Buldan û Temellî Şaredariya Wanê ziyaret kirin: Qeyûman bi milyonan pere xwarin e

  • rojane
  • 16:57 28 Nîsan 2019
  • |
img
WAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li Wanê bang kirin ku her kes li ser îtîfaqa demokrasiyê bigihîjin hev. Hevserokan got qeyûmên li Wanê bi milyonan TL pere xwarin e û xerc kirine. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û hevşaredaran pîroz kirin. Di serdanê de hevserokan li ber şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Ewil Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û got: "Qeyûm 1 milyar û 108 milyon, 556 hezar deyn li pey xwe hiştiye." 
 
'EM DADMENDIYÊ DIXWAZIN'
 
Pişt re Hevserok Sezaî Temellî axivî û bal kişande ser tecrîdê û got: ''Me 31'ê Adarê bersiva herî xweş da wan ên ku ev 4 sal in welat mehkûmî tecrîdê kirin. Me got, ''bila dawî li tecrîdê were''. Ev  4 sal in tecrîda mitleq a li ser Rêzdar Ocalan ev welat tecrîd kiriye. Em dema ku dixwazin rêya demokrasî û aştiyê vekin, em dadmendiyê dixwazin. Em weke Leyla Guven dadmendiyê dixwazin. Weke bi hezaran girtiyên li girtîgehan. Weke hevrêyên me yên li Hewlêr û Strasboûrgê.''
 
'DEMILDEST TECRÎDÊ BIDAWÎ BIKIN'
 
Temellî çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bi bîr xist û wiha got: "Rewş xeterdar bûye. Ez bang li Wezareta Dadê dikim. Gavek berê gavekê dawî li tecrîda girankirî bînin. Bila Rêzdar Ocalan bi pergal malbat û parêzeran bibîne. Ji roja ku vê tecrîdê des pê kiriye û vir ve, her roj we ev welat mehkûmî bêdadiyeke dî kir.''
 
BANGA TIFAQA DEMOKRASIYÊ KIR
 
Temellî bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, sendîkayan kir ku li dijî Rewşa Awarte, pergala qeyûm rabin û got: ''Em bang dikin ku li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Hewcehiya me bi lezginî bi demokrasiyê heye, hewcehiya me bi lezgînî pê heye ku em dawî li pergala tecrîdê bîni.''
 
'YSK BILA JI NEHIQÛQIYÊ VEGERE'
 
Temellî desteserkirina hin şaredariyên Kurdistanê yên bi destê YSK'ê bi bîr xist û got: ''Şaredariyên ku hattine desteserkirin bidin gel, bidin nûnerê wan. Hûn dikarin vê bikin.''
 
'QEDAYÎF Û ÇEREZ KERAFÎ VE LI WE' 
 
Temellî têkildarî talan û deynên qeyûman jî axivî û wiha got: ''Tiştekî ku em veşêrin tine. Şaredarên me yên dema bihurî girtî ne, hûn nikarin sûcê wan ê bi qirûşekî bibînin, dema qeyûm a 29 meh in, dema sûc e. Em careke dî dibêjin, werin dema bihurî kontrol bikin, werin her roj kontrol bikin. Li Wanê milyarek û 108 milyon TL deyn li pey xwe hiştin. Li Amedê tonek û 600 kîlo qedayîf xwarin e. Li Mêrdînê jî 2 milyon TL çerez xwarine. Li van deran bi milyaran pere xwarine. Ne helalbe û kerafî ve li we."
 
'WERIN EM DAWÎ LI PERGALA TALANÊ BÎNIN'
 
Temellî got ew ê şaredariyan bi gel re bi hev re rê ve bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Banga me ya tifaqa demokrasiyê banga xwedîderketina li gel e, banga xwedîderketina li aştiyê ye. Ji bo vê jî, werin em werin cem hev, dawî li vê pergala talanê bînin.''
 
'WÊ EV HEVDÎTIN RÊ LI BER AŞTIYÊ Û DADÊ VEKE' 
 
Hevserok Pervîn Buldan jî got: ''Yektî û bi hev re bûn divê bi çarçoweya demokrasiyê be. Beriya her tiştî divê tecrîd rabe. Leyla Guven, li girtîgehan girtî, li Ewropa û li cihanê bi hezaran kes bedena xwe dane ber birçîbûnê. Daxwaza wan meşrû ye. Ne hiqûqî ye ku mirov vê daxwazê nebîne. Careke dî em bang dikin. Bi lezgînî divê Rêzdar Ocalan bikaribe malbatê û parêzerê xwe bibîne. Ev hevdîtîn wê rê li aştiyê, demokrasiyê, dadê û hiqûqê veke. Li bara van daxwazan bêdeng nemînin.''
 
Piştî axaftinan pankartek ku hemû deynên şaredariyê lê nivîsandibû bi avahiya şaredariyê ve daliqandin. 
 
Buldan û Temellî piştî serdana şaredariyê derbasî avahiya HDP'ê bûn û çalakvanên greva birçîbûnê yên koma 6'emîn dewer girtibûn ziyaret kirin. 
 

Sernavên din

29/04/2019
10:43 Ocalan ji Nesrîn Akgul a ku dikeve rojiya mirinê re name şandibû
10:40 Ekmez ê 126 rojin di greva birçîbûnê deye: Deng bidin dengê me
10:04 6 kes li Dîlokê hatin binçavkirin
09:58 Li Amedê rojeva 1’ê Gulanê krîza aborî û grevên birçîbûnê ne
09:20 Girtiyên siyasî dest bi "Rojiya mirinê" dikin
09:14 Rojan dijmêre ku heya kurê wê lê digere
09:12 Qeyûm bi polîsê ji tacîzê dihat lêpirsînkirin re xebitî
09:12 'DAIŞ’ê kurê min kuşt, mala çêkir şewitandin û gora wî cara 6’an rûxandin’
09:11 Bariş: Daxwaza îmzevanan azadiya Ocalan e
09:09 Mamosteya hat îxrackirin: Ji bo siberoja me ez ê biçim 1’ê Gulanê
09:09 Ji ber navê ‘Kurdistan’ doz li karsazan hat vekirin
09:08 Jin dê bi laçikên xwe yên spî beşdarî 1’ê Gulanê bibin
09:07 Mexdûrên KHK'ê dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2019'AN
08:54 Çalakiya Leyla Guven di roja 173'yemîn de ye
08:19 Di Mihrîcana Şanoyê de ruhê Amed û Mahabadê bû yek
28/04/2019
17:11 Jinan li Bircên Amedê pankart daliqandin
16:57 Buldan û Temellî Şaredariya Wanê ziyaret kirin: Qeyûman bi milyonan pere xwarin e
16:52 Îşçî: Divê demildest hevdîtin li Îmrali dest pê bikin
16:18 Amedspor bi pankarta ‘Zarok bêdeng bibe jî tu bêdeng nebe’ daket sehayê
15:25 ‘Hûn me binçav bikin jî û bikujin jî em ê werin vir’
15:09 Hiqûqnasê Filîstînî Hassan: Leyla Guven hêz da min
14:46 Qurbaniyên 1’ê Gulanê bibîr anîn û banga 1’ê Gulanê kirin
14:36 Gotin ‘êdî bes e’ û dest bi çalakiya nobetê kirin
13:34 Şentop bersiv da banga ‘Divê Şentop, Leyla Guven ziyaret bike
13:15 Li Hezexê Cejna Nuhumo hat pîrozkirin
11:48 Ciwanên HDP’î di çavdêriya polîsan de çûn seyranê
11:29 Girava Axtamarayê bi rengên biharê xemilî
09:41 Çalakiya rûniştinê ya li Esenyurtê di roja 4’emîn de dewam kir
09:03 Mizrakli: Ji niha û pê ve divê em ji bo karê xwe tevbigerin
09:02 Şahidê 1'ê Gulana 1977'an Ûzûner: Kitana xwe ya spî girêde û were
09:02 Gergerlîoglû: Îktîdar rejîma KHK'yan ava kiriye
09:02 Piştî 4 salan wê li Şirnexê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin
09:01 Hewldana 78'an: Em bibin dengê vî dengî
09:01 'Heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike'
09:00 Pirtûka Rênas Mûsa ya li ser Kobaniyê derket
09:00 Sedemeke îstismarkirina zarokan jî şideta ku empozeyî civakê tê kirin
09:00 ‘Ji bo biratiya gelên Tirkiyeyê bibe dengê grevên birçîbûnê'
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2019'AN
08:17 Çalakiya Leyla Guven di roja 172'yemîn de ye
27/04/2019
17:25 ‘Dest ji tundiya polîsan a li dijî dayikan berdin'
16:53 Ji bo Leyla Guven ji mirovan zincîr çêkirin
16:24 Xizmên girtiyan li Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kirin
15:27 Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Gunduz hat berdan
15:14 Li Gebze dayik bi erdê re kaş kirin
14:25 Li Wanê, 1’ê Gulanê dê li Parka Mûsa Anter bê pîrozkirin
14:04 3 kes li Misirçê hatin girtin
13:50 Dayikên Şemiyê: Emê dest ji daxwaza edaletê bernedin
12:58 Operasyona li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Hînê bi dawî bû
12:36 Li Nisêbînê ciwanek li ber mala xwe hat kuştin
12:29 Ayşe Îlyan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
11:47 ‘Heya ku berxwedana me bigihêje armaca xwe emê têbikoşin’
11:08 Mîhrîcana Şanoya Amedê bi lîstika ‘Tenê Ez’ destpê kir
10:33 Polîsan mudaxileyê çalakgerên li Rêxistina Efûyê kirin: 20 kes binçav kirin
10:19 ‘Îfadeya erdnîgariya Kurd 'qebe û birînkirin’ hat dîtin
09:39 Wê polîsê ku Mazlûm ê 16 salî kuşt ji nû ve bê darizandin
09:36 Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan a li Qada Esenyûrt dê dewam bike
09:21 Qeyûm Mala Dengbêj a Botanê terkî qedera wê kir
09:18 Darizandina Rîkarê efrînî şiband Josef K.
09:18 Sazî bi sazî digerin û bal dikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê
09:17 Xwendekara hat revandin: Min revandin û gef li min xwarin
09:16 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye'
09:05 'Wê bi aştiyê krîza aborî hel bibe'
09:03 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Xewa birîndara tê, lê xewa birçiyan nayê
09:01 Eseserd: Divê Şam mafê Kurdan bi qanûnan mîsoger bike
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2019'AN
08:19 Çalakiya Leyla Guven di roja 171'an deye
26/04/2019
20:40 Di Meşa Şoreşê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
20:21 YSK'ê mazbataya 4 endamên meclîsê ji wan stend
20:16 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:47 Ji Bûldanê ji bo jinên başûrî: Qedera kurdan dişibe hev
16:40 Li Geverê cara 6’emîn goristan hat rûxandin
16:17 ‘Tahîr Elçî bi plankirî û qestî hat kuştin’
15:49 'Li şûna hûn polîsan datînin pêşiya me hiqûqê pêk bînin’
15:45 ÎHD: Li girtîgehên Herêma Marmara di 3 mehan de 713 bin pê kirin rû dan
15:35 Li Îzmîrê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
15:33 Jinên Herêma Federe ya Kurdistanê Leyla Guven ziyaret kirin
15:10 Walîtiya Amedê rê li Buldan û Temellî girt
15:03 Girtiyên li Kirikkaleyê xwestin gel deng bide çalakiya wan
14:48 Li Wanê koma 6’emîn çalakî dewr girt
14:42 ‘Divê Dadgehên Pispor ji bo dozên zarokan bên avakirin’
14:37 Parêzerê Lîderê FHKC’ê: Leyla Guven jinek bi hêz e
13:26 Etîketa #LeylayaElVer di rojeva welat de cih girt
13:19 Beriya festîvalê gora derhêner Yalçinkaya ziyaret kirin
12:30 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:29 'Stêrkên biriqî yên li asîman zêde dibin’
12:15 Kibriye Evren a di grevê de ye nikare derkeve hevdîtinê
11:41 Welatiyên Taxa Kanarya: Heya ku em encam bigirin emê neçin malên xwe
11:29 Bîlgen: Divê ku ser vê helwesta payebilind neyê niximandin
10:07 HDK dê di 1’ê Gulanê de li dijî tecrîdê li qadan bin
10:01 Qeyûm di Şaredariya Dêrikê de 5 quriş jî nehiştiye!
10:00 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:47 Bostan: Divê gava ewil a îtîfaqa Tirkiyeyê ji bo grevên birçîbûnê be
09:22 Dr. Abdullah Hemed: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina azadiya gelan e
09:22 14 girtiyên 112 roj in di greva birçîbûnê de ne li ber mirinê ne
09:21 Girtiyê di greva birçîbûnê de ku 2 caran wî rakirin nexweşxanê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
09:20 'Bêdengî me dikuje'
09:19 Girtiyê 132 roj in di greva birçîbûnê de, bûye 43 kîlo
09:18 Wê li 81 bajarî 1'ê Gulanê pîroz bikin
09:13 Berdevkê HDK'ê Şenoglû: Ên hesin sincirandin nikarin sar bikin