Koordînasyona Krîz û Şandeya Şopandinê: Bi hinceta cejnê sewq rawestandin

  • rojane
  • 15:24 31 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL - Koordînasyona Krîzê û Şandeya Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê, rapora derbarê  greva birçîbûnê ya piştî banga Ocalan bi dawî bûn de amade kiribû, parvekir û got: "Ev 6 rojin bi tu awayê pêşketin çênebûne û bi hinceta cejnê sewqên girtiyan hatine rawestandin."

Koodînasyona Krîzê ya Marmar û Şendeya Şopandina Grevên Birçîbûnê, rapora derbarê çalakiya grevên birçîbûnê ya piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû de amade kir, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di civîna çapemeniyê de ji raya giştî re aşkere kir. Di civînê de pankarta "Divê mafê şopandina hiqûqî û bijîşkî ya çalakgerên greva birçîbûnê bê nasîn" hat  daliqandin.
 
 
KOÇYÎGÎT: CEJN NABE BIBE HINCET
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civînê de axivî û diyar kir, bi qasî dema greva birçîbûnê pêvajoya piştî wê jî girîng e. Koçyîgît, bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgeran û wiha got: "Li gorî agahiyên gihîştine me, ev pêvajo baş nayê birêvebirin û wezaretê amadekariyek di vî warî de nekiriye û xwe ji hevkariyê re girtiye."
 
Koçyîgît, nêzîkatiyên rêveberiyên girtîgehan ên li dijî girtiyan nirxand û wiha bilêv kir: "Di dema cejnê de divê revîr vekirî be. Di asta pêwîst de personel amade bin. Divê ji bo rewşeke lezgîn û sewqkirinê amadekarî timî hebe. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. 3 mehên destpêkê gelekî krîtîk in. Kantîn divê di dema cejnê de vekirî be." Koçyîgît anî ziman, li gelek deveran girtî bi hinceta betlaneya cejnê nayên veguhastin û destnîşan kir, nabe ku cejn bibe hincet."
 
YOLERÎ: HIN HENE HÎN DOKTOR NEDÎTINE
 
Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî, diyar kir ku hin girtî hene hîn doktor nedîtine û got, "Ev yek tê wateya binpêkirina mafê tedawî û tenduristiyê. Em dixwazin ev yek tavilê bê sererastkirin. Em destnîşan dikin, derengxistina tedawiyê di serî de mafê jiyanê dikare rê li ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê veke. Ji tecrûbeyên grevên birçîbûnê yên salên 1996 û 2000'î em zanin ku 2 an jî 3 mehên piştre dikare rê li ber pirsgirêkan veke. Em bang li wezaretê, rêveberiya girtîgehan û rayedarên dewletê dikin: Berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bêyî cihêkariyê divê mafên girtiyan ji wan re bên naskirin. Raya giştî ya demokratîk jî divê bi hesasiyet vê pêvajoyê bişopîne."
 
EKMEZ: LI PROTOKOLÊ NAYÊ
 
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez jî got, piştî greva birçîbûnê pêvajoya xwarin û vexwarinê krîtîk e, pêvajoya ji şopandina greva birçîbûnê girîngtir e û diyar kir Wezareta Tendiristî û Dadmendiyê ber bi danûstandinê naye. Ekmez got, şopandina piştî greva birçîbûnê girîng e, divê ji hêla komeke pispor ve ku di nav de norolog, daxîlîyekar, diyetîsyen û metabolîzmayê ve were rêvebirin lê agahiyên ku ji girtîgehan tên nîşan dide ku ev kontrol nayên kirin, xwarinên her carê didin girtiyan û girtî ji nav van ên ku dikarin bixwin, dixwin. Ekmez her wiha diyar kir Wezareta Tendiristiyê prokolê bi cih nayîne.''
 
ERGÛL: DEWLET HÊ JÎ LI GORÎ YASAYÊN XWE NAÇE
 
Yek ji parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergûl jî got, ''Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ew bû ku Tirkiye yasayên xwe bi cih bîne. Grevkarên ku kirin Tirkiye li gorî yasayên xwe biçe niha dîsa, ji bo ku Tirkiye li gorî yasayên xwe naçe nikarin xwe bigihînin derfetên tendiristiyê. Tecrîd ehbû, li dijî tecrîdê kirin ku Tirkiye li gorî yasayên xwe biçe. ''
 
'HIŞYARIYA 'NEXWEŞIYÊN MAYINDE'
 
Serokê Şûbeya Anatoliyê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal (SES) Erdal Guzel jî got, ''Di nav 3 mehan de heke mudahele neyê kirin, wê nexweşiyên giran li 3 hezar girtiyan peyda bibin. Ev ji bo wijdanê me tiştekî hewce ye.''
 
JI RAPORÊ
 
Piştî axaftinan de rapora ku hatî hazirkini bi raya giştî re hate parvekirin. Di raporê de ya bi dîroka 26-31'ê Gulanê de hate gotin li gorî hevdîtinên ku hatin kirin li nexweşxaneyan ti hazirî nehatine kirin û gotine, heta ku ji Wezaretê ferman neyê, wê ti haziriyê jî nekin û Wezaretê ti fermanek nedaye. Di raporê de her wiha hate gotin piştî greva birçîbûnê ya domdirê heke neyên tedawîkirin, nikaribin rast bixwin û vexwin, mirin jî di nav de rîskeke zêde heye ku nexweşiyên giran li girtiyan peyda bibin û ji bo lezgîniya rewşê vebêjin û haziriyên hewce werin kirin wan daxwaz kirine ku bi Walî û rayedarên wezaretê re hev bibînin lê bersivek nedane dawazên wan, rayedaran an ew nedîtine û an jî rayedarên ku ew dîtine tenê guhdarî kirine.
 
Bi berdewamî hate gotin li gel ku 6 roj di ser qedandina greva birçîbûnê re derbas bûne jî, bi kelepçeyean mieyene têne kirin, bi rîngê girtiyan dibine nexweşane, li revîra nexweşxanê tedawî tênekirin û xwarinên ne guncan didin girtiyan. Herî dawî hate gotin gelek girtî ranekirine nexweşxanê, şopandina rojane bi dawî bûye tenê dema ku nexweşiyên giran çêdibin bi destûra rêveberiya girtîgehê wan dibine revîrê.

Sernavên din

01/06/2019
09:15 Dadgehê li rojnamevanê jiyana xwe ji dest da ceza birî
09:14 Endamên meclîsa şaredariyê yên hatin derbkirin wê gilî bikin
09:13 Li Edeneyê polîs gefan li ciwanan dixwin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2019'AN
31/05/2019
16:46 Hemû daxwazên parêzeran a doza Sakçi yê got 'Em kurdin' û hat kuştin red kirin
16:40 Îmam Şîş: Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn
15:40 Ekîn Ceren hat bibîranîn
15:24 Koordînasyona Krîz û Şandeya Şopandinê: Bi hinceta cejnê sewq rawestandin
15:19 Endamên Meclisa Şaredariya Dersimê: Daxwaza gel e
14:33 Di nîqaşa tabelayê de ji Dersimê bertek : Tûncelî navê komkujiyê
14:07 TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiyê
13:53 Di Doza Panzêrê de mutalaa hat dayîn: Gotinên derbarê midurê polisan de derbasî girtekan nekirin
13:30 Mexdûrên îşkencê ji Erdogan re gotin: Ma me îşkence li xwe kiriye?
12:18 Beştaş: Li şûna reformê pêwistî bi guherîna qanûnê ya şênber heye
12:10 'Tirkiye di şerê navxweyî yê Lîbya de aligire!'
11:38 Li Amedê kesek hat girtin
11:24 Turkdogan: Têjekirina naveroka reformê em ê li Meclisê bibînin
10:03 Hdp’ê li Amedê fitar da
09:42 Li Sîlopî ciwanan bal kişandin ser tiryak û fihûşê
09:35 Meclîsa Bajarê Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne
09:11 Tîryakî: Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe
09:10 Dayikên Laçik spî: Heta tecrîd bi temamî bê şikandin em ê li ber xwe bidin
09:10 Kiryar tên berdan, mexdûr dimirin
09:08 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne!
09:07 Dayikên girtiyan: Şikandina tecrîdê pir girîng e, armanca sereke azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
08:33 Mufetîş ji bo îfade bidin bangî endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê kir
30/05/2019
17:03 Strana 'Bewar' gihîşt guhdarvanan
15:55 Jinên Wanî: Emê li dijî tecawî dengê xwe bilind bikin
15:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê TÎS'ê îmze kir
15:34 Ji polîsê bersûc ê rû bi rû ketin re pirsa ‘Qatîl! Te çima kuşt? kir
14:43 Li Bandirmayê girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin
14:37 14 Çalakgerên grevê ji nexweşxaneyan hatin derxistin
14:27 Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir
14:23 Rojnameger Filîz Zeyrek tehliye bû
14:20 Başaran: Em bi nêzîkatiyên jiyana girtiyan dixin talokê re rû bi rû ne
13:59 Parêzerên Ocalan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin
13:49 HDP'ê derbkirina belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan bir Meclisê
13:36 Li Kurkçulerê girtî nayin derman kirin
13:07 Rojnameger Çetîn Kûrşûn 3 sal ceza girt û tehliye bû
12:27 OHD'ê ji bo girtiyên ranakin nexweşxaneyê serî li AYM'ê da
12:26 Li Oltû girtî ji nexweşxanê derxistin
12:08 Li Qeyseriyê piştî serûm dan girtiyan rewşa wan xerab bû
12:03 HDP: Çareserî ne operasyon muzakereyên demokratîk in
11:23 Aqûbeta 3 hezar Êzidiyan nayê zanîn
11:23 Cenazeyê xwendekarê ku şiqitibû çem hat dîtin
11:07 Ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê civîna "Ewlehiya Rojhilata Navîn"
10:58 Di doza panzerê de parastin temam bû, li bendê ye dozger mutalaa bide
10:40 Bîlîcî: Xwedî li leşker û polîsên dîlgirtî dernakevin
09:51 Kurkçu: ‘Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e
09:38 Zaroka 5 salî ya rastî tecawizê hat bi birîndarî hat dîtin
09:18 Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe
09:17 Wezaretê destûr da, lê dadgehê got sûc e
09:17 Wê Desteya Hakeman a Bilind biryara dawî ya ji bo TUPRAŞ'ê bide
09:16 Ji ber wêneyê şînê girt doz lê hat vekirin
09:15 Xweziya xwe bi cejnên berê tînin: Êdî kes şekirê cejnê jî nakire!
09:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Bangawaziya Ocalan ji bo îktîdar û gelên Tirkiyeyê şansek e
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2019'AN
29/05/2019
21:10 Der barê rojnamevan Kadrî Gursel de biryara tahliyeyê
16:25 Parlamenter tabûrcî bûn
16:14 Li Amedê 9 girtî tabûrcû bûn, tedawiya 27 girtiyan dewam dike
15:50 Li Sêrte çolterên 2 tax û 2 gundan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
15:49 Daxwaza rawestandina darizandina Leyla Guven hat red kirin
15:39 Operasyona leşkerî ya li Heskîfê bi dawî bû
15:16 Li Dersimê 6 zabita hatin binçavkirin
14:59 Malbatên leşker û polîsên dîlgirtîne li Meclîsê HDP û CHP ziyaret kirin
14:46 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga 'Rêbera tedawiyê pêk bînin' kir
14:36 Malbatên leşker û polîsên dil girtî: Êdî bila çareserî pêk bê!
13:26 Piştî peyama Ocalan bi moraltirin
13:20 28 kesên li Xelfetî hatibûn binçavkirin anîn edeliyê
13:05 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê: Rastiya sûcê dewletê nayê veşartin
12:45 Şaredariya Akdenîzê 227 karkerî ji Genel-İş'ê da îstifakirin
12:35 Li Pêrtaxê 4 kes hatin binçavkirin
12:34 Dadger ji parêzer re got: Dawa te pir kurte
12:21 Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn
12:10 UKB'ê paşde gav avêt: Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin
11:30 ‘Emê şanoyê mîna şoreşekê li kolan û koçeyan bigerînin’
10:52 ÎHD: Girtiyên greva birçîbûnê di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hiştin
10:30 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Divê wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi me re tevbigerin
09:15 Dayikên Laçik spî: Peyama Ocalan bû cihê hêviyê
09:14 Qeyûmê Cizîrê ji bo 'meaşê' xwe yê 15 rojan şaredarî da ber îcrayê
09:13 Midûra qeyûm amûr û alav li kamyonê bar kirin û birin
09:13 Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû
09:12 'Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me standin'
09:11 Keça wê li girtîgehek dine lê ew li Amedê nobetê digire
09:10 Ji ber destek dan çalakiyên greva birçîbûnê 51 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:09 Ji bo biçin zozanan, divê pêşî di lêpirsînê re derbas bibin
09:09 Dayika Zulkuf Gezen: Ez hatim ku mizginiyê bidim te
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2019'AN
28/05/2019
16:24 Girtî di bin kontrola 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî de tên tedawîkirin
15:52 Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de, ji bo bersûcan beraet xwestin
15:09 Girtiyên Siwêregê berî ku tedawiya wan temam bibe birin girtîgehê
14:49 Buldan: Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez muzakereyên demokratîke
14:32 Şahidê doza Rojnameger Ataman: Bêyî ku bixwînim beyanan îmze kir
13:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:50 ÎHD: Girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin
13:46 Li Rihayê niha jî ‘îşkenceya bêşop’
13:00 Li Dihê 2 kes hatin berdan
12:59 4 kes li Edenê hatin binçavkirin
12:51 Li Kalkandereyê 80 girtiyan greva birçîbûnê duh bi dawî kir