AMED - Li navçeya Peyazê ya Amedê, parêzer Armanç Arkaş ê xwest navbênkariya 2 komên şer kirin bike, hat kuştin.
Li kafeyeke li ser qada Mahabad (Rêya 75 Metreyî) ya navçeya Peyasê ya Amedê, saet di 02.30’ê şevê de di navbera du koman de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket. Pişti niqaşê çek li hev kişandin û di bûyerê de parêzerê endamê Baroya Amedê Armanç Arkaş ê 28 salî dema xwest navbênkariyê bike gule li serê wî ket û birîndar bû. Yekîneyên tenduristiyê bi ambûlansê hatin cihê bûyerê û Arkaş rakirin Nexweşxaneya Lêkoşîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl. Ligel hemû mudaxileyan Arkaş jiyana xwe ji dest da. Pişt re bgelek polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Polîsan welatî A.D. ê 30 salî ku gule berda parêzer binçav kirin.