan bi bîr anî
13:08 Ji Baroya Sêrtê rapora greva birçîbûnê: Maf sînordar kirin, hin vexwarinan nadin
13:05 Ji YSK'ê biryara Şirnexê: Veguhezandina bi hezaran hilbijêr bibandor nîne
12:09 Demîrtaş: Êrîşa li dijî dayikan şermezar dikim, divê her kes bi hestiyar tevbigere
11:24 Li Çewlîgê polîsan bi ser avahiya HDP û maltan de girtin: 9 binçav kirin
11:12 KCD: Êşa gelê Ermenî êşa me ye
09:51 Dayikên Aştiyê, Kadîr Înanir û fîlmê wî pîroz kirin
09:37 HDP’iyek li Edenê hat binçavkirin
09:36 Qeyûm 810 parsêl dan TUGVA'yê û ji bo Erdogan û Soylû jî 841 hezar lîre xerc kirin
09:36 Li Pira Malabadê liv û tevgera hechecîkan
09:35 Rojnamevan Yasûl ku hat berdan: Çalakiyên li derve hêzê li girtiyên di grevê de peyda dike
09:33 'Ne gotin, berxwedan watedar e'
09:32 Polîsê gundî îşkence kirin beraat kir!
09:31 Hevjîna girtiyê di greva birçîbûnê de: Hûn dikarin bi dewlet gav bidin avêtin
09:31 Piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne: Em ê bi ser bikevin
09:30 Mîhrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
09:24 Li Amedê 'Sempozyûma Mîmartiyê û Bajêr'
09:24 Bavê Rahşan a 120 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ez ê li her derî dengê xwe bilind bikim
09:08 Leyla Guven 168 rojin di greva birçîbûnê deye
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2019'AN
23/04/2019
17:04 Buldan: Ji bo ku neheqî bi dawî bibin Leyla Guven di greva birçîbûnê deye
15:04 Daxuyaniya xizmên girtiyan a li Amedê asteng kirin
14:35 Rêxistinên Elewî Leyla Guven ziyaret kirin
14:06 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:43 Rewşa 2 girtiyan nebaş bûye
13:09 Li Wanê çalakiya grevê koma 5'emîn dewr girt
13:07 Ji bo xwarin û çerezê wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL hat xerckirin
12:54 Ji bo ‘îcraetên’ qeyûmê Cizîrê Komîsyona lêkolînê daxwaz kir
12:36 Li Êlihê polîsan mudaxeleyî çalakiya malbatan kir: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
12:35 Wisan temaşeyî 23’yê Nîsanê kir
11:33 Hevdîtina parêzeran ên bi çalakgeran re sînordar kirin
11:28 'Ji ber ez bi kurmancî axivîm telefonê girtin’
11:04 Yavûz ê di greva birçîbûnê de êdî çavê wî yê rastê nabîne
10:56 Derî şikandin, lêdan û wî binçav kirin
10:52 Turkdogan: Em têkildarî çareseriya pirsgirêkê bi AKP’ê re axivîn
09:38 Li Gebzeyê dayik li ber xwe didin: Hûn dizanin dayikbûn hestek çawa ye?
09:26 Alav û mala wî ya kerpîç ji ber barîna zêde zirar dîtin
09:21 Guven 167 rojin berxwedana xwe didomîne
09:17 ‘Bi grevên birçîbûnê bang li edaletê dikin'
09:16 'Kesên li benda mirina bi hezaran mirovî ne bila nebêjin em mirov in'
09:15 Girtiyê 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, êdî ji sedî 80 çavên wî nabînin
09:14 Piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne
09:14 Bijîşk girtiyên di greva birçîbûnê de kontrol nakin
09:13 Li Şirnexê ciwan di hedefê dene!
09:12 'Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe'
09:12 Bavê ku cezayê muebetê li du kurên wî hatiye birîn: Kesên nabin hevparên vî sûcî li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2019'AN
22/04/2019
20:22 Li Stenbolê jin li dor grevên birçîbûnê bûn xelek
16:32 Kesê kulm li Kiliçdaroglu xist, hat girtin
16:25 Girtiyê 108 roj in di grevê de ye sewq kirin
16:18 Baroya Riha derbarê polîsên tundî li dayikan kirin de serlêdana sûc kirin
16:17 Ji bo greva birçîbûnê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin