Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn

  • rojane
  • 09:05 4 Hezîran 2019
  • |
img
WAN - Dayikên Laçik Spî, ji bo "zarokên wan nemirin" çalakî li dar xistin. Lê belê ji ber van çalakiyan cezayê pereyî li wan hat birîn. Her wiha polîsan li hin dayikên ku tev li hin çalakiyan nebûne jî ceza birî. Dayikan, diyar kir ku ew ê vî cezayî nedin û gotin: "Divê ne li me, li kesên em bi erdê ve kişandin ceza bê birîn." 
 
Li Wanê, Dayikên Laçik Spî ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, di dîrokên cuda de tev li hin çalakiyan bibûn. Lê belê ji ber van çalakiyan li Hevserokên HDP'a Wanê Umît Dede û Yadîşen Karabûlak û gelek parêzeran bi hinceta "Qanûna Qebehatan" 320 lîre ceza hat birîn. Her wiha Midûriyeta Emniyetê ya Wanê li hin dayikan jî herkê 3 caran cezayê pereyî birî. Lê belê dayikan got ew ê vî cezayî nedin. 
 
JI BER ÇALAKIYA KU TEV LÊ NEBÛYE JÎ CEZA LÊ HAT BIRÎN! 
 
Dayik Zekiye Kaya ku 3 caran cezayê pereyî lê hatiye birîn, her çend tev li çalakiya 21'Ê Nîsanê ya li Kuçeya Hunerê nebûye jî 320 lîre ceza lê hatiye birîn. Kaya, bilêv kir ku di pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ji bo li girtîgehan kes nemire li parka li Kolana Mîllî Egemenlîkê rûniştine û got: "Ji bo kes nemire û ji bo edaletê em li wir bûn. Lê em tim bi qedexeyên walîtiyê re rû bi rû man. Me heqaret li tu kesî nekiriye. Berovajî vê polîs û cendirmeyan em tim tehm dane û em binçav kirine. Çi qas ceza dibirin bila bibirin, em dayik em ê tim doza aştî, edalet û azadiyê bikin. Me tu sûc nekiriye. Ji ber me s»c nekiriye jî em ê vî cezayî nedin. Ji ber van cezayan em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta azadî, edalet û aştî heyê vî welatî em ê bitêkoşin." 
 
'DIVÊ CEZA LI KESÊN EM BI ERDÊ VE KIŞANDIN BIHATANA BIRÎN' 
 
Dayik Kewê Işik jî anî ziman ku 320 lîre ceza lê hatiye birîn. Işik, bilêv kir ku di 30'yê Nîsanê de wexta wan li ber Girtîgeha Wanê daxuyanî daye cendirmeyan mudaxileyî wan kiriye û ew binçavkirine. Işik, got: "Me tim dişopandin. Wexta me dixwest em ji bo zarokên xwe alvêrê bikin û derdiketin derve em dişopandin. Edalet bi vî awayî nabe. Me tu sûc nekiriye. Me li qadan ji bo aştî û edaletê bang dikir. Me tim doza aştiyê kiriye. Divê ceza li kesên em binçavkirin û derb kirin bê birîn. Kitanên me yên spîr sembola aştiyê ne. Dilê me jî biq asî kitanên me spî ne. Emd ixwazin her kes li vî welatî bi awayekî aştiyane û birane bijî." 
 
‘EV ÇI EDALET E?' 
 
Dayika Aştiyê Hemê Akdogan a 80 salî ku di 30'yê Nîsanê de li ber Girtîgeha Wanê hat binçavkirin û paşê hat berdan jî, got: "Ez dayikeke 80 salî me. Aştiyê dixwazim. Ji bo zarokên me yên di greva birçîbûnê de nemirin ji bo edalet û aştiyê çûm ber girtîgehê. Cezayê îmzeyê û 320 lîre ceza li min birîn. Ev çi edalet e? Ez ê vî cezayî nedim. Û ez ê tim doza aştiyê bikim." 
 
Li dayik Hanîfe Kaçak jî du caran 320 lîre ceza hatiye birîn. Kaçak, got: "Ji bo zarokên me nemirin me ev çalakî li dar xistin. Ev ji bo dayikekê tişteke herî xwezayî ye. Divê ceza li kesên li ber girtîgehan em tahm dan û û em binçavkirin bê birîn. Em vê neheqiyê qebûl nakin." 
 
'ME AŞTÎ XWEST CEZA BIRÎN' 
 
Ayten Salgoz jî got: "Em aştiyê dixwazin lê ceza li me tê birîn. Ev biryar biryara AKP'ê ye. Lê belê hîn çend roj berê pakêta reforma ji bo edaletê hat aşkerekirin. Ka edalet? Ma edalet cezakirina dayikên aştiyê ye? Ev hemû lîstikên ji bo hilbijartina Stenbolê ne. Bang li hemû kurdên xwedî wijdan û demokrat dikim. Kî ehlê aştî, demokrasî û edaletê be raya xwe bidin wî. Ji bo aştî bê vî welatî çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
MA / Cemil Ugur
 

Sernavên din

04/06/2019
10:54 ‘Vedat Aydin tu carî teslîm nebû’
10:51 Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
10:33 Mêr li Tarsusê jinek kuşt
10:27 Li Xakurkê çi dibe?
10:19 Ji ber deynan întîxar kir
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike
09:13 Li Şirnexê endamê meclîsê yê HDP'î ji peywirê hat dûrxistin
09:12 ÎHD: Girtî bi awayekî sûkî hatin muayenekirin
09:10 ‘Ji ber doz dirêj didomin û polîtîkaya bêcezatiyê, rê li ber cinayetên nû tê vekirin'
09:08 TEV-DEM: Ocalan zemîna diyalig û muzakereyê afirand
09:06 Încîn: Li Herêma Egeyê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin
09:05 Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn
09:03 'Heta aştî nebe rewşa aboriyê baş nebe'
09:01 Bi kenê xwe losemî têk bir
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2019'AN
03/06/2019
18:52 Baroya Rihayê: 4 sal in bi rêk û pêk îşkenceyê dikin
18:12 HDP’iyan goristan ziyaret kirin
17:20 'Cejn hat em nikarin cilan ji zarokên xwe re bistînin'
16:31 Hevşaredar Mizrakli: Her cihek pergala zindî û xwezayek wê heye
15:53 Sewqa girtiyên li Bandirma hiştin piştî cejnê
15:45 KESK'ê têkildarî îstîsmara jin û zarokan daxuyanî dan
15:37 Rojnameger Nurcan Baysal hat berdan
14:28 Bûldan, Karay û Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Mamosteyê ku tecawîzê xwendekareka kir hat girtin
14:01 ÎOP ji Ocalan, Erdogan, Kiliçdaroglû û Demîrtaş name şandin
13:40 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş ê mehek temenê wî mayî, mehek şûnde randevû birî
13:05 Wesayîta eskerî qeza kir: 19 esker birîndar bûn
11:58 Rojnameger Nurcan Baysal binçav kirin
11:43 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Licê bombe kir
11:14 Evran: Zirarên operasyona derveyî sînor dê mezin bin
11:02 Malbat ji bo di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Xizmên windayan: Di cejnê de gorek me ya em ziyaret bikin tune
10:13 Keca Savaş Buldan a bavê xwe nedît: Tenê cerekê be jî min her xwest te hembêz bikim
10:12 Temellî li Stenbolê xîtabî hilbijêran kir: A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane
10:07 Newaya Jin bi sernavê 'Berxwedana Laçik Spiyan' derket
09:51 Di vê cejnê de jî bi sedan cenaze li gorên 'bêkesan' e
09:16 Cezayê polîsekê ku kesek kuşt daxistin, dûre veguherandin pere û kirin 24 teqsît
09:15 Kolûman: Ji bo ku darizandin bêceza nemînin, divê em piştevaniyê xurtir bikin
09:15 Çawa ku îşkence ji dozger re vegot navber hat dayîn, dure got ‘îşkence nebû’
09:14 TTB’ê çalakgerên grevê û rêveberiya girtîgehe hişyar kir
09:13 Li Cizîrê, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn
09:12 Akedemîsyen Ari yê îxrackirî: Ne pêwiste AYM li benda nerîna wezaretê be
09:12 Karkerên çandiniyê: Yewmiya didin me tê rê nake
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
02/06/2019
20:25 Ciwanên HDP'î li Menemenê Meclîs ava kir
19:06 Li 3 navçe û bajarokekê hilbijratin jinû de hat kirin
18:51 Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Arnavûtkoy meclîs ava kir
17:00 Esker li Payizava derketin operasyonê
16:55 Yên piştgrî dane çalakgerên greva birçîbûnê rastî cezayê pereyan hatin
15:37 DYA: Em amade ne bi Îranê re hevdîtin bikin
14:58 Rêxistina HDP'ê li Manisayê konferans li dar xist
14:07 Helbestvan Ahmed Arîf li Amedê hat bibîranîn
14:06 Li Dersimê nexweşiya şerbê
13:53 Siyasetmedarê kurd Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
13:47 Li Amedê kesekî hevjîna xwe kuşt
13:12 Li Kandirayê du Sirri hatin cem hev
13:09 Ji ber deklarasyona çareseriyê der bare Buldan û Uca de fezleke amade kirin
12:23 Du malbat pevçûn: Jina 87 salî hat kuştin
11:37 'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'
11:36 Kedxwariya Demsalî: Ji bo 40 TL 12 saetan kar dikin
10:20 Hêviya ku ji cejnê dikirin nedîtin
10:18 25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e
10:01 Li Colemêrgê pevçûn: 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
09:12 Pirtûka der barê 30 sal in çapemeniya azad de: Îlgînç zamanlarda yaşamak
09:12 Şaredariya Peyasê protokolên qeyûm betal kirin
09:11 Tenê dixwazin îşekncekar bên darizandin
09:10 Îsal berê zebeşan kêm e
09:09 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Ocalan ji bo şer kûrtir nebe me hişyar dike
09:08 Parêzer tayînî doza zarokên rastî îstismarê hatin nekirin
09:07 Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
01/06/2019
18:03 Huda Kaya: Di cîhana îslamê de rizîbûnek kûr heye
17:03 Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê banga çalakiya kûrewî hat kirin
16:03 Berdana girtiyê nexweş Gungor hat xwestin
15:54 BASK-DER: Endamên me û malbatên wan rastî gefên polîsan tên
15:41 Baroya Edeneyê: ‘Reforma darazê’ xapandina beriya 23’ê Hezîranê ye
15:18 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îvrendî
15:06 Li faîlên Bahrî Budak û neviyê wî Metîn Budak pirsîn
14:42 Dayikên Şemiyê: Bila Çîler û Agar bên darizandin
14:38 Xizmên Windayan: Di vê cejnê de ji me re surprîzê bikin
14:32 Çavê çalakgerê greva birçîbûnê kor bû
13:50 'Ji Dadgehên Parastina Gel darizandin: Tolhildan ji bo qelsan e
13:15 Li malê dermankirina xwe didomînin
12:19 Ji HDP’ê pêşniyara ‘Plana Çalakiya Mafê Mirov'
12:02 Li Edenê kesên ji ber medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:55 Li Îdirê şer: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 5 esker birîndar bûn
11:37 Balûken bi pirtûka duyemîn derdikeve pêşberî xwînerê xwe
11:23 Girtiyên ku birin jêrzemîna nexweşxanê tedawî red kirin
11:04 Li Amedê girtiyek sewqî nexweşxaneyê kirin
10:55 Girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin xwîn vedireşin
09:22 Parêzerên Ocalan behsa hevdîtina 22'yê Gulanê kirin
09:19 Texsî li ser Pira Deh Derî peyaseyê dikin!
09:18 Bi salan e bi nanê li ser çopan debara xwe dike
09:18 Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Dest vala vedigerin malê
09:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Çareserî diyalog û muzakere ye
09:15 Piştî tabûrcî bû ewilî pirtûk ji girtiyan re şand