Jinên li Mêrdînê gihiştin hev xwestin Uysaler bê girtin

  • jin
  • 14:27 16 Gulan 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Jinên ji çar aliyê Tirkiye li Mêrdîn kom bûn, xwestin polîs Ercan Uysaler ê di serdema kayyumê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de bi armanca jinên di şaredariyê de dixebitin sewqî fihûşê bike tora fihûşê ava kir, bê girtin û cezakirin. 

 
Di serdema Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de Polîs Ercan Uysaler, wekî Midûrê Çavkaniyên Mirov tayînî Kent A.Ş.’kirin. Derket holê ku Uysaler li gel Çawîşê pispor ê berê û Midûrê Serokatiya Daîreya Agirkujê E.I. tora fuhuşê ava kirine. Jin, bi armanca der barê mijarê de serlêdana sûc bikin û şopdarê dozê bin ji çar aliyen Tirkiye hatin Mêrdînê. Li ber deriyê Edliya Mêrdînê li ser navê jinan Hevseroka Giştî ya ÎHD Eren Keskin, daxuyanî da. Li ser navê saziyan parêzera Baroya Mêrdînê Endama Platforma Jinan a Şahmeran  a Mêrdînê Jiyan Abdussametoglu  daxuyanî da. 
 
‘BÛYER ORGANÎZASYONEK BI RÊXISTIN E’ 
 
Jiyan Abdussametoglu, diyar kir ku karmendê polîs Uysaler hêza erka xwe ya cemaweriyê bikar aniye û wiha axivî: "Bi soza ku karekî baştir bide xebatkarên jin ên heman şîrketê aşeker tacîz kiriye. Bi vê soza karê baş rê li pêş fihûşa jinên karker vekiriye. Di qeydên derketin holê de xuya ye ku bûyer berfireh, bi rêxistin û organizasyon e. Gelek delîl û daneyên ku gelek jinên din jî ketine nava vê torê hene. Vê bûyera ku di çapemeniyê de belav bû, nîşan da ku bûyerên di 5 salên dawî de encama polîtikayên şerê taybet e. Li Kurdistanê piştî qeyûm tayîni 97  şaredariyan kir, saziyên jinan hatin girtin û hundirê van saziyan vala kirin. Jinên bi KHK’ê hatin dûrxistin avêtin saziyên cuda. Bi awayekî cuda rastî tacîzê hatin. Mafê wan xezp kirin." 
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ WÊ BIN
 
Abdusametoglu, destnişan kir ku jinên bi qeyda deng li dozgeriyê serlêdana sûc kir xwedî wêrekiyek gelek mezin in û wiha berdewam kir: "Em hevrêya xwe ya jin ji ber vê wêrekî û sekna wê pîroz dikin û hembêz dikin. Em hatin piştgiriyê bidin wê. Ji bo em nîşan bidin ku polîtîkayên qesrê, polîtîkayên şer û tecrîdê, gefên wan nikarin me têk bibin em hatin vir. Em hemû meclîs, sazî û rêxistinên jinan ên Kurdistanê ji bo em li dijî van polîtikayan têkoşîne bilind bikin em li vir in. Em li vir li Edliyeya Mêrdînê serlêdana sûc dikin. Em ê li gel hevrêya me ya jin bin û şopdarê  doza wê bin. " 
 
KESKÎN SALÊN 90’Î BIBÎR XIST
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku di nava kar û xebatê de mexdûra yekemîn jin e û wiha axivî: “Di salên 90’î de li Kurdistanê şerekî pir dijwar û zêde hebû. Di nava herêman de herî zêde li Mêrdînê li dijî jinan tundî pêş ket. Di salên 90’an de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Şukran Aydin di fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Musa Çitil de rastî êrîşa tecawizê hat. Wê demê di serokatiya Musa Çitil de li dijî jinê êrîşa zayendi pêş ket. Wê demê dewletê ev yek wekî projeyê pêş xist. Em dibînin ku di vê projeyê de guhertin tune ye. Herî dawî ji aliyê polîsê ku Qeyûm ew peywirdar kiriye ve hevala me ya jin rastî tacîza polîs hatiye." 
 
DIVÊ EV POLÎS BÊ GIRTIN
 
Keskîn xwest polîs Uysaler bê girtin û wiha bi dawî kir: "Hêj Uysaler li ser karê xwe ye. Ev yek hayê qebûlkirin. Divê bê girtin û girtî bê darizandin. Li şûna polîs îro hevala me ya jin di bin zextan de ye. Em ê heta dawî li pişt hevala xwe ya jin bin û mafê wê biparêzin." 
 
 
GOKKAN: WÊ QEYÛM HESABÊ VÊ YEKÊ BIDIN
 
Aktdîvîsta TJA  Ayşe Gokkan  jî anî ziman ku jin li dijî hemû cureyên tundiyê têdikoşin û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven îro li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Em dibînin ku tecrîdkirina Ocalan li ser hemû beşê civakê heye. Ger ku îro qeyûm tayînî şaredaiyan nekiribûna jî disa wê ev tacîz û tecawiz pêş bixistana. Li Merdînê navê şerê dane destpêkirin “kayyum” e. Navê vî şerê taybet Qeyûm e. em dibêjin qeyûm wê di nava vê qirêjiyê de bifetisin û wê hesabê wê bidin." 
 
Jinan piştî daxuyaniyê bi dirûşmeya “Jin, jîyan, azadî” derbasî avahiya Edliyê bûn û der barê polîs Uysaler de serlêdana sûc kirin. 
 
SAZIYÊN TEV LI DAXUYANIYÊ  BÛN 
 
OHD, Komeleya Jinan a Rosa Platforma Jinan a Şahmeran, ÎHD, Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafên Jinan a Baroya Amedê, Meclisa Jinan a HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a KESK'ê, Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM), Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Hevaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Figen Altindag,  Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Şaredara Qoserê Nilufer Elik Yılmaz, Şaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Nisebînê Semire Nergiz amade bûn. 
 
 
 

Sernavên din

16/05/2019
15:55 Malbatên li Gebze çalakî pêk anîn: Çareserî Îmraliye
15:33 Wezîrê Dadê Gul: Qedexeya li ser parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin
15:29 ‘Em ê her tim li pişt zarokên xwe bin’
14:40 Çalakiyên malbatan ên ji bo grevên birçîbûnê didomin
14:27 Jinên li Mêrdînê gihiştin hev xwestin Uysaler bê girtin
14:17 Pêşî ji bo Leyla paşê jî ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne
14:16 Dayikên bi zarokên xwe re hevdîtin kirin: Êdî tecrîdê rakin
13:47 Midûr Ercan Înceler ê hat îdîakirin ku ‘îşkencekare’ di rojava Meclîsê de ye
13:45 Dayikan ligel mudaxaleya polisan jî çalakiya xwe domandin
13:37 Têkildarî Nîhat Hatîpoglû û ATV’ê serlêdana sûc
13:29 Xelata Arjen Arî dan helbesta "Radîşo" a Murat Oruç
13:19 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
12:49 Di îhaleyên dema qeyûm de nelirêtî kirin: Ji bo Seroka Daîreyê bîlgîseyar diyarî kirin
12:25 SES: Bi pergala mulakatê dixwazin kesên nêzî îktîdarê di kar de bi cih bikin
12:15 Leşkeran pêyê xwe da ser cenazeyan û poz dan
12:05 Dadgehê biryar da ku biryara girtina Hatîp Dîcle dewam bike
11:48 Di doza Medenî Yildirim de, rapora ku TRT’ê amade nekir ji TUBÎTAK’ê hat xwestin
11:20 Qeymeqamê Dêrikê hêj jî xwe qeyûm dihesibîn!
11:08 Astengdarên Wanê di nava astengiyan de dijîn
10:39 Parqa Koşûyolûyê 11 roj in di tecrîdê de ye
10:26 Endamê HDP’ê yê meclîsa şaredariyê hat binçavkirin
10:20 Girtiya 86 rojin di greva birçîbûnê de, xwîn vedireşe
10:18 Çalakiya dayikên Laçik Spî ya li Meclîsê berdewam dike
10:03 ‘Heta tecrîd bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome'
09:43 Şermezarkirinên tecrîdê li Stenbolê didomin
09:10 Çalakgera rojiya mirinê: Em bi baweriyê xwe xwedî dikin
09:08 Guzel: Berprisiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ye
09:08 Zarok bûn hatin girtin: Duh li dijî îşkenceyê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:08 'Deklarasyona Ocalan, perspektîfa wekheviya gelan e'
09:07 Gunay: Hevdîtina 2'yê Gulanê bi saya berxwedana li girtîgehan e
09:07 ‘Me ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girt'
09:06 Li 13 parêzerên bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê lêpirsîn vekirin
09:06 Şûreya Dewletê biryara tazmînatê ya Ceylan Onkol xera kir
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2019'AN
08:40 Leyla 190 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 17'an de ye
15/05/2019
19:38 Parlamenterê CHP’ê Bekaroglu: Tişta daxwaz dikin zagonî ye
18:26 Dayikan piştî têkoşîna 5 saetan barîkat şikandin
17:15 Li gel astengiyan jî malbatan nêzî Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn
16:55 Dayikan bi pirtûkên di destê xwe de bersiv dan gotina ‘cahil’
16:31 OHD: Li Girtîgeha Kandira lêgerînên keyfîn hene
16:17 Xizmên girtiyan li Mêrdîn bang kirin: Êdî bes e
15:41 10 kesên li Êlihê bal kişandin tecrîdkirina Ocalan hêj di bin çavan de ne
15:40 Li ser rola MÎT'ê ya di komkujiya Parîsê de lêpirsîn vebû
15:20 Dayik nobeta li meclîsê berdewam dikin: Dengê me bibhîzin
15:13 ‘Em meqamên berpirsyar vedixwînin çareseriyê’
15:11 Platforma Zimanê Kurdî: Divê em betir Kurdî jiyanî bikin
14:37 MEDÎ-DER bi 4 zimanan vebû
14:14 Polîsan HDP’iyên esnaf ziyaret dikirin binçav kirin
14:01 Cendirmeyan êrîşî malbatên li ber Girtîgeha Patnosê daxuyanî dan, kirin
13:39 Sarisaç têkildarî girtina saziyên kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê
13:38 Dayikên Wêranşarî xwestin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin
13:28 Rojnameger Taşkin ji 'propaganda' ceza xwar ji ‘endamtiyê' jî beraat kir
13:16 Walîtiya Bedlîsê li 14 gundan derketina derve qedexe kir
13:15 Jinan bang li tevlêbûna çalakiya ‘#JiBoJiyanaLaçikaSpî" kirin
12:52 Li Silopî jinek hat kuştin
12:34 Weşanên Aramê 6 pirtûk weşand
12:27 Dayikên li meclisê di çalakiyê de: Meclîs dikare bi biryarekê dawî li greva birçîbune bîne
11:50 Jinan berî danişîna Şûlê Çet: Em edaleta rast dixwazin
11:44 TUSÎAD: Divê berê pergala hiqûq û edaletê rast bibe
11:17 Di salekê de milyon û 376 hezar kesên din bê kar man
11:09 Hunermendan bang kirin: Ji bo kes nemire gavan bavêjin
10:47 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
10:46 Dayikan şeva xwe li Meclîsê derbas kirin
10:41 HDP: Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be
10:32 ‘Deng derxînin ku tabût ji girtîgehan dernekevin’
10:26 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî kirin hucreyên yek kesî
10:14 Derhêner Dîren: Em dikarin her malekê bikin dibistanek û tecrida ziman bişkînin
10:10 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Rewşa koma destpêkê xerab dibe
09:49 ‘Em ji zarokên xwe û ji Ocalan qut nabin’
09:13 Hatîp Dîcle: Ocalan ji bo Rojhilata Navîn demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike
09:12 Parêzera Ocalan Tûrgût: Grevên birçîbûnê deriyên Îmraliyê vekirin
09:11 Piştî 76 rojan kurê xwe yê di greva birçîbûnê de dît
09:11 Işik ê HDP'î: Polîtîkaya çareseriya demokratîk a Ocalan wê bi her kesî bide qezenckirin
09:10 Ceyhan ê di rojiya mirinê de: Wekî bavê min gotî, berxwedan jiyan e
09:09 Li Girtîgeha Xarpêtê şekir û ava fêkiyan nadin çalakgeran
09:09 '76 roj in kurê min birçî ye, kezeba min dişewite'
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2019'AN
08:16 Berxwedana Guven di roja 189'an û rojiya mirinê jî di roja 16'an de didomin
14/05/2019
23:08 Bi Laçikên spî meşiyan
19:38 Dayikên li Meclîsê rûniştin bi Serokê Meclîsê Şentop re hevdîtin kirin
18:53 Dayikan ji Cizîrê bang kirin. Em destê aştiyê dirêjî hev bikin
18:26 Welatî Ozdemîr li Silêmaniyê dest bi rojiya mirinê kir
17:51 Wekîlên HDP'ê dest danîn ser Kursiya Meclîsê
17:31 Ji MNG Kargoyê daxuyanî
16:46 Dayikan ji Rihayê bang kirin: Ger kevirê sebra me biteqe hûnê nekarin piya me bigirin.
16:45 Milê Parlamentera HDP'ê Uca ku polisan derb kir xistin alçiyê
16:35 Dayik û bavê çalakgerê greva birçîbûnê rakirin nexweşxaneyê
16:08 Kiliçdaroglû: Dayikên li girtîgehan ji bo ku zarokên wan nemirin radiwestin çov dikin
15:33 Dayik di roja 14'an de dorpêça polîsan şikandin û li Parka Koşuyolu kom bûn
15:08 Piştî 6 salan ji bo doza Şahîn Oner biryara keşfê
14:49 Li Antalya di serdegirtinên malan de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin
14:34 Cenazeyê Gul li Dersimê hat definkirin
14:28 Dayikan li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:52 ‘Pêwîstiyên girtiyên di grevê de nayên pêşwazîkirin’
13:51 Malbatên girtiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn: Tecrîdê rakin
13:43 Buldan: Wê her tişt muhteşem be
13:34 Li Îzmîrê ji 11 HDP’iyên hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin
13:24 Banga boykotkirina MNG Kargoyê hat kirin
13:13 HDP’iyê hat berdan li malê greva xwe ya birçîbûnê dewam dike
12:40 13 kes li Wêranşarê hatin binçavkirin