STENBOL - Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Seazî Temellî dê dengên xwe li Bakirkoya Stenbolê bidin. Hevserok Sezaî Temellî dê saet 11.30’an û Pervîn Bûldan jî dê di saet 13.00’an de dengên xwe bidin.
Berî çend saet hilbijartina Stenbolê ya bi daxwaza AKP’ê hat nûkirin, çavên hemû kesan li encamên sibe di sindoqan de derbikeve ye. Li Stenbolê xebatên hilbijartinê bi dawî bûn û dibîstanên Hevserokên Giştî yên HDP’ê lê dengên xwe bidin jî diyar bûn.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan dê li Bakirkoya Stenbolê dengên xwe bidin. Bûldan, dê di sindoqa Hejmara 1329 a li Dibistana pêşiyî Mûrat Kuluk a Taxa Şenlîkkoy a Bakirkoyê dengê xwe bide. Temellî jî, li Dibistana pêşiyî Halîl Vedat Firatli ya Yeşilkoy a semta Yeşilkoy a Bakirkoyê deng bide.
Temellî dê 11.3’an û Bûldan jî saet 13.00’an deng bidin.